DaxuyanîNûçeSlide

HPC: Emê Bi Şerê Gelê Şoreşgerî Welatê Xwe Bi Ewle Bikin û Siberoja Azad a Gelê Xwe Ava Bikin

HPC Derbarê Berxwedana Li Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaqê Ku Şerwanên Azadiyê YPG, YPJ û QSD li Hemberî Êrîşên Dagirkeriyê Berxwe Didin Daxiyaniyek da û Da Zanîn ku bi Dehan Endamên HPC û HPC-JIN Berê Xwe dane Eniyên Şer.

Daxiyanî bi beşdarbuyina bi sedan endamên HPC û HPC-JIN ve li parqa 4’ê Nîsanê hat dayîn. Daxiyaniya bi zimanê Kurdî ji aliyê endama Hêza Parastina Cewherî (HPC)Viyan Hesen ve hat xwendin.

Di Metna Daxiyaniyê de Wiha Hat gotin:

“Li welatê me Sûriyê û li herêmên me yên Rêveberiya Xweser, em di rojên giran û dîrokî re derbas dibin. Ev roj ji bo pêşeroja me pir girîng in. Rejîma Baas a 61 salî ji ber ku nekarî guhertinên demokratîk pêkbîne û daxwazên gelan guhdar nekir, hilweşiya. Rejîmê bersiva pêdiviyên siyasî, civakî, aborî û çandî yên gelên Sûriyê neda. Ji aliyê din ve, dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe bi awayek eşkere êrîşî herêmên me kir.

Daxiyaniyê balkişande ser êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê ê li ser herema Bakur û Rojhilatê Surî wiha got: “Bi êrîşên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê, li Şehba û Minbicê, hemwelatiyên me ketin bin zexteke mezin, mal û milkên wan hatin talankirin, jin hatin revandin û her cure kiryarên der mirovî li wan hatin kirin. Heya van kêliyan jî bombebaran û êrîş bê navber didomin.”

Daxiyaniyê wiha domand: “Li Sûriyê rewşa krîzê berdewam e. Hêza leşkerî ya ku niha li Şamê bi cih bûye îdîa dike ku dê bibe rêveberiya nû, lê weke gel em nikarin parastin û ewlekariya xwe teslîmî hêzeke ewqasî hevkariyê bi dewleta Tirk re dike û azadiya jinan înkar dike, bikin. Li herêmên Rêveberiya Xweser, QSD ji bo parastina me fedakariyên mezin raber dike. QSD, hêza parastina me ye. Ango ciwanên Kurd, Ereb, Ermenî, Turkmen, Suryan û Asûrî ne.”

Daxiyaniyê dîyarkir ku ew wek HPC wê cihê xwe di eniyên şer û berxwedanê de bigrin û wiha lê zêde kir: “Dema ku şervanên rûmetê bi awayekî çalak erka xwe ya parastinê pêk tînin, em jî weke Hêzên Parastina Cewherî nikarin bê deng bimînin û wan bi tenê bihêlin. Emê jî li gel xwûşk û birayên xwe yên QSD û YPJ’ê cihê xwe di eniyên şer û berxwedanê de bigrin. Bi vî rengî em dora mala xwe, gundê xwe, tax û bajarê xwe diparêzin. Heta niha bi dehan endamên HPC û HPC-Jin berê xwe dan eniyên cengê û li gel şervanên QSD û YPJ’ê li dijî dagirkeriya Tirk şer kirin. Ev sekna tevahî endamên me yên HPC û HPC-Jin nîşan dide ku em hemû QSD ne, em hemû YPJ û YPG ne.

Daxiyaniyê da zanîn ku dewleta Tirk li pêy ihlaq kirina Suriyê ketiyê ku ji bo vê hemû rê û rêbazên dijmirovî bi kar tîne û got: “Heger Rêveberiya Xweser di nava 13 salên dawî de tevî aloziyên heyî karî bibe pênaseya warekî azad, sedema xwe ewe ku parastina xwe nade destê tu kesî û bi hêza xwe ya cewherî xwe diparêze. Îro ev pêwîstî ji her demê zêdetir derketiye pêş. Divê em axa ku lê dijîn, bajarê xwe, gundê xwe û taxa xwe bi xwe biparêzin. Dewleta Tirk li pey planên îlhaq û dagirkirina tevahî Sûrî ye. Mîna ku li Efrîn, Bab, Girê Sipî, Serêkaniyê û li deverên din kir, dixwaze tevahî Sûrî dagir bike. Bi awayek eşkere li pêşiya raya giştî dibêje yan hunê radest bibin, an jî ezê we tevî çekên we bin ax bikim. Ev sûcekî herî mezin ê mirovahiyê ye û bi awayek vekirî tê kirin. Ji bo wê divê hesab ji dewleta Tirk bê xwestin.”

Ev ax axa me ye, em ji cihekî din nehatine van deveran, yên ku berê xwe dane vir û dagir dikin, dewleta Tirk û çeteyên wê ne. Ew ne xwediyên van axan in. Çavê me li welatê tu kesî tune ye, lê bila her kes bizane ku li hemberî yên çav berdane welatê me, emê bê deng neminin û heta dawî li berxwe bidin.

Daxiyaniyê bang li gelê suriyê kir ku li ser bingeha şerê gelê şoreşgerî xwe bi rêxistin bikin û wiha bi dawî kir: “Em weke HPC û HPC-JIN bang li hemû gelê xwe dikin ku li ser bingehê Şerê Gelê Şoreşgerî jiyana xwe birêxistin bikin û bi beşdariya xwe ya nava refên parastinê, xwe bihêztir bikin. Em ji dayîna berdêlan natirsin. Ji ber ku em dizanin bi berdêlên ku em didin, em welatê xwe bi ewle dikin û siberoja azad a gelê xwe ava dikin.”

Daxiyanî bi dirûşmeyên ‘Bijî Berxwedana QSD û YPJ’ , ‘Bijî Berxwedana HPC’ , ‘Bijî yekîtiya Jin û Gelan’ , ‘Bijî Rêber APO’ bi dawî bû.

 

 

 

 

Related Articles

Back to top button