ArşîvÇalakî

Komcivîn du salan ya kongra Star ya navçeya Eyn Îsa hat li darxistin bi hibijartina rêvebirên nû bi dawî bû

Di bin duruşma 'Bi rihê Jiyan, Mizgîn,û delara, emê destkeftiyên şoreşa jin biparêzin û bi serbikevin'. Komcivîna Kogra Star ya Navçeya Eyn îsa û bajarokên wê hat lidarxistin.

Di berdewamiya li darxistina civînê berfireh ji aliyê Kongra Star ve, îro çarşem 12/10/2022’an, Kongra star Ya herêma firatê li navçeya Eyn Îsa û her sê bajarokên wê yên girêdayî bajarê kobanê komcivîna xwe ye du Di bin duruşma ‘Bi rihê Jiyan, Mizgîn,û delara, emê destkeftiyên şoreşa jin biparêzin û bi serbikevin’salan  li navenda kantonê ya Eyn îsa li dar xist.
Komcivîn bi beşdarbûna Rêverberiya kongra star ya herêma firatê, her wiha endamên meclîsa Kongra star ya navçeya Eyn îsa dest pêkir.


Civîn bi deqeyek Rêzgirtin ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê dest pêkir, piştre perspektîfên Rêbertî hatin xwendin, perspektîf ji aliyê Sene Elebid endam mala jin ve hat xwendin, perspektîfên Rêbertî ku bal kişandibû ser bi rêxistinkirina jinan, rê li pêşiya dagirkeriyê girtin, û destnîşan kiribû ku bi xeta Şerê Gelê şoreşgerî serkeftin mumkine.
pişt re rapora kar û xebat ya kongra star ya nevçeya Eyn Îsa ya du salan ji aliyê Ruqey mihemed endama kongra star ya navçeyê ve hate xwendin. Pişt re endama kordînasyona kongra star ya herêma firatê Macîde Hesûn Rewşa rêxistinî nirxand, macîde di nava nirxandina xwe de bêtir bal kişand ser rewşa jina yên ku dijmin dike hedef ji xwe re, her weha da diyar kirin ku êrîşên dijmin ne tenê bi riya çekan pêk tê herî zêde dijmin bi şerê taybet xwe dixe nava civakan de da ku civakan lewaz bike, ji rêxistinbûyînê bi dûr bixe.
Ji bo du salên pêşî nêrînên endaman hatin girtin ji bo bi pêşxistina kar û xebatê kongra star û pilansaziyên kar derxistin.


Ji aliyekî din ve endama kordînasyona kongra herêma firatê Mizgîn Xelîl rewşa rêxistinî û ya jin nirxand.
Mizgîn destnîşan kir ku bi zêdebûna êrîşên hovane yên ku xeta rizgariya jin dike hede re jinan li Bakur û Rojhilatê Suriyê zihniyeta desthiladar ya baviksalar bi rêxistinkirina xwe re da şikand, qadên tekoşînê ji jinên cîhanê re vekir, bû mînaka jina serhildêr, û tekez kir, ku bi xwe gihandina hejmarek mezin ya jinan wê şoreşa ku bi navê şoreşa jinan hatiye lidarxistin biserbikeve.
Ji bo diyarkirina rêvebirên kongra star ya navçeya Eyn Îsa hilbijartin hatin çêkirin û rêverburên kongra star ya Eyn Îsa û hersê bajarokên wê hatin hilbijartin.
Di dawiya civînê de, ji aliyê hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratî (pyd), Bêrîvan Bozan wêneyên serokatî diyarî rêvebirin kir.
Civîn bi qêrîna duruşmeyên ‘jin, jiyan, azadî’, ‘bijî serok Apo’ bi dawî bû.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27