Siyaset

Evîn Siwêd Berdevka Kongra Star ya Rojava

Wek tê zanîn dewleta Tirk gelê herêmê weke xeteriyekê li ser xwe dibîne , dema ku serhildan hebê berxwedanî beramberî zilim û zûrdariyê hebê ewqasî jî êrîş giran dibê , piştî şoreşa Rojava yê Kurdistanê naskirina cîhanê ji kurdan re û ji bo hewildanên yekîtiya kurdan û biratiya gelan , ewqasî êrîşên dewleta Tirk li ser herêmên me zêdetir dibe , şevê din jî him li şengal , Mexmûr û hem li Herêmên Medyayê êrîş çêbûne. Em weke Kongra Star weke gelê Rojava yê Kurdistanê em van êrîşan li ser xwe hesab dikin ji ber ku êrîşên li wan herêman tê li ser hemî Kurdistaniyan , li ser vî esasî îro meş û çalakî tên li dar xistin çiqas êrîşên wan çêbibin ewqasî îradeya me ya berxwedaniyê zêdetir dibe.

Back to top button