DaxuyanîNûçeSlide

Kongra Star: Emê Destur Nedin Plan û Siyaseta Qetilkirina Jinan ku Wê Kujerên Jinan Werin Darizandin

Kongra  Star Qetilkirina Jina bi Navê H. Li Bajarê Qamişlo bi Tundî Şermizarkir û got Divê Kujerên Jinan Werin Darizandin.

Duh (29.12. 2014) li bajarê Qamişlo, Jina bi navê H. li taxa Qidûrbeg a Qamişloyê ji hêla xizmekî xwe ve bi 6 guleyan ve hate kuştin. Piştre kujer xwe teslîmî Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajêr kiriye.

Tevî jinên bajar, endamên Meclisa Kongra Star a bajarê Qamişloyê îro li ber Çerxerêya Sonî kom bûn û der barê qetilkirina jinê de daxuyaniyek da.

Daxiyanî ji aliyê Kordînasyona Kongra Star a Kantona Qamişlo  Îptîsam El Huseyîn ve hat dayîn.

Îptîsam El Huseyîn da zanîn ku Jin bi berxwedanîya xwe ve Şoreş ava kir û destkeftiyên girîng bi dest xistin û wiha pê de çû: “careke din Jin li ser destê hişmendiya desthilatdar, netewperest, olperest ku Jinê red dike naxwaze jin bibe xwedî rol û misyon tên hedef girtin. Ji ber ku  di Rojavayê kurdistanê de nava Şoreşa Jinê de destkeftiyê herî grîng a ku jinê bi berxwedaniya xwe ve bi dest xistiye,  Bi azadî, nasname û hebuna xwe ve buye aîdê xwe ku di nava civakê de buye xwedî îrade, rol û misyona xwe diparêzê. ji ber ku ev yêk ne xwesteka hişmendiya desthilatdare ji bo xwe weke telûke kê dibîne, jina ku gavan ber bi azadiyê ve di avêjê armanc digre û tên kuştin.”

Îptîsam dîyarkir ku şoreşa Jınê  buye mînak ji hemû jinên cîhanê re  û got: “Di bin navê şeref û namusê de di bin navê kevneşopiyên bi hezaran salan di mejûyê cavakê de hatiyê çandin bi van rê û rêbazan ve sucên herî giran li ser Jinan pêk tînin. Îro Jin di Bakûr û Rojhilatê Surî de pêşengtiyê ji Jinên cîhanê re dike ku riya Azadiyê nexşê hemû Jinan dike. Ev şoreşa Rojavayê kurdistanê bi pêşengtiya Jin ve buye îlham ji hemû jinên cîhanê re.”

Îptîsam wiha dirêjahî da axaftinê xwe:  “Ji bo vê deka desthilatdariyê dilerize ku di bin navê namus, ol, hwd. Jinan hedef digre di kolanan da Jinan qetil dike. Weke niha hukumeta Colanî dixwaze Jinê bê rol û misyon bike ku dibêje Jin nikare di hêza parastinê de li dad û qadên civakê de xwedî rol be, ew hişmendiya ku duh Jinêk li kolanan qetilkir re heman hişmendiye.”

Îptîsam Qetilkirina Jinan Qetilkirina Jiyanê, û Civakê ye û wiha bi dawî kir: “Kuştina Jinan Kuştina Jiyanê, kuştina Nifşên nû û Kuştina Civakê ye. em weke Rexistina Kongra Star wan plan û siyaseta qirkirina Jinan Bi tundî şermizar dikin û tu carî qebul nakin. Li hemberî wê hişmendiya paşvero em li ser piya nin emê xwe rêxistin û perwerde bikin, ava bikin ku bibin Jinen azad ku em bi karin hemberî plan û sîyaseta kolekirina Jinan bisekinin.”

Daxiyanî bi dirûşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.

Related Articles

Back to top button