ArşîvÇalakî

Şêniyên kobanê 10’emîn salvegera şoreşa 19’ê tîrmehê bibîranîn

Şêniyên herema firatê bi boneya 10'emîn salvegera 19 tîrmehê îro Sêşem şahiyek li qada Şehîd Egîd li dar xistin.

Şahiya 10’emîn salvegera şoreşa 19 tîrmehê li herema firatê  hat bibîranîn û li hemû  Şehîdên şoreşê li  Rêber Apo û li hemû gelê kurd pîrozkirin. Kesê ku beşdarî şahiyê bibûn endamên kongra star ,meclîsa malbata şehîdan, tevgera civaka demokrat tevdem ,meclîsa komînana , rêverberiya xweser û şîniyên herema firatê bi sedan beşdarî şahiyê bûn . Berî ku Şahî destpê bike deqeyek rêzgirtin rawestiyan û piştre Axaftin li ser navê  partiya yekîtiya demkrat endama desteya rêveber  foza yosif hat kirin foza wiha axaftinaxwe dest pêkir,19 tîrmehê şoreşa gelana şoreşa vîn û destan ne şoreşa tevahî gelê bakur û rojhilatî suriya , em vê rojê li we pîroz dikin,em vê şoreşê binavê we hemiyan diserîda ji bo rêberê azadiyê Rêber Apo herwiha ji bo tevahî gelê mezopotamyayê ji bo gelê surî û ji bo tevahê gelê rojhilata navîn.’

Û weha axaftına xwe domand: ev roja pîroz em dibêjin wekî diyarî ji botevahî mirovahiyê gelê herêmê diyarî kirine em vê roja pîroz li tevahî şervanên azadiyê pîrozdikin li her çar parçî kordistanê  ku li kobanê zarokên wan ku ji her çar parçan xwînên xwe rijandine em wan pîroz dikin û silav dikin li wan hemiyan,şoreşa 19 tîrmehê li hemberî koletiyê azadî li hember bindestiyê rêverberiya xweser û li hemberî dijminatiya gelnetewa demokratîk avakir şoreşa 19 tîrmehê rê pêşiya dîrokeke nû ji bo yekîtiya gelan ji bo azadiya jin û ji bo jiyanekî bi rumet bi tîpên zêrîn me ev dîrok ji nû da nivîsand şoreşa ji rojavayê kurdistanê destpêkir kurda destpêkirin lê belê îro şoreşa 19 tîrmehê şoreşa gelê kurd, gelê ereb, gelê suryan, gelê turkman.’

Foza got: îro ev şoreş şoreşa tevahî gelê mezzopotamya yê şoreşa tevahî gelê suryayê  ji bo wê jî dijminê me yê hov dijminê gelan bi her awayî dixwezin vê şoreşê têkbibin di serî de tirkiya û tevahî hêzên desthilatdar ji bo vê şoreşê bifetisînin û têk bibin dinava êrşên hovanedane dixwazin me bişkînin û vîna me bişkînin û dixwazin desthilatiyê li ser me feriz bikin lê belê em jî careke din bi wesîla vê rojê dibêjin êdî ev gela koletî qebol nakin êdî ev gel bindestiyê qebûl nakin êdî ev gel dijminatiyê qebul nakê edî ev gel wê li ser axa xwe li  welatê xwe wê bi awayekî azad û serbest bijî.’

Di dawîy axaftina xwe de got:  carek din em 19 tîrmehê li hemê gelê bakur û rojhilatî suryayê pîroz dikin.

Şahî bi stranên ji aliyê kevana zêrîn ve hatin gotin , û govend li ser şorşê ji beşdarvanare hatin pêşkêşkirin .

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27