
Yekitiya Star di 15’ê Çileya 2005’an de xwe bi rêxistin kir û tevahî civak û taybet jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hembêz kir ku pêşengiya şoreşa 19`ê Tîrmehê kir. 25’ê Sibata 2016’an de navê Yêkitiya Star veguherî Kongra Star.
‘Avabuyîna Yêkitiya Star re Tekoşîna destpê kir’
Rîhan Loqo salvegera Kongra Star a 20’ mîn Ji hemû Jinên berxwedêr re pîrozkir û wiha got: “Em salvegera damezrandina Kongra Star ji tevahî Jinên azadîxwaz Jinên ku bê navber li tevahî qadên jiyanê de ji bo mezinkirina rexistina Jinan a Kongra Star li hemberî hişmendiya Nîjadperest, Olperest û Zayinperest tekoşîn dikin, li wan pîroz dikin. Di Suriyê bin hikmê rejîma baas de, hişmendiyeke pir hişk li ser Jinan di hat meşandin, nedihiştin ku jin derkevin qadê Jiyanê ku rêxistina xwe ava bikin.”
Rîhan wateya avakirina Kongra Star ji bo Jinên Bakur û Rojhilatê Suriyê ku buye nimuneya Jiyana Azad nirxand û wiha rêz kir: “20 sal ji rêxistinbuyînê, tekoşîn û bexwedanê re gihişt roja me a îro. Bilindkirina asta zanîstê di nava Jinên Bakur û Rojhilatê Surî de, Kongra Star bi navê Yêkitiya Star 2005 de bi pêşengiya Jina Kurd îro jinê Ereb, Turkmen, Suryan, Çerkez, Êzidî û tevahî pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Suriyê ji bo hebûn û nasnameya xwe a netewî, çandî ve jîyan bikin, tekoşineke mezın raber kirin.”
‘İsrar û cesareta Jina Kurd’
Rîhan dîyarkir ku Kongra Star ruxmê bê tehemilûya rejîma baas li hemberî Jinên Kurd hat avakirin û pêşangtiya Şoreşa 19’ê Tîrmehê kir û wiha lê zêde kir: “E ku pêşengtî ji vê yêkê re kir Yêkitiya Star bû. demê ku Yêkitiya Star hat avakirin rejima Baas qebul nedikir ku navê Jinan hebe ango rêxisineke Jinan were avakirin bi taybetî jî avakirina rêxistinên Jinên Kurd qed nedihat qebul kirin, Lê bi israrekî Mezin û bi cesaretekî xurt jina Kurd li Rojavayê Kurdistanê Rêxistina Jinan a yêkemîn bi avayekî veşartî bi navê Yêkitiya Star avakir.
Rihan da zanîn ku Yêkitiya Star li hemberî hişmendiya paşvero 5 xalên bingehîn ê parastinê pêşxist û wiha qal kir: “Yêkitiya Star ji bo ku xwe bi gihîne tevahî Jinên Kurd li hemberî hişmendiya netewperest tekoşîn û berxwedanîyêk mezin raber kir. ev 5 xal Çand, Ziman, Hebûn, Nasname û Erdnîgarî bingehên esasî bûn ku Jin li beramberî Hişmendiya baviksalarî xwe bi parêze. Ji bo Têginê li ser Jinan dihatin ferz kirin e ku ne layiqê tekoşîna Jinan in vala derxîne û şuna wî teqînên ku bi rastî dikarin Jinan îfade bike hîn behtir di aliyê avakirin, afirandin û zanebûnê de pêş bixe, Yêkitiya Star roleke mezin lîst.”
Her wiha Rihan diyarkir ku ji Yêkitiya Star heya nî Kongra Star tekoşîneke bê navber hat meşandin û wiha lê zêde kir: “Li beramberî tevahî hişmendiyên ku xwe li ser îradeya Jin ferz dikin û hewl didin planên xwe ên qirkirinê li ser Jinan bidin meşandin, taybet di sala xwe a nû de ji Yêkitiya Star heya Kongra Star li hemberî wan hişmendiyan tekoşîne ke ne ji rêzê de meşand. ev tekoşîn her ku diçe asta wê û zanista wê bilind dibe. destkeftiyên Jinan roj bi roj mezin dibin, nû kirin û têne bi rêxistin kirin ku ev gavekî gelekî esasi ye ku bû îlhamek mezin ji bo tevahî Jin û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Suriyê.”
‘Pêşeng û Endezyarê Şoreşa ‘Jin Jîyan Azadî’
Rîhan Êrîşên dewleta Tirk ê li ser Rêxistina Jin destnîşan kir û diyarkir ku li hemberî Êrîşên hovane asta tekoşînê jî bilindtir bû û wiha domand: “Bi pêşengtiya Kongra Star derfeta tevahî rêxistin û tevgerên Jinan ji bo nasnameya Jin werin avakirin çêbû ku bi awayeke azad xwe bi rêxistin û perwerde bikin di qadên jiyanê û revebirinê de bi rol û mîsyonekî mezin cih bigrin. Ev gavên dîrokî ê ku Kongra Star di salên xwe ê tekoşînê de di avêjê, di aliyekê din de jî di nava vê salê de tevî ku ev gas êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê li ser pêşeng û endezyarê şoreşa ‘Jin Jîyan Azadî’ hebû jî Kongra Star bi vê tekoşînê xwe a xort ve diyar kir ku her ku asta êrîşên dewleta Tirk a dagirker mezin dibin, asta Tekoşîn û berxwedanîyê jî xurtir dibe.”
Rîhan şehîdên azadiyê bi rêz û heskirin bi bîr anî û wiha got: “Bî Taybet jî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser nasname, hebûn, destkeftiyên Jin û li ser endezyar û pêşengên şoreşa Jinê bûn. Di şexsê rê heval Rîhan, Yusra, Hinû Seid, Qamer, Jiyan her wiha hevalên weke heval Kerem ên pêkhateya Ereb ku berê çend Rojan di bendava Tişrînê de hat hedef girtin, em di şexsê wan hevalan de tevahî şehîdên azadiyê bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin.”
‘Hevalên Şehîd bi Cesaret û Fedakariyeke xurt Xebatên Girîng Meşandin’
Rihan îşaret bi cesaret û fedakariya Şehîdên Azadiyê kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi sedan hevalên Jin ên ku di nava qadên xwe Parastin, Siyaset, Rêxistin kirin, Perwerde û di Rêvebirina jiyanê de pêşengtî ji avakirina pergaleke nimûne, demokrat û wekhev ku di hindirê Bakur û Rojhilatê Surî de ku xwedî projeyekê bi salên demdirêje, ji bo tevahî Jinan hişmendiya paşvero xilas bikin hevalên me en Şehîd bi fedakariyeke mezin bi cesareteke xurt û bi îlhameke mezin kar û xebatê girîng dan meşandin.”
‘Emê bi Israr û Berxwedanîyeke Mezin Xeyalên Şehîdên xwe Pêk Bînin’
Ew Nimûneyên Bakûr û Rojhilatê surî ê şoreşa Jin bûn, ji bo wê ji aliyê dewleta Tirk a degirker ve hatin hedef girtin. Em di salvegera Kongra Star de tevahî hevalên xwe ên pêşeng bi bîr tînin û soza xeyal û doza wan ku ji bo wan tekoşîn dikirin, bi israr û berxwedanîyeke mezin emê pêk bînin. Di tevahî qadê şoreşê de ku roj bi roj destkeftiyên mezin tên bi dest xistin, ne tenê Jinên Kurd tevahî pêkhateyên herêmê bi hevre emê şopdarê riya wan bin. tevî ku her pêkhate rêxistin, birdozî, pîvanê wan cuda ne jî Kongra Star karîbu ku hemû Jinan di bin sîvanê ‘Jin Jiyan Azadî’ de kom bike.
‘Konfederalîzma Demokratîk a Jinan’
Rîhan Qala Statûya Jinan a bi fedakariyên mezin ve hatiyî bi destxistin kir û wiha lê zêde kir: “Kongra Star roleke pêşeng lîst ku tevahî pêkhate, rêxistin kesayetên ser bixwe rewşenbîr, nivîskar û rojnamevan û kesên sosyalist ji kîjan nasnameyê bin qadiya Jin, di Konfederalîzma Demokratîk a Jinan de bi hevre li beramberî tevahî hişmendiyên paşvero tekoşîn û berxwedaneke dîrokî raber kirin. peyamên me ji bo şoreşê her tim bi navê rêxistin û tevgerên jinan hat darxistin ev hişt ku Kongra Star hîn behtir di nava rêxistinan, civakan û Jinan de statuyekî girîng bi dest bixe.”
‘Jinan Plan û Kiryarên Qirêj Vala Derxistin’
Di vê salê de taybet ev nimûneya Konfederalîzma Demokratîk a Jinan de ji bo bi helwest û sekna xwe ve kiryar û planên dijminê Jinan vala derxînin, Gavên mezin hatin avêtin. Ev bu bingehe ke mezin ku baweriya tevahî gelan, rêxistin û jinan qezenç bikin û Kongra Star weke cihê çareser kirin, aktîf kirin û cihê zanista jinan were dîtîn.
‘Her Şoreşek Xwe Dispêre Zanistekê’
Rîhan Da zanîn ku Kongra Star ji bo pêk anîna armancên xwe, xwe li ser 12 rehendan rêxistin dike û wiha rêz kir: “Jinan Hişmendiya kevneşopî ku Jin hûkim û mehkum dikir ku digotin jin nikare karê Ragihandinê Siyasetê, Dîplomasiyê û Aboriyê bimeşîne, vala derxist. Kongra Star 12 rehendan xwe bi rêxistin dike. li tevahî qadên jiyanê de bi awayekî zanistî û rexistinî bi rêve dibe perwerde dike û pêş dixe.”
‘20 Sal tijî Tekoşîn û Berxwedan derbas bû’
Loqo zanista Jinêolojiyê ku bingeha Şoreşa Jin a Bakur û Rojhilatê Suriyê ye destnîşan kir û wiha berdewam kir: “Her şoreşek xwe dispêre zanistekê. Şoreşa Jin jî xwe dispêre zanista Jinolojî ku hîn behtir bi perspektîfên Jinolojî ji bo tevahî qadên jiyanê ku em şoreşa Jin bikin şoreşeke zanistî û bi tevahî qadan de bi awayekî xurt pêş bixin.”
‘Plansaziya me ji bo avakirina Suriyeke nû berfirehin’
Loqo Da zanîn ku projeya wan a ji bo Suriyek wekhev û demokratîk berfirehîn û got: “Ji bo avakirina jiyaneke wekhev û Suriyeke demokratîk kar û xebat hatin meşandin. niha jî weke Kongra Star plansazî û hewl danên me li ser esasê projeya me a Bakur û Rojhilatê Surî de avakere ku bûye nimûne ya jiyana azad, em dixwazin bikin malê tevahî jinên Suriyê. plansaziyê me a bi yekîtî û hevgirtina Jinan ve avakirina Suriyeke nû, Demokratîk gelekî berfirehin, ji bo vê em ê xwe bi gihînin tevahî Jinên Suriyê.”
‘Wê Suriye welatekî reng û denge Jinan ve bê naskirin’
Loqo got Kongra Star ji bo Jin her keliyekê azad jiyan bikin 20 salan tekoşîneke dîrokî meşand û wiha axivî: “Bi tecrûbeya Şoreşa Bakur û Rojhilatê Surî de me bi dest xistiye, emê vê tecrubeyê di hindirê Suriyê de wek Hims, Hema, Latqiye, Heleb û Şamê de bi awayekî xurt belav bikin û bi hevre mûzayika Jin a ku Bakur û Rojhilatê Surî hatiye ava kirin bi hevpariya jinan ve hişmendî, Plan û kiryarên qirêj ê heyî rawestînin. Ji bo em bi hevre projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Surî bi giştî Suriyê de bi pêşengtiya Jinan avabikin ku Suriyekê reng û denge Jinan ve bi welatekî Jinan bê naskirin. Di Bakur û Rojhilatê Surî de me di şoreşa 13 salan de tekoşînek bê navber da meşandin 20 salên omrê Kongra Star jî ji bo Jin her kêliyekî jiyana xwe azad jiyan bikin e. wê hewl danê me heya dawîyê ji bo em Suriyê bikin suriyeke demokratîk be.”
Divê Jin bi hebûn, nasname û zimanê xwe ve di destura Suriyê a nû de cîh bigrin ne tenê wekî şekil divê erk, rol û misyona Jinan Suriyê de hebe. Ji ber ku parastina destkeftiyên me ê Bakur û Rojhilatê Surî parastina rêxistin û tevgerên Jinan di axa surî de esase. di sala nû de gelek plansazîyê me ê berfireh hene. Di Bakur û Rojhilatê Surî de bi pêşengtiya jinên Kurd, Ereb, Suryan, Turkmen û Çerkez muzaîka li Bakur û Rojhilatê Surî de cara yêk Dîrok, Hebûn, Nasname û mafê Jinan bi navê hevpeymana Jin tê nivîsandin û ev hevpeyman emê di demê pêş de ji raya gîştî re ragihînin. Emê vê hevpeymanê hewl bidin ku bikin malê giştî e Suriyê.”
‘YPJ, Asayiş, Heza Cewherî û Rêxistinên Jinan’
Loqo balkişande ser 2 xalên grîng ku yekîtî û hevgirtinê esas digre û wiha berdewam kir: “ji bo Suriyeke demokratîk Deklerasyon hatin îlan kirin planên me di dereceya yêkê de ewe ku ji bo Hêzên xwe parastinê YPJ, Asayiş, Heza Cewherî, rêxistinên jinan ji bo parastina zarok û astengdaran her wiha nasnameyê Jinan taybet yêkitiya Jinên Kurd hewl didin. ji berku di rewşa niha de yêkitiya Jinan gelekî grînge. Di eliyekê de yêkitiya Jinên Kurd di aliyeke din de jî yekîtî û hevgirtina Jinên giştî Suriyê û Bakur û Rojhilatê Surî de li ser wan 2 xalên giring me pêwîstî dît em sala nû de li ser kar û xebat bikin. Her ku asta êrîşan jî li ser herêm û destkeftiyên me mezin dibin asta tekoşînê bilind û xurt dibe deng vedana şoreşa Jin jîyan Azadî mezin dibe.”
‘Roja Taybet a Hilweşîna Rejîma Baas’
Loqo eşkere kir ku dîroka hilweşîna rejîma baas ji bo tevahî Jin û Gelên Suriyê rojeke taybet bu û wiha got: “Dîroka 08.12.2024’an roja ketina rejîma baas rojeke taybet bû ji bo giştî gelê Suriyê û taybet Jinan, Ji ber rejîma baas qet derfet neda ku Jin xwe di vî welatî de rêxistin bikin, bi nasname û zimanê xwe jiyan bikin û bi hebûna xwe ve di nav jiyanê de xwedî rol û misyon bin.”
Loqo diyarkir ku ew ne hişmendiya dîktaroriyê ne jî olperestiya ku niha komen cîhadîst dixwazin di Suriyê de pêk bînin, bi ti awayî qebul nakin û wiha pêde çû: “bi dehan Jinên ku cihê xwe di doza azadiyê de digirtin Jinên ku daketin qadan di zindanan de hukmên giran li ser wan hatin birîn. ji bo vê diroka hilweşîna Suriyê roja bi dawî kirina diktatorê baas, dirokeke taybet bû ji bo tevahî Jinan. Ne hişmendiya dîktatoriya baas ne jî hişmendiya olperestiya ku niha dixwazin li ser Jinan ferz bikin em bi ti awayî qebul nakin.”
‘HTŞ Rojane Kanûn û Kuralên Cuda ji bo Çewisandina Jinan Derdixe’
Loqo diyarkir ku wê li hemberî kanûn û Kuralên binpêkirina mafê Jinan ê Komên Cîhadîst tekoşîn bikin û wiha lê zêde kir: “ Em xwedî Şoreşeke mezinin ku Bi salêne pêşengtiya vê şoreşê dikin. diyare li hemberî HTŞ ku niha buye rêvebirê Şamê jî emê tekoşîneke mezin bidin meşandin, ji ber ku rojane kanûn û kuralên cuda li ser hebûn û rêxistinên Jinan derdixin. Li ser wê bingehê êrîşên li tevahî aliyan de li ser Jinan mezinin lê tekoşîna me êrîşan mezintirin.”
Rêber APO: Sedsala 21’an wê Sedsala Azadiya Jinan be
Loqo balkişand ser Gotinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û teqez kir ku wê ti hêz nekarîbe wan vegere sedsala 17 û 18’ mîn û wiha bi dawî kir: “Di vê sedsalê de em bi vê yêke bang dikin ku wê ti hêz nekarîbe me vegerîne sedsala 17-18’mîn sedî sed emê vê sedsalê bikin azadiya Jinan û Gelan. wê sedsala 21’an weke ku Rêber APO gotiyi wê sedsala azadiya Jinan be em bi vê bîr û baweriyê ve heta dawiyê bi cesareteke xurt di salvegera rêxistina xwe Kongra Star de em dibêjin wê ev sedsal sedsala azadiya Jinan Azadiya Gelan e. Emê bi israreke mezin wê tekoşîna xwe bidomînin û vê yêke diyariyê tevahî Jinên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û Cîhanê bikin ku bi israr û rihê ku me despêkir bi felsefeya Jin Jiyan Azadî wê Jin di vê sedsalê de bi aramî, aştî û demokrasi yê jiyan bikin.”



