
Şahî li Hola Zana, taxa Kornîş a bajarê Qamişlo hat li dar xistin. Salon bi wêneyên Şehîdan, Ala Kongra Star û YPJ hatibû xemilandin. Endam û Rêvebirên Kongra Star PYD, TEV-DEM Saziya malbatê Şehîdan û hemû Rêxistinên Jin her wiha Şeniyên Bajarê Qamişlo, bajarok û Gundewarên we ve bi dehan Jin salvegera damezrandina Kongra Star bi morel û coşeke pir mezin pîroz kirin.
Şahî bi deqeyekî rêz girtinê li ser cangoriyên azadiyê despêkir. Ji aliyê Endama Şaredariya Bajarê Hesekê Mahabat El Şêx hat birêvebirin.
Piştre berdevka Kongra Star Rîhan loqo axivî
Rîhan şehîdên azadiyê bi rêz û mînetdarî bi bîr anî û wiha got: “ 20’mîn salvegera damezrandina rêxistina me, Rêxistina Arînan, Awesta, Zeyneb, Kerem, Zehra û bi sedan hevalên Şehîd ê ku bê navber ji bo bilindkirina asta tekoşînê û xebatê heya keliya dawî bi fedaîtiyekî mezin canê xwe feda kirin em tevahî şehîdên azadiyê bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin.
Di rojekî wiha girîng de di şexsê rê hevalên xwe ê demê de şehîdên meha yêkê Pêşenga mezin heval Sakîne Cansiz, Evîn Goyî, Leyla Şaylemez, Fîdan Doxan û sê Jinên Pêşeng ê Bakurê Kurdistanê Heval Sêvê, Fatma û Pakîze Her wiha şehîdên xeta azadiya Jin ku ji Losa Luksemburg heya Sakîne Cansiz di vê meha Şehîdên Jin tê Naskirin de em soza pêk anîna armancê wan dubare dikin.
Rîhan salvegera damezrandina Kongra Star Ji Rêber APO pîroz kir û wiha pêde çû: “20’mîn salvegera damezrandina Kongra Star em Rêberê mirovahiyê, rêberê Azadiyê, rêberê felsefeya Jin Jiyan Azadî, Rêber APO pîroz dikin. Rêber APO ronahî da ser taritiya ku em tê de bûn. Kongra Star di demên herî zehmet, êş, tundî û dîktatoriya baas li ser Jinan ferz dikir ku nedihişt Jin nefes bigre di demê ku hişmendiya Nijadperest, Olperest û Zayinperest li ser Jinan ferz dikirdi suriyê de dixwestin Jinan kole û bindest bikin.”
Rîhan Salvegera Kongra Star ji tevahî Jinan jî pîroz kir û wiha domkir: “Lewma 2005 de bi israrekî mezin û tekoşeneke xurt bi hezkirin û fedakariyê ji bo em jiyaneke bi reng û dengê Jinê ava bikin ji grubeke piçuk ve hat ava kirin îro bi hezaran Jin di bin sîwana Kongra Star de ji tevahî reng, pêkhate û ê baweriya xwe bi azadiyê tîne di nava Kongra Star de mezin bû û asta tekoşînê roj bi roj bilind dikin. Ev bi keda wê û taybet keda Hevalên Şehîdane Ku em salvegera Rexistina Kongra Star hemû Kedkaran pîroz dikin. İsrara mezin a Kongra Star di salên demdirêj de ji bo avakirina civakeke demokratîk bi baweriya Jina Azad avakirina Malbata azad û Civaka azad ve emê netewekî demokratîk awa bikin.
Rîhan wiha berdewam kir: “20 salên ku Kongra Star tekoşîn dike de em dibînin ne weke beriya 20 salane roj bi roj bi tekoşîn û berxedaniyê Kongra Star di nava civakê, jiyanê û Pêkhateyan de roj bi roj tovên xwe xurt kirin mezin û bilind kirin. 20 salan ji fedakarî, kar ,, xebat û ji zanistê ve giha vê rojê.Kongra Star ji bo gihandina tevahî Jinan ji bo jiyanek azad bi pêşengtiya Jina Kurd ve bi navê Yêkitiya Star despêkir ku îro Jinên Ereb, Suryan, Çerkez û Êzidî bi hevre bi yêk helwest û israreke mezin ji bo xwe bigihînin tevahî Jinên bindest tekoşîneke mezin dikin. Kongra Star bingehên esasî Ji bo tevahî Jinan di Bakur û Rojhiatê Surî de avakir.”
Rîhan dîyarkir ku tekoşîna Jinan Bi felsefeya Jin Jiyan Azadî gihîşt asta cîhanî û got: “Kongra Star li hemberî rejîma baas hişmendiya Olperest, netewperest, zayinperest bi israreke mezin tekoşîn û berxwedana xwe da meşandin. Ev tekoşîn bu tekoşîna tevahî Jinan ji bo jiyaneke azad li hemberî hişmendiya paşvero bi yêk rih û helwestî bi diruşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ her ku diçe di asta cîhanî de bilav dibe.
Rîhan got bersiva pirsa Kurd kîne li bendava tişrîn û pira Qereqozaqê ye û wiha berdewamkir: “Gelek hişmendiyên dagirker û paşvero weke dewleta Tirk a dagirker dema Pirsa Kurd Kîne dike, em dibêjin bersiva me li pira Qereqozaqê li bendava tişrînê ye berxwedana ku keçen Kurd Hêzên parastina Jin YPJ di vê sedsalê de dide meşandin bersiva me ewe. Em Kurd xwedî berxwedaneke bi vî rengî ne ku ew ew bi hişmendiya xwe a dagirker ve bi çekên xwe ê herî giran êrîş dikin, lê em bi îrade û israra xwe a herî mezin, bi heskirina welatê xwe êrîş wan vala derdixin.”
Rîhan berxwedana YPJ, YPG û QSD’ê slav kir û wiha got: “Sedema jiyana me ku îro em bi aramî dijîn bi saya berxwedana YPJ, YPG û QSD’ê ye ji bo vê em berxwedana dîrokî a bendava Tişrînê û pira Qereqozaxê slav dikin û pîroz dikin ku em dibêjin YPJ hebun, nasname û rûmeta me ye. ne nivîs ne penûs û lenûs tere nake ku em vê berxwedanê bi nivîsin. Em hevî û hêza xwe hevalên xwe ê tekoşînê dikin digrin.”
Rîhan wiha bi dawî kir: “Em berxwedaniya xwe ji Îmraliyê digrin ji bo vê kes nikare birdoziya netewa demokratîk û felsefeya Jin Jiyan Azadî hêza parastina jinê bişkîne. Em xwedî hêzeke mezinin. Di salvegera Damezrandina Kongra Star a 20’mîn de emê bi heskirin û hevgirtina Jinan ve plan û kiryarên qirêj ê Dijminê Jinan vala derxînin.”
Her wiha nameyên TEV- DEM, Til Hemîs, Meclîsa Jin a Îslama Demokratîk, Meclîsa Jin a Partiya Suriya Pêşerojê, Rêxıstına Jin a Dêrezorê û Meclîsa Jin a Bakur û Rojhilatê Surî ji bo pîrozbahiya Salvegera Damezrandina Kongra Star hat xwendin
Şahî bi Stranên Şoreşgerî û gerandina govendê bi dawî bû.




