ArşîvÇalakî

“Bi vîna gel û gerîla emê dagirkerî û xeta îxanetê têk bibin”

Ji bo şermezarkirina êrîş û gefên dewleta Tirk li ser heremên Bakur û Rojhilatî suriyê her weha, heremên parastinên mediya, îro bi hezaran gelê kantona kobanê û herêma firatê mîna lehiyê herikîn qadan.

Îro  Pêncşem 26-5-2022′ an bi hezaran xelkê kantona kobanê  û endamên kongra star,  û rêveberiya xweser. Endamên  saziyên sivîl li qadan bûn, ev meşa girseyî li kantona kobanê çêbû  û bi hezaran şêniyên kobaniyê şagirtên dibistana ciwanên şoreş ger  tevlî vê meşê bûn ji bo êrîşên dewleta tirk û dewleta îragê  ên li ser gadên parastina medya û li ser şengalê û her wiha li dijî tecrîda li ser Rêber APO , meş ji qada jina azad (Arîn Mêrkan) ta qada şehîd Egîd  bû  . Di meşê de bi siloganên bimire îxanet‚ bijî berxwedana gêrîla bijî serok apo  berdewam kir , kesên ku tevlî meşê bibûn alên meclîsa malbatên şehîdan, kongra star, partiya yekîtiya demokratîk PYD, her weha wêneyên şehîdan û yên rêbertî bilind kirin, û di meşê de fîleksêkn ku li ser ev duruşme hatbûn nivîsandin rakiribûn, “bi vîna gel û gerîla emê dagirkeriya û xeta îxanetê têk bînin û tecrîdê bişkînin û Rêber APO azad bikin , piştî ku şênî gîhaştin  garajê deqeyeke rêzgirtin li ser giyanê cangoriyên azadiyê rawestîn û her wiha axaftin li ser navê  kongra star ji aliyê Litfîya silêman   ve hat kirin  Litfiyê  di axaftina xwe de  got:   em êrîşên faşizma tirk şermezar dikin weke hûn dizanin ku faşizma tirk rojane êrîşî qadên parastina mêdya û hevalên me yên gêrîla dikin û rojane tehdîd li ser bajarê kobanê û rojhilatî surîya dike ew dixwaze hêz û vîna gel bişkîne lê em ti carî ji tehdîdatên wî natirsin û hertim wê serkeftin ya hevalên me be û hertim emê li qadan bin û em tecrîda ku li ser rê ber apo qebûl nakin û çi jidestê me were emê bikin û her tim eme bi hevalên YPG û YPJ re piştbin û di dawîyêde got bijî berxwedana gêrîla bijî serok apo bimre îxanet.

Meş bi bilindkirina siluganên bimire îxanet, bijî berxwedan bi dawî bû.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27