ArşîvÇalakî

Li navçeya Sirînê şehîd Bêrîtan bi merasîmekê hat bibîranîn

Di siyemîn salvegera Şehadeta Şehîd Bêrîtan de li Navçeya Sirînê ya bi ser bajarê Kobanê ve bi merasîmekê bibîr hat.

Kongra star ya navçeya sirînê ya girêdayî bajarê kobanê îro Pêncşem 27/10/2022′ an de şehîd birîtan (Gulnaz Karataş) bibîr anîn û sinfizyona wê ji jin û endamên kongra star ya navçeya sirînê re pêşkêş kirin, sinfezyon li navenda kongra star ya sirînê hat pêşkêşkirin.

Berî ku dest pê bikin deqeyek rêzgirtin jibo bîranîna şehîdên cotmehê  rawestiyan û piştre li ser navê kongra star ji aliyê Rêverberiya Komîta  perwedeyê Fatme Elhesen li ser Şehîd Birîtan axivî û wiha got, Şehîd Bêrîtan bi ciwantiya xwe tevgera azadiyê naskirû li pey heqîqetê meşiya, Şehîd Bêrîtan ji bo  rastiya dijmin derxe holê şer kir û bindestî û teslîmiyet nepejirand.

Piştre snlfizyona şehîd Birîtan ji endaman re hat pêşkêş kirin û siifizyona wê bi zimanê erebî ji jin û endaman re hat şirovekirin û piştre şêraniya wê hat belav kirin.

Bi qêrîna siloganên Jin Jiyan Azadî merasîmên bîr anînê bidawî bû.

 

Back to top button