Siyaset

Dagirker bi hedefkirina jinê hewl didin pêşketina civakê tune bike

Artêşa Tirk a dagirker ji destpêka dagirkirina Efrînê ve, tevahiya qanûnên navdewletî yên girêdayî mafên mirovan binpê dikin kirin. Dagirker ji wê demê ve bi sedan şêniyên herêmê revandin û li beramberî serbestberdana wan fîdya xwestin. Jin para ji van kiryaran bê par neman, li dijî wan her cûre zulm û zor tê meşandin. Ev kiryar heta niha berdewam in.

Beriya çend rojan dîmenekî girtîgehên komên çete yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker ên li Efrînê hatibû belav bû. Di girtîgehê de hejmarek jinên Efrînê yên hatibûn revandin hatin dîtin.

Têkildarî mijarê endama Koordînasyona Kongreya Star a kantona Hesekê Nûra Şihab ji ANHA‘yê re axivî û got: “Ji destpêka şoreşa Sûriyê ve jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo avakirina civakek demokratîk tê dikoşe.”

Nûra îşaretpê kir ku jin tevahiya warên ku tê de xebitiye pêşxist û wiha domand: “Jin roleke pêşeng û girîng di birêvebirina tevahiya warên leşkerî, siyasî û civakî de dilîze. Bi awayekî balkêş di şoreşa Rojava de pêşket. Lê artêşa Tirk a dagirker bi rêya binpêkirinên xwe yên hovane hewl dide vîn û nasnameya jina azad bişkîne û biçewsîne. Bûyerên li herêmên dagirkirî rû didin, delîla wê ye.”

Nûra îşaretpê kir ku jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tevahiya rêbazan dagirkeriya dewleta Tirk û kiryarên wê yên li dijî sivîlan bi taybet jinan, red kir, çi bi derxistina daxuyaniyan an jî lidarxistina çalakiyan an jî xwepêşendanan.

Nûra di nav gotinên xwe de anî ziman ku armanca artêşa Tirk a dagirker a sereke; tunekirina pêşketin û pêşxistina civakê û hedefgirtina jinê bi rêya revandin, qetilkirin, destavêtin û çewsandinê. Lê ev dê pêk neyê ji ber ku rêxistinên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember van kiryaran bêdeng namînin.

Nûra Şihab di dawiyê de bêdengiya navdewletî ya li hember van binpêkirinan şermezar kir û bang li tevahiya rêxistinên jinan ên li cîhanê û mafên mirovan kir ku ji bêdengiya xwe derkevin û bilebitin.

Back to top button