ArşîvPerwerde

Civîna du salan ya komîta perwerdê ya herema Efînê hat li darxistin

Îro Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star a Kantona Efrînê bi beşdariya bi dehan endamên Komîteya Perwerdeyê û rêveberên Komîteyê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya berfireh a du salan li dar xist.

Ji bo her civakekê perwerdekirin weke av û hewayê divê pê were xwar.Ji ber vê yekê divê civakên Rojhilata Navîn bi taybetî jî civaka Kurd xwe perwerde bikin.

Di nava civaka Kurd de divê jinên Kurd xwe di hemû warên jiyanê de perwerde bikin.Di vê mijarê de Rêber Abdullah Ocalan wiha dibêje: ‘Pêwîstiya lezgîn bi perwerde û perwerdehiya taybet û afirîner a jinan heye. Ger jin xwedî hêz be, ne bixwe û ne jî vexwe, divê tenê xwe perwerde bike.’

Her wiha Rêber Abdullah Ocalan ji bo jin xwe perwerde bikin, girîngî da vekirina akademiyan, bingehê her civakê jina perwerdekirî ye ku bikaribe civaka xwe perwerde bike û bike dibistanek ku hemû endamên civakê vê perwerdeyê bibînin. .

Ji ber vê yekê Kongra star pêwîstî bi pêşxistina mekanîzmaya xebatê û nehiştina di çarçoveya pratîkî de, ji boji aliyê rewşenbîrî û bîrdozî ve were çekdarkirin, ji ber ku jin bingeha civakan û pêşxistina wan e, ji ber wê jî komîteyek li ser komîteyên xwe zêde kir, û komîteya perwerdeyê jî pêk hat. li hemû herêman hatiye belavkirin û li hemû herêm û bajarokan heye.

Û Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star akademiya xwe ya bi navê (STAR) heye, bi rêya vê akademiya gelek endamên Kongra Star dersên zanistî, hizrî û felsefî distînin, ji bo pêşxistina mekanîzmaya karê komîteyê, kantona  Efrîn û Şehba Civîna xwe îro Şemî 17/9/2022’an, li Akademiya Tel Şair a li navçeya Fafînê pêk hat, bi dehan endamên komîteya perwerdeyê ya kongra star, Kantona Efrîn û Şehbayê, rêveberên komîteya perwerdeyê beşdarî civîna ku îro li kantona Efrîn û Şehbayê pêk hat bûn. Beriya ku ciîn destpê bike bi deqeyek rêzgirtin li ser giyanê cangoriyên azadiyê rawestîn, pişt re perspektîfên rêbertî derbarê pêşxistina kar û xebat di aliyê wê yê bîrdozî û perwerdehî hat xwendin, û rapora kar û xebatên komîteya perwerdê ya du salan hat xwendin.

Civîn bi dayîna endaman nêrînên xwe li ser esasê pêşxistina mekanîzmaya kar û  xebatê komîta perwerdê bi dawî bû.

Back to top button