ÇalakîNûçeSlide

Bi Hezaran Şênî li Bajarê Kobanê bi Meşeke Girseyî Piştgirî dan Berxwedana QSD’ê

Bi Hezaran Şêniyên Kantona Firatê bi Meşeke Girseyî Piştgiri dan QSD’ê ku di Çeperên Şer de li Dijî Êrîşên Dagirkeriyê Berxwedanîyeke Dîrokî di Meşînin.

Meş li Qada Jina Azad a Kobanê bi beşdarbuyîna bi hezaran Şêniyên kantona Firatê ve bi vekirina Fîleksên “Em hemû QSD ne”, “QSD rûmeta me ye” û hildana alên QSD`ê û wêneyên şehîdên azadiyê despêkir. Meş bi berzkirina diruşmeyên “Bijî berxwedana QSD`ê” ve gihîşte Qada Şehîd Egîd.

Li ber qada Şehîd Egît meş veguhezî mitîngê, piştî deqeyekê rêz girtinê li ser cangoriyên azadiyê Rêvebirê Meclîsa Leşkerî a Kobanê Îsmaîl Îsmaîl axivî

Îsmaîl Îsmaîl di despêka axaftina xwe de berxwedana şervanên di çeperên şer de ne silav kir û got: “Şervanên di çeperên şer de çi li eniya Bendava Tişrînê, çi li pira Qereqozaqê û gundewarên Minbicê û her wiha li aliyê Girê Spî jî şerekî dijwar dikin. Di wî şerî de şervanên me berxwedaneke dîrokî dinivîsin.”

Endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Firatê Peyman Eloş jî diyar kir ku şervanên QSD, YPG, YPJˈê her tim li hemberî dagirkeriyê tê dikoşin û got: “Şervanên me her tim êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên hovane têk dibin û li hember wan berxwedaneke dîrokî bi tîpên zêrîn dinivîsin. Em hemû QSD ne, em ê her tim li pişta hêza xwe bin û li dora wan bibin xelek.”

Meş bi dirûşmên “Bijî berxwedana QSD`ê” bi dawî bû.

 

 

Related Articles

Back to top button