ArşîvDaxuyanî

Dayîkên gerîla ’em wek dayîkên gerîla rê nadin îxanetkaran’

Bi dehan dayîkên gerîla ya herem Firatê xwepêşandanek li darxistin,da ku êrîşên dewleta Tirk ya dagirker û bikaranîna çekên kîmyesal yên qedexekirî li ser heremên parastin medya şermezarbikin.

Bi dehan dayîkên gerîla  li ba çarxerêya Azadî li nîvê bajêr kombûn û ber bi qada Şehîd Egîd ve meşiyan, bi bilindkirina qêrîna ‘bi mire îxanet’, ‘bimire dagirkerî’, ‘gerîla rûmeta me ye’.

Her wiha di destên dayikande Alên şehîdên Gêrîla û yên kongra star, Fêlekêsên ku wiha li ser hatibên nivîsandin ‘EM WEK DAYIKÊN GêRîLA RÊ NADIN ÎXANETKARAN EM EMê ûnÊ JI BONA ZAROKÊN XWE BIBIN MERTAL’ ,  dayîkên gerîla cilên spî ku wêneyên rêbertî li ser bûn li berxwekiribûn li dor qadê weke xelekêkê ji xwere çêkirin û ew xeleka ji bona silavên xwe bighînin gêrîlayên xwe û piştre  daxuyanî ji aliyê rêveberiya Akademiya Şehîd Şîlan Hedlê xelîl ve hat xwendin.

Di dest pêka daxuyaniyê de weha hat gotin ‘Em dayikên gerîla bangewazî dikin ji bo wîjdana hemû însaniyetê re ku li hember vê hovîtiya li ser gerîlayên me, li ser zarokên me tên meşandin bisekinînin . Tu zagon û tu şeran de ev bêmerdanî bi vî rengî nehatiye jiyankirin . Erdoxan û hevkarê wî malbata berzanî çekên kîmyewî li ser gerîlayên azadiya gelan bi kartînin’.

Daxuyaniyê tekezkir’Destpêka vî şerî herî dîroka nêz de maskeyên hember kîmyasala ku gerîla xwe biparêze wek serkeftinekî mezin hêzên PDK’ê dest dane ser, nehîştin ku ev maske bigihin destê gerîla û pêşî girtin . Ev hemû telefizyon û ragihandinên xwe de weşandin , ev rûreşiya hukumeta başûr dide ber çavan , hember gerîla şer îlan kirine. Ev dujminatiya berzanî bû sebeb ku zarokên me bê parastin bimînin . Bi jehra kîmyasalî şehîd bikevin’.

Dayîkan di daxuyaniya xwe de soz dan ku wê bi zarokên re xwe re bin ‘Emê li hember vê tundîtiyê bisekinin . Hêza ku niha li hember gerîlayên azadiya kurdistanê şer dike ne tenê hevkariya mala berzanî û erdoxan tenê ye hêza nato , çekên nato li ser zarokên me tên bikaranîn cardin jî ev  hemû hêz li hember gerîla binketine . Ji bo vê jî serî li hemû bê exlaqiyên şer didin û xwe dispêrin çekên kîmyasalî . Dema tê îsbatkirin û eşkerekirin erdoxan û medya şer tengav dibe’ .

Di dawiyê de dayîkan bangkirin ku şandeyekî bijîşkan berê xwe bidin çiyayên kurdistanê ên başûr lêkolîn bikin ku heqîqet derkeve holê .’

Back to top button