
Ji destpêka Kanûna borî ve dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên xwe didomîne. Piraniya êrişan li derdora bendava Tişrînê û pira Qereqozaqê yên başûrê Kobanê û rojhilatê Minbicê ne.
Daxuyanî li gunde Taşlok a bajarê Kobanê hat dayîn
Daxuyaniya ji aliyê Welatiya bi navê Nadiya Hiso ve hate dayîn wiha ye.
Nadiya Hiso da zanîn ku ew tevlî banga seferberiya giştî dibin û kombûna li derdora hêzên xwe yên QSD’ê û birêxistinkirina refên xwe li gorî modela “Şerê Gel ê Şoreşgerî” damezirandina tabûra şehîd Hesen ragihandin.
Her wiha Nadiya êrîşên dewleta Tirk a dagirker destnîşankir û got: “Dewleta tirk a dagirker dixwaze îrade û azadiya gelê me tune bike. Ev 14 salin êrîşê li ser welat nirx û zarokê me dike. Em jî wek dayik û Jin li pişta QSD’ê ne ku çi ji destê me were emê bikin.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bijî Berxwedana QSD û YPJ’ , ‘Bijî Rêber APO’ bi dawî bû.



