Siyaset

Evîn Siwêd: Lidarxistina kongreya Kongreya Star ji dagirkeran re bersiv e

Kongreya Star li Rojavayê Kurdistanê piştî bidawîkirina konferansên li bajaran amadekariya lidarxistina 8’mîn kongreya xwe dike. Bi israr ji bo têkbirina êrişên li ser jinan tevgera xwe xurttir dikin. Konferansa li Kobanê, Şehba, Helep, Eyn Îsa, Qamişlo û Hesekê bi dirûşma ‘Bi têkoşîna Hevrîn û Zehrayan em ê dagirkeriyê birûxînin, şoreşa jinan mîsoger bikin ’bê lidarxistin.

Siwêd bi bîr xist ku du salan carekê li gorî rêzîknameya Kongreya Star kongre tê lidarxistin û got: “Ji ber rewşa şewba vîrusa korona dema lidarxistina kongreyê hinek dereng çêbû. Di rewşeke wiha de bi girtina tedbîran em ê kongreya xwe li dar bixin. Ev demeke dirêj e ji kongreye re amadekarî tê kirin. Taybet jinên li Kobanê piştî şehadeta 3 jinên pêşeng zêdetir bi hêrs ji bo xebatên Kongreya Star tev digerin.”

Evîn bal kişand ser mijarên bên nîqaşkirin û got: “Li herêmên dagirkirî jin rastî sûcên hovane tên. Rojane jin li Serêkaniyê, Efrîn û Girê Spî tên qetilkirin, tecawizkirin, revandin, girtin. Polîtîkayek li dijî jinan taybet tê meşandin. Erkê Kongreya Star heye ku van bûyeran bi cîhanê re parve bike û yekitiyek li dijî van sûcan pêk bînin. Li civakê êrişên cuda li ser jinan hene ku di aliyê dewletên ku destwerdana Sûriyê dikin, sîxurkirina jinan, madeyên hişbir de bikaranîna jinan, bi rengekî plankirî fihûşê di nav civakê de belav bikin. Mijara xweparastina ji êrişan her di nav nîqaşan de bû û wê di konferansê de jî bê nîqaşkirin. Piştî konferans û komcivînan em ê ber bi kongreyê vê herin.”

‘LI DIJÎ ÊRIŞAN JIN BI ISRAR IN KU BI SER BIKEVIN’

Evîn di dawiya her du salan borî de ji bo kar û xebat ku hatin meşandin re got: “Destpêkê rêveberiya saziyên jin hatin perwerdekirin. Perwerdeyên vekirî yên jinan û yên jin-mêr pêk hatin. Di aliyê xweparastinê de şêwazê xweparastina ji jinan re tê parvekirin. Jixwe hêza rêwa YPJ’ê re hemû îmkanên me dikevin xizmetê de. Li ser jinên Rojavayê Kurdistanê di her alî de êriş hene lê têkoşîna jinan li ser esasê xwedîderketina şoreşê, parastina pêşengiyê-destkeftiyan, parastina yekitiya di navbera pêkhateyan de, parvekirina tecrubeya heyî di aliye kurdistanî-cîhanî de heye. Xebatên Kongreya Star ji bo Sûriya nû jî bi pêş ketin, di aliye siyasî de rola xwe lîst. Ev demek e kuştina jinan li herêmê me zêde bûne. Ev cihê rexnedayînê ye ji bo me. Li warê ku şoreş lê pêk hatiye, me xwe negihandiye her jinekê ku ev kêmasiyek mezin e. Ev mijar taybet wê di konferansê me de cih bigire û ji bo pêşîlêgirtina kuştina jinan hin zêdetirîn kar bê meşandin. Di vê çarçoveyê de mala parastina jinên ku bi biryara kongreyê re hatibû avakirin, wê hijmara wê bê zêdekirin.”

‘BIRÊXISTINBÛNA ME JI DAGIRKERAN RE BERSIV E’

Evîn li ser hovîtiya dewleta Tirk ya li dijî jinên Rojavayê Kurdistanê got: “Di nav 10 salên şoreşê de rewşa êrişan, rewşa aboriya giran, dorpêçkirina herêmê ji aliye dagirkeran ve tevahî civakê taybet jinan bandor kir. Ev hovitî êdî eşkere li ber çavê cîhanê hedefgirtina jinan re berdewam dike. Dewleta Tirk a dagirker di 23’yê Hezîranê de bi balefirên bêmirov (SÎHA) êrişî gundê Helincê yê Kobanê kir û di encamê de endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Zehra Berkel, endama rêveberiya Kongreya Star a herêma Şeran Hebûn Mele Xelîl û dayika endama Koordînasyona Kongreya Star Mizgîn Xelîl, Emîne Mihemed Weysî hatin qetilkirin. Li herêmên dagirkirî jî jin tên hedefgirtin. Dizanin ku jin misogeriya serkeftina şoreşê dikin. Armanca dagirkeran ya esas ku jinan bêhêz bixin û vîna wan têk bibin. Ev xebatên me yên konferans û kongreyê, yekitiya jinên li herêmê, birêxistinbûn û hêzkirin bersiva herî rast ji dagirkeran re ye. Em di hêza pêkanîna xewn û xeyalên şehîdan in ku em ê vê şoreşê ber bi serkeftinê re bibin.”

ANHA

Back to top button