KomxebatNûçeSlide

Yekemîn foruma şêwirmendiyê ya jinan dest pê kir

Kongra Star di bin dirûşmeya “Bi yekîtiya jinan em ê Sûriyeyeke demokratîk ava bikin” ji bo pêşeroja jinan di Sûriyeya nû de nîqaş bikin, foruma şêwrê li dar dixe.

Kongra Star di bin diruşmeya “Bi yekitiya jinan em ê Sûriyeke demokratîk ava bikin” û bi armanca nîqaşkirina pêşeroja jinan li gorî qanûnên nû yên Sûriyê, li bajarê Hesekê forumek li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar xist. .

500 delege ji pêkhateyên cuda yên Kurd, Ereb, Elewî û Ermenî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî forumê bûn û tê çaverêkirin ku gelek jinên parêzgehên Sûriyê yên li derve yên weke Heleb, Hums, Laziqiye, Tertûs,sahil, Suweyda û Şamê beşdar bibin. bi rêya sepana Zoomê û derbarê paşeroja jinên Sûriyeya Nû û hemû sazî û dezgehên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de nêrîn û nirxandnên xwe parve bikin.

Forum bi xêrhatina beşdaran ji aliyê Berdevka Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve dest pê kir û nîqaş dê berdewam bikin.

Related Articles

Back to top button