Civak û çand

RJAK’ê ji bo pêşîgirtina şerê aliyan daxwaziyaa avakirina platformeke jinan kir

Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) bi daxuyaniyekê, daxwaziyê li jinên di nava rêxistin, partiyên siyasî de, parlamenter û endamên jin ên di nava hikumetê de, rewşenbîr û çalakvanan dike ku ji bo avakirina platformeke jinan erkê xwe pêk bînin, da bikarin bi çalakiyên demokratîk pêşiyê li şerê di navbera aliyên Kurdistanê de bigirin.
Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) bi navnîşana, ‘Avakirina platformeke jinan ji bo çareserkirina pirsgirêkên niha erkek hinaye’ îro daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyekê de qala vîrûsa koronayê tê kirin û tê gotin ku dewletên dagirkerên rewşa karantînakirinê weke derkeftê dîtiye û erişên xwe yên dagirkeriyê zêde kiriye û tê gotin;”Êrişa li ser Wargeha Mexmûrê û ji aliyê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ve birina hêzê li Zînî Wertê , Karox û derdora Rewandiz, Diyale û Çiyayê Helgûrt ku li gel wan bi sedan leşkerên Tirk jî heye, bi armanca destpêkirina şerêkî dijwar û dagirkirina hemû Başûrê Kurdistanê ji aliyê hemû dewleta Tirk ve. Bêdengbûn jî tê wateya erêkirina dagirkeriyê. Ev jî ji bo hemû Kurdan destpêkirina zengek metirsîdare.”
RJAK diyar kir ku hemû şerên navxweyî yên berê rûdane bêyî îradeya aliyek Kurdî bûye, belkû destwerdana welatên dagirker sedem bû. Herwiha di daxuyaniyê de hatiye;”Êdî xelkê Başûrê Kurdistanê şerê navbera hêzê Kurd de napejirîne. Ev yek jî eşkereye hebûna dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê çavkaniya hemû pirsgirêkên di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de ye.”

Back to top button