DaxuyanîNûçeSlide

Kongra Star Çalakiya Nobetê a li ser Sînorê Qamişlo û Kobanê Silav kir

Kongra Star bi Peyamekê Çalakiya Nobetê a li ser Sînorê Qamişlo û Kobanê  ji bo Piştgiriya Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Slav kir.

Êriş û gefên dewleta Tirk  û çeteyên girêdayî wî dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dikin. Çalakiyên nobedê yên li dijî êrişan li ser sînorê navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê û Pirsûsa Rihayê hatin destpêkirin berdewam dikin. Çalakiya nobedê ya li ser sînorê Qamişlo ya Nisêbînê 23 roj, li ser sînorê Pirsûs a Rihayê û Kobanê 12 Rojin Tevî baran û hewaya sar jî didome.

Li ber navanda Çand û Hunerê a Mihemed Şexo, endam û Rêvebirên Kongra Star û hemû Rêxistinên Jin bi hildana ala Kongra Star li hev kom bûn.

Li vir Kordînasyona Kongra Star Şîraz Hemo axivî

Şîraz Hemo despêka axaftina xwe de cangorîyên azadiyê bi bîr anî û wiha got: “em despêkê de şehîdên azadiyê, rumetê pakrewanên nemir bi bîr tînin û bejna xwe li beramberî wan di tewînin, di heman demî de em nemir Şehîd Ebru ku piştî greva birçîbunê jiyana xwe ji dest da em bi bîr tînin.”

Şîraz dîyarkir ku her dewerekî Kurdistanê buye kela berxwedanê û wiha lê zêde kir: “Îro li Rojava ku qada berxwedan û tekoşîna zindî, şoreşa wê ku li ser asta Kurdistanê, Rojhilata Navîn û hemû cîhanê dengek mezin veda. Şoreşa civaka azadîxwaz şoreşa Jin bi hemû destkeftiyên xwe ku îro buye mîrate jina berxwedêr tekoşer. Îro ji qada ku her bajar û devereke wê  Bakur û Rojhilatê Suriyê û hemû pêkhateyên xwe ve buye kela berxwedanê. Di her kelî û her buhustekî erdnîgariya wî welatî destanên dîrokî ji milê keç û xortên wê we tê nivîsandina. Destana bi baweriya morov bi rumeta xwe re jiyan dike.”

Şîraz Çalakiya Nobedê a li ser sînorên Qamişlo û Kobanê slav kir û got: “Ji vir heya Bakurê Kurdistanê slavên me ji sekin û çalakiyên wan a bi rumet re ku piştgiriya berxwedaniya şoreşa Jinan û hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Surî dikin, ne tenê îro di hemû zext, ferz û êrîşên ku li ser herêma me dihat kirin me bi  çalakî, helwest û fikra wan de bi sekna wan a berxweder de dîtin. Gel û Jina Kurd û civaka azadîxwaz ti carî ji hev nayê qut kirin

Şîraz got ti sînor nikarin gelê azadîxwaz ji hev qut bikin û wiha domand: “Dagirkeran Kurdistan kirin 4 parçe lê em îro dibînin wan sinorên hatini çêkirina li pêşî îradeya gelan nayê qut kirin. Ev sînorên ku hatine danîn ji milê dagirkerên Kurdistanê ve ti carî nebû asteng ji bo îrade û yêkitiya gelê Kurd, berovajî dema êrîş li ser Kobanê hatin kirin me qehremantî û sekna gelê Bakurê Kurdistanê 4 parçeyên Kurdistanê me dît. Dilê Kurdan Li Kobanê de bi hevre lê da. Carekedin gelê me li ser sînorên Kobanê û Qamişlo yê dîsa piştgirî û hevgirtina bê hempa xwedî lê derdikeve. Ji ber îro deskeftiyên di Bakur û Rojhilatê Surî de hatin bi dest xistin ne tenê milkê Rojava ye, ev destkeftî e hemû Kurdistanê, Rojhilata Navîn û hemû cîhanê ne.”

Şîraz wiha berdewamkir: “Pêşengtiya Jina Kurd a şoreşa Rojava re bi felsefeya Jin Jiyan Azadî di tevahiya cîhanê de deng veda û xwedî bandoreke mezin bû. Nîşaneya wê şoreşa keziyan li Rojhilatê Kurdistanê, sekna her Jina bi rûmet ku dengê xwe bilind dikin. Destkeftiyên îro me bi dest xistine mirata tevahî Rojhilata navîne. Em parazvanên çanda ressenin ku ji hemû pêkhateyan di hewîne.”

Şîraz hevdîtina bi Rêberê gelan Abdullah Ocalan destnîşankir û got: “Em îro pêvajoyekî gelek gring de ne ku çarenûsa civaka azadîxwaz bê diyarkirin. Hevdîtina bi Rêber Apo re ev deryayekî mezin li pêşîya projeya aştiyê vedike, dihêle ku nexşeriya azadî û demokrasiyê di Kurdistan û Rojhilata Navîn de bibe bingehek ji bo jiyana civakê ku bi her awayî berxwe dide û nirxê xwe diparêze. Pêvajoya azadî û vekheviyê bi felsefeya Jin Jiyan Azadî bi felsefeya civaka azadîxwaz ku jiyanek bi rumet ji xwe re kiriyê bingeh wê pêk were.

Niha ji bo suriya pêşerojê ku suriyeke demokratîk bê avakirin dive civaka azadixwaz hevgirtî be û yêkitiya Jinan were xurt kirin. Ji ber ku me di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de pêşengtiya Jinê di pêk anîna demokrasî û aramiyê de me dît. Demokrasî nine ger ku maf, azadî û îradeya Jin tune be. Ji bo suriyeke demokratîk dive Rola Jin tê de hebe.”

Şîraz wiha bi dawî kir : “Em careke din bi qehremantî û sekna gelê me ê Bakurê Kurdistanê ku bi salane tekoşînê li hemberî dewleta Tirk a dagirker di meşînin û îradeya xwe parastin slav dikin. Gel bi îradeya xwe a azad ji hev nayê qut kirin. Em wek Gelê Bakur û Rojhilatê Surî û hemû pêkhateyên wê em di bêjin bi hevgirtin û yekîtiya civaka azadîxwaz emê demokrasiyê pêk bînin û di projeya aşitiyê de bimeşin ku derveyî vê em qebul nakin.

Peyam bi diruşmeyên ‘Jin jiyan Azadî’ , ‘Bijî Berxwedana Bakur’ , ‘Bijî Berxwedana Rojava Bi dawî bû.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Related Articles

Back to top button