ArşîvÇalakî

BI RIHÊ PÊNGAVA 15 ê TEBAXÊ EMÊ ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ MISOGER BIKIN DAGIRKERIYÊ TÊK BİBİN

bi boneya 38'emîn salvegera pêngava 15'ê tebaxê şêniyên herêma Firatê 15 ê tebaxê roja vejînê pîroz kirin

Di bin duruşmeya ‘Bi Rihê Pêngava 15’ê Tebaxê Em Şerê Gelê Şoreşgerî Misoger Bikin Dagirkeriyê têkbibin’. Ciwanên şoreşger duh Dûşem Dîrok 15/8/2022an şahiyek li Qada şehîd( Egîd) ji bo salvegera roja vejînê li darxistin .șahî bi tevlîbûna rêverberiya xweser , Kongra Star,Meclîsên komînan, Ciwanên şoreşger , partiya yekîtiya demokratîk PYD,Meclîsa malbata şehîdan,Desteya jin , di heman demê de bi sedan şêniyên herêma firatê tevlî şahiyê bûn. Şahî bi deqeyek rêzgirtin li ser ruhê cangoriyên azadiyê  destpêkir û piştre Axaftin li ser navê tevgera ciwanan hat kirin piştî kû axaftina ciwanan bi dawî bû li sernavê yekîtiya rewșenbîran a herêma firatê ji aliyê Felek yûsif axaftin hat kirin , Felek wiha axaftina xwe rêzkir ,Gelê kobanê yê bi rûmet di destpêkê li ser navê tevahî kesê kû li vê qada şehîd Egîd amadene ez dengê xwe tevlî dengê we dikim û em silavên xwe ji girava îmralêyê re  ji kela berxwedanê re yê kû rêbertî mîmarê azadiyê û berxwedanê kû li wir li berxwedide  hişt ku tevahî pîlanên dijmin yên qirêj  ser û bînî hev bibê û azadîxwaz bi ser bikevin careke din li ser navê gelê kobanê bi giştî  di şexsî fermandar Egîd de  bejna xwe li beramberî hemû şehîdên azadiyê ditewînin û em soza şopdariya riya wan dikin.’

Felek axaftina xwe berewamkir û got: pêngava 15 ê tebaxê pêngavek bû kû di qonaxa ku gelê kurd têda dijiya  navê wê ne jiyan bû wê demê gelê kurd pêvajoyek ku li ber mirinê diçû di salên 80’ê da ku  dewleta tirk faşîst bi tevahî hezên xwe hemû cureyên tûndiyê û îșkenceyê li gelê kurd dikir çi di hundir zindanan de çi li derva li her bajarê kurdan de çi li çiyayên azad , bi her awayî di nava hewldana qirkirina gelê kurd de bû,berxwedana zindana Amedê di salên 82’an de herkes di wê zanebûnê de ye ku ew berxwedanî bû bingeha șikandina tires û riya berxwedaniyê vekir ,deriyê azadiyê vekirin her wiha Rê heval şehîd Egîd Mahsum Korkimaz  berdewamî bû ji berxwedaniya zindana bersivek bû ,ji banga di hundir zindanan,û got kes nikare me tune bike hebûna me tune bike.  Bibîxist ku Rê heval Egîd  ji pêngava 15 ê tebaxê re pêşengî kir guleya yekemîn avêt hundir dilê dijmin da tirs û xof bikeve  nav dilê dijmin de çand û got em gelê kurd hene êdî kes nikarê pêşe roja me tarî bike kes nikare me tune bike.

herwiha Îşaret pêkir ku şopandina xeta Egîdan li Rojavayî Kurdistanê didome û wiha got: ew berdawamî wê li ser xeta wan şehîdan û Egîdan li bajarê Kobanê Rojavayê kurdistanê careke din çiroska azadiyê di şoreşa 19’ê  Tîrmehê  ku bi pêşengiya jinan heyanî roja îro gavên dîrokî davêjê terora Daîș di bajarê kobanê de hat şikandin  ew jî careke din tê wateya berdewamiya pêngava 15 ê tebaxê bû ,dema ku  li Rojava rêverberiya xweser hat îlan kirin berdewamiya pêngava 15 ê tebaxê bû ,gerîlayên li serê çiyan ku rojane mizgîniya  serkeftinê ji bo  me rêdikin cihê serbilindiyêne ew jî berdewamiye Rêhevaltiya şehîd Egîd’in.

Di dawiya axaftina xwe de silavên germ û mezin ji gerilayên azadiyê re rêkir bivê mebestê silavên xwe ji gerîlayên serê çiyan ra dişînin û bi germahiya dilê her jineke azadî xwaz  YJA Star em dişînin .

Piştî ku axaftin bi dawî  koma botan û koma gulava bi stranên xwe șahî geșkirin , bi govend û dîlan șahî bi dawî bû.

Back to top button