Şêniyên Tebqa, Reqa û Cizîrê Li Bendava Tişrînê Dest bi Çalakiya Nobetê kir
Duh (08.01.2025) bi hezaran şêniyên ji kantonên Cizîr, Reqa, Tebqa û Firatê ji bo piştgiriya QSD`ê, ber bi bendava Tişrînê yê kantona Minbicê ve rê keti bûn Tevî êrişên Deleta Tirka Dagirker li ser Konvoyê, gel bi meşê xwe gihand Bendava Tişrînê û li bendavê dest bi çalakiyên nobedariyê kir.

Ji 8ˋê Kanûna 2024ˋan ve êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên bejahî û hewayî bênavber li dijî Bendava Tişrîn û pira Qereqozaqê didomin.
Li Bendava Tişrînê li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tevahî pêkhateyên li herêmê daxuyaniyek hat dayîn.
Di daxuyaniyê de hat gotin ji bo parastina bendavê wan çalakiya nobedariyê daye destpêkirin û bang li Koalîsyona Navneteweyî dikin ku dozên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çareser bikin û êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmê bi dawî bikin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker bi van êrişên xwe yên ku bi mehekê li dijî herêmê didomin, bi taybet êrişên li dijî Bendava Tişrînê, jiyana bi hezaran welatiyan dixe xeteriyeke mezin.
Her wiha hat gotin ew van sûcan qebûl nakin û ji bo parastina Bendava Tişrînê çalakiya nobedariyê didin destpêkirin
Her wiha daxiyaniyê bang li tevahî keç, xort û xelkê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku tev li çalakiyê nobedê bibin
Di dawiyê de girseya gel diruşmeyên “Bijî berxwedana QSDˋê”, “Bijî berxwedana gelê Kurd” û “Na ji dagirkeriya Tirk re” berzkirin




