Siyaset

“Di pêvajoya dawî de ji Şehba heta Til Temir û Zirganê êrîş zêde bûne”

Endama Rêveberiya Kongra Star Madlên El-Ibêd da zanîn ku ji Şehba heya Til Temir û Zirganê dewleta Tirk asta êrîş û kiryarên nemirovî li ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kiriye

Dewleta tirk a dagirker di van çend roj ên dawî de, asta êrîş û kiryarên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji Şehbayê heya Minbic, Eyn Îsa, Til Temir û Zirganê zêde kiriye. Her wiha bi hedefgirtina sivîlan, qetilkirina jin û zarokan hemû zagonên navdewletî yê girêdayî rewşa şeran, bin pê dike. Di heman wextê de jî ev yek rastî bêdengiya hêzên hegemon û yên berpirsiyarê hevpeymanan wekî Rûsiya û Emerîka, tê. Da ku em hîn bêtir sedemên ewqase êrîş û kiryarên dewleta tirk a dagirker li ser herêmê nas bikin, me hevdîtin bi Endama Rêveberiya Kongra Star a navçeya Til Temirê a Kantona Hesekê Madlên El-Ibêd re çêkir

Armanc girtina rêya M4

Madlên wiha êrîş û kiryarên dewleta tirk a dagirker û komên çete yên ser bi wê ve bibîr anî û wiha got: “Di van roj ên dawî de, di asteke pir bilind de êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê, li dijî sivîlan û saziyên civaka sivîl zêde bûye. Taybet ev topbaran li ser navçeya Til Temirê û gundewarên wê wekî Dirdara, Til Hefyan, Til Şinan ê Aşûrî, Tewîla a ku li ser rêya M4 dikeve her wiha gundê Qibûr Xeracina, zêde bû. Yek ji sedemên ku navçeya Til Temir û Eyn Îsa yê dikin hedefa xwe jî ew e ku dewleta tirk dixwazin rêya M4 bixin bin kontrola xwe de. Da ku bikaribe di demê pêş de di hevpeymanên ku tên îmzekirin ango tîfaqên ku çêdibin de wekî kaxeza zextê bikar bîne û hîn zêdetir ji axa Sûriyê dagir bike.

Back to top button