Li Helebê têkildarên xetereyên “Zewicandina zarokan û pirbûna jinan” rêzecivîn li dar ketin
Ji bo naskirin xetereyên zewicandina zarokan û pirbûna jinan û rêgirtina li pêşiya her du diyardeyan, Komeleya Jinan a Perwerdeyê bi koordîneya Komîteya Lihevanînê ya Edaleta Civakî ya Helebê rêzecivîn li dar xistin.

Civînên di malên şêniyên taxê Şêxmeqsûd û Eşrefiye de bi tevlêbûna bi dehan jinan hatin lidarxistin.
Di civînan de endama rêveber a Komeleya Jinan a Perwerdeyê Sîham Bîlal der barê diyardeya tundiya li dijî jinan axivî û got ew vedigere ziyniyeta mêrdestiyê û desthilatdarê.
Sîham destnîşan kir ku gelek xetere û encamên neyînî yên zewicandina zarokan li ser jiyana wan û civakê hene.
Sîham da xuyakirin ku di encama vê diyardeyê de hejmara berdanê jî zêde dibe ku di encamê de malbat parçe dibe û zarok bê xwedî dimînin. Ev bi giştî jî bandorê li civakê dike.
Di heman çarçoveyê de endama rêveber a Komîteya Lihevanînê ya Edaleta Civakî Fatme Hesen behsa zêdebûna bûyerên tundiyê kir û got: “Di vê dawiyê de diyardeyên zewicandina zarokan û pirbûna jinan zêde bûne ku bandorê li derûniya jinan dike û di encmaê de xwe dikujin. »
Di civînan de pêwîstiya perwerdekirin û pêşxistina jinan da ku ji van diyardeyan xilas bibin, teqez kirin.
Hêjeyî bi bîr xistinê ye ku civîn dê heta çend hefteyên bê li dar kevin.
ANHA