KomxebatNûçeSlide

Şewra Jinan bi Durişmeya ‘Bi Hevgirtina Jinan Emê Suriya Demokratîk Ava Bikin Hat li Darxistin’

Kongra Star li bajarê Hesekê li ser rewş, erk û rola jinan a di pêvajoya nû a Sûriyê de û ji bo projeya bi felsefeya Jin Jiyan Azadî ku li Bakur û Rojhilatê Surî hatiye avakirin, bikin malê tevahî Jinên Suriyê Şêwrek bi pêkhateyên cihêreng re li darxist.

Şêwra Jinan li Akademiya Ş. Zeyneb Saroxan a bajarê Hesekê hat li darxistin. Di vê Şewrê  de 500 Jin ku ji pêkhateyên cihêreng e Kurd, Ereb, Suryan, Ermen û Êzidî de Rêxistin, Tevger, Sazî, Mûnazamatên Jin Rewşenbîr, Huquqnas, Nivîskar û Rojnamevan, Jinên Pêşeng ê Eşîran û Kesayetên Serbixwe amadebûn. her wiha hejmarek Huquqnas Çalakvanên Jin ji aliyê Siwêdaye, Humis, Heleb, Şam, û Sahil jî beşdarbûn.

Salon bi wêneyên Cangorîyên Azadiyê û bi durişmeyên ‘Bi destê Jinê Emê Suriya Nû Ava Bikin’ , ‘Hevgirtina Jinan Hevgirtina Suriya Nû ye’ , ‘Hevgrtina Jinan di Nava Suriya Nû de Pêk Anîna Wekheviya ye’ , ‘Werin Em Bi Hev re Suriyeke Demokratîk Ava bikin’ hatibûn xemilandin.

Di Şêwra Jinan de 2 mijarên sereke hatin dest girtin.

Mijara yêkemîn de li ser geşedanên dawî ê li Suriyê de çawaniya Rewşa Jinan her wiha êrişên li ser Hebûn, Nasname û destkeftiyên Şoreşa Jinan bi berfirehî hat nirxandin.

Mijara Duyemîn ji bo parastina maf û rola jinan a di pêvajoya nû ya Sûriyê de û projeya Jin bi felsefeya ‘Jin Jîyan Azadî’ pergala wekhev ku li Bakur û Rojhilatê Surî de hatiye avakirin bibe malê tevahî jinên Suriyê, nîqaş hatin kirin, nêrîn û pêşniyarên der barê wê de hatin parvekirin.

Di dîwanê de Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo, Berdevka Rêxistina jinên Sûryan Curcêt Bersun, Koordînasyona Yekîtiya Jinên Ermen Annahît, Rêvebira meclisa Suriye a Bakur û  Rojhilatê Surî Emîne Omer Berdevka Kombûna Jinên Zenûbya Xud El elî cihê  xwe di dîwanê  de girtin.

Şewir bi deqeyekê rêz girtinê li ser rihê cangoriyên azadiyê despêkir û bi avakirina dîwanê re dewam kir. axaftina vekirinê ji aliyê berdevka Kongra Star Rîhan Loqo ve hat kirin  û bi xerhatina mêvanan kir herwiha berxwedaniya Ypj ku di eniyên şer de li hemberî dagirkeriyê li berxwe didin slavkir.

Rîhan Loqo Wiha axivî: “Rêhevalê me ê pêşengên şoreşa jin ku di berxwedana dîrokî a tişrîn û Qereqozaqê de dane meşandin di şexsê Ronahî Mîzgîn Avaşîn Jiyan bibîr tînin. Ev meha yêke ku bi pêşengtiya Jinên berxweder re tê naskirin em Rosa Lûxemburg komîtana mezin Sakîne Cansiz, Fîdan Doxan Leyla Şaylemez û heval Evîn Goyî di şexsê wan pêşengan de ku tekoşînek bê navber meşandin ji bo ku em azad bi rûmet kêliyên azad jiyan bikin. Em di vê mehê de wan bi rêz û hurmet bi bîrtînin.”

Rîhan tekoşîna Jinên pêşeng e li hemberî êrîşên Nijadperest, olperest û zayinperest berxwe dane destnîşankir û got Em di kêliyên dîrokî re derbas dibin ev kêliyên ku niha em têra derbas dibin kêliyên herî bi wate ne bi salên dem dirêj Jinan li hemberî teevahî hişmendiyên Nijadperest, olperest û zayinperest tekoşîn û berxwedaneke be hempa dan meşandin li hemberî hemû planên dagirkerî û Qirkirinê Jinan bi awayekî wêrek, Zane û rexistinî li hemberî hişmendiya berxwedan.

Di salên dem dirêj jin di vê qadê de ji bo parastina nasname, hebûn û destkeftiyên şoreşa Jin di xebatên zanista dîrokî parasite didin meşandin. Lê belê 08.12.2024 de rojeke taybet ji bo gelên Suriyê bi taybet ji bo Jinan bû. Roja rejîma baas ji hikum ket, gelên Suriyê bi keyfxweşî ev kêlî pêşwazî kir. Lê dewleta Tirk a dgairker di vê sûd vergirt û êrîşê li ser herêma me a bakur û rojhilatê surî kir. Armanca dewleta tirk yêk qirkirina li ser gelan pêk bînin, 2 di şexsê gelan de qirkirina Jinan  armanca dewleta tirk ewe ku qirkirineke li ser şoreşa Jinan bide kirin. Di eliyê kê de çeteyên girêdayî dewleta Tirk êrîşên xwe li ser êrdê me dikin di aliyekî din de jî bi balafirên bê mirof pêşêngên me hedef digre.

Rîhan êrîşên li ser Jin û gelan şermizarkir û got: “Di van kêliyan de êrîşên tund li ser jinan tê meşandin di aliyê Siweda, Hemis, Hema, Şam û gundewarên wê de. Jinên Elewî, durzi, Hirîstiyan tevahî pêkhateyên ku li surî jiyan dikin êrîşên mezin hene em van êrîşan bi tundî şermizar dikin. Em dibêjin ji  qadên şoreşa jin em li pişt tevahî jinên Suriyeyê ne. qirkirina li ser her jineke suriyê li ser me hemûyane. Her jine kî dilê wan ji bo azadiyê lê dixe û tekoşîn dike em li piş wanin.”

em demeke dirokî de derbas dibin ji bo vê jî ji tavahî pêkhatê, rêxistinên em li vir kombune armanca me ewe ku em li hemberî vê rewşa hessas ku Suriyê tê de derbas dibe helwesta xwe wekî pêkhate, netew, nasname û rêxistin û tevgerên Jin diyar bikin.

Rîhan wiha bi dawî kir: “Bi salên dem dirêj jinan tekoşîn dan meşandin bi dehan şoreşên Jin bi tekoşînê re hatin ava kirin, kes nikare me vegerîne sedsala 17-18 mîn. Em di sedsala 21 mîn emê bikin sedsala azadiya Jinan û gelan. Di Suriya Nû de emê Pergala hevsorokatî temsîliyeta hekhev ku di wê uxirê de bi hezaran şehîd cane xwe feda kirin bi helwestê xwe ê rast de bidin avakirin. Em xwedî hêz bawerî ne ku bi hevgirtin yekîtî û heskirina jinan emê suriyeke nû bi yêkitiya Jinan ava bikin.”

her wiha Li ser navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Surî Evîn Siwed axivî û got

Evîn dîyarkir ku şoreşa ku ji jinan hatiyi dizin destnîşankir û got: “xwe de Di seri de em silav û heskiriên xwe hemû jinên hazir û pêkhateyan û baweriyan pêşkeş dikin bi çiruska despêkê a serhildana gelan di herêmê de a ku ji tunisê despê kir li tevahiya heremê belav bû pê re rola herêmên din hatin guhertin civaka ku bi xwesteka jiyaneke demokratîk  ji bo azadiyê, vehhewî adaletê do kolanan  li kolanan de qêr dikir rastî siyasete ke qirêj a Hêzên hegemon hatin bi rengekî qirêj şoreşa gelan hat dizîn xwesteka heq a civakan kirin wesileya xêz kirina welatan ji bo berjiwendiyên xwe heman sîyaset li ser surî hate meşandin lê xelkê bakur û rojhilatê surî pêra kesayetên demokrat berxwe didin heta roja îro bi avayekî sîyasî, aborî û çandî şoreşa xwe a Jin diparêzin.”

di dirokê de jin di nava civak û hemû beşên cihanê de xwedî rol û mîsyoneke girîng bû. Pêşenga civakê bu asta xwidewandiyê de di hat pênasekirin. Di nava Suriyê de jî jinên weke Zenûbya mohra xwe li dîroka Suriyê dane. Ji siyasî heya hunerî roleke grîng hebû  Ev rol û mîsyona jin bi destê pergala baasê hat asteng kirin. Hemû rêxistin û tevgerên Jinan bi dewletê re hatin girêdan.

Evîn wiha berdewam kir: “Rewşa jin di surîyê de neynika tevahiya civakên suriyê bû bi gavên despêkê ê şoreşê re jin weke lehiyê herikîn qadan, weke tiyyê Azadiyê dengê xwe beramberî koletiya bi hezaran salan bilind kir û ji bo parastina civaka xwe bu mînak tevahî cihanê re. bi hezaran civîn li darxistin qada aborî sîyasî leşkerî û ragihandinê de cihê xwe girt jinan di her komîn partîyekê de xwe bi rêxistin kir û bi dehan rêxistin û sazîyê xwe avakir îro buye xwedî bîryar bi tekoşîna her warî de xwe ispatkir.”

Ji aliyê Pergala baviksalar ku niha neteweya dewlet xwe li ser ferz dike de Jin rastî hemû êrîşan tê lê jinan bi tekoşîn û berxwedaniya xwe ve roleke dîrokî girt Ji hemû pêk hate û olên heremê  pirrengî ava kir.Weke jin bi taybet em bi demeke heses de derbas dibin. Dive bertekên me diyar bin û jinan hişyar bikin ji her wextî zêdetir pêwîstaya me bi yêkitiyê heye ji berku Di pergala suriya nu de bi rengekî huquqî pêwîste were dest girtin.

Evîn wiha bi dawî kir: “Li ser navê we teva hemû şehîdên azadiyê ku bi berxwedanê ve pira qereqozaq û bendava tişrînê di nava tîpên zêrîn de nivîsandin bibîrtînin û hevalên ku niha di bin êrîşên dagirkeriya de berxwe didin slav û heskirinên xwe pêşkeş dikin.”

Endama Desteya Meclisa Suriya Demkratîk Foza Yusif axivî:

Foza Yusif berxwedaniya YPJ li hemberî dagirkeriyê silav kir û got: “Bi navê we hemûyan despêkê em qehremanên xwe jinên serfiraz ku canê xwe kirine sîper em berxwedana qehremanên YPJ silav û pîroz dikin û em bejna xwe li hemberî hemû şehîdên Pira qereqozaq û bendava Tişrînê bi rêzdarî bi bîr tînin û bejan xwe li ber wan ditewînin.

Foza Yusif dîyarkir ku hilweşandina rejima baas de rola Jinan jî heye û wiha axivî: “Berxwedana jinan yêk ji sedemên esasî bu ku pergala baas têk çû di, di hilweşîna rejîmê de rol û mîsyona me Jinan jî hebû. roja me a îro de hewl dan hene ku jin xwedî rol bin di avakirina suriyê de ji bo vê ev kiryarên ku demên dawî hatin kirin navê xudawendan ku di pergala surî de hat li darxistin em şermizar dikin.

Ew nikarin navê me xîz bikin ev nav bi tekoşîn berxwedaniya jinan diyar dike. Kes nikare mafê me bi navê din û bawerîyê ji me bistinê. Metirsiyake pir mezin li ser pêşeroja jin keç û destkeftiyên jinan heye metirsiya pergala afganistanê li suriyê were ava kirin heye.

Foza Wiha bi dawî kir: “Weke hz. Ayşe Rebîa elewîa jinên bi nav û deng di nava îslamiyetê derketin Em dixwazin desthilatdariya şamê bizane ku em rê nadin mekanizmaya ku jin tê de cih negirin were avakirin em îradeya xwe beyan dikin ku pêwîste jin di riya … jin cihê xwe bigrin ev mafê me ye ji ber ku îro jin di suriyê de sedî pêncî zêdetirin. Jinan di meydanên şer di zindanan de berxwe da ku çawa mafê jinan di berxwedaniyê de hebe di avakirina suriyê de jî pêwîste hebe.”

 

 

 

Related Articles

Back to top button