Wê Ronahî Di Taritîyê de Namîne
Ragihandina Kongra Star di derbarê hedef girtina endama Kordînasyona Kongra Star Hîva Erebo, endamê PYD Dîlawer Erebo û Rojnemevanê çapemeniya Azad Azîz Koyluoglû daxiyaniyek da û got li hember hemû Êrîşan wê bi berxwedaniya çapemeniya Azad ve Wê Ronahî Di Taritiyê de Nemîne.

Hejayê gotinê ye ku Di 27ê Çile de li navçeya Ranya ya Silêmanyeyê koordînasyona Kongra Star Hîva Erebo û endamê PYD Dîlawer Erebo herwiha rojnamevan Azîz Koyluoglû ji aliyê dewleta Tirk a dagirker bi êrîşeke hovan hatin şehîd xistin.
Metna Daxiyaniyê wiha ye:
“Dewleta qirker ya Tirk ev sedsal zedetire jenosidek bê dawî li ser Gelê Kurd û Gelê herêmê dide meşandin. Tiştê ku roja yekê jê ditirsin zanebun û hêşyarbûna gelekîye. Berîya qetlîama Gelê Ermen bike destpêk êrişê rewşenbirê wî kir. Dema civak bê agahî bê ziman bimine wê rastî her jenosidê were.
Serhildanê hemû Kurdistan de tiştek ewbû ku di hêla ronahikirina gel de kêm diman. Tenê çend kovar bi navê Hoybûn bin sinor hate derxistin dîsa li paytexta Misrê El Qahîra kovara Kurdistan çend jê hat weşan kirin.”
Daxiyaniyê diyakir ku Tevgera azadiyê ruxmê hemû êrîşên jî dengê gelê Kurd ji hemû cîhanê re ragihand û wiha got: “Bi derketina Tevgera Azadîyê re gavek despêk hat avêtin di hêla Rojnemegerî û nivîsê de, weşanê Serxwebûn nezî nîv sedsalek weşanek bê navber dike. Tevgera Azadî dîsa ji weşane ya Gelê Kurd Med TV de dengê Gelê Kurd ragihand hemû cîhanê. Bi çend kovarên Serxwebûn destpêkir îro Gelê Kurd bû xwedî bi sedan TV Radyo Kovar hwd. û di qada Navneteweyî de îro ciyê xwe digre.”
Daxiyaniyê balkişande ser Êrîşên dewleta Tirk li ser Rojnamagerên Kurd û wiha dom kir: “Dewleta qirker ya Tirk ji roja ku Tevgera Azadîyê despê kir bê navber êrîşên xwe ê hovane li ser Rojname, Rojnemegerê Kurd dike. Ew êrîşane ji Apê Musa Enter heya Azîz Köylüoğlu dewam dike. Di salên 90 de Rojnemeya Özgür gündem hate bombekirin. Bi navê failî meçhul bi sedan Rojnemeger hatin binçavkirin bi dehan kes hatin qetilkirin. Bi hezaran Rojnemeger rastî her cure işkence hatin kirin. Hîna jî bi sedan Rojnemeger Nivîskar li zindanên Turkiye û Bakur ê Kurdistan’ê dîl girtine.
Daxiyaniyê Qetil kirina Rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ji aliyê Dewleta Tirk a Dagirker ve bi bîr xist û wiha got: “Di destpêka Şoreşa Rojava yê Kurdistanê bi dehan Rojnemeger raste rast rastî êrîşê dewleta Tirk hatin. Yan jî birîndar bûn, Şehîd ketin. Êrîşa herî dawî ya hovanede awayeke zanebûn Rojnemegerê çapemeniya Azad Nazim Daştan û Cîhan Bilgîn dema êrîşa ser pira Tişrîn di şopandin bi zanebûn hatin hedefgirtin û hatin Şehîd xistin. Ewqas dewletek hov û barbare nehiştin cenazeyê wan derbasî Bakur’ê Kurdistanê bê kirin.”
Daxiyaniyê qetilkirina Rojnamevan Azîz Koyluoglu, Hîva Erebo û Dîlawer Erebo şermizarkir û got Ezîz Koyluoglu bi gihandina dengê heqîqetê ji cîhanê re roleke sereke liyîst û wiha lê zêde kir: “Dîsa dewleta qirker ya Tirk bi dehan Rojnemevan û rewşenbîr û welatparêzên Kurd li başûr qetilkir. Herî dawî endamê PYD Dîlawer Erebo û endama koordînasyona Kongra Star Hîva Erebo û Rojnemevanê çapemeniya Azad hevrê Azîz Koyluoglû kirin armanca êrîşên xwe û ew şehît xistin. Rêheval Azîz bi sekn û xebatên xwede bi taybet di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê, gihandina dengê heqîqetê ji raya giştî û cîhanê re rolek sereke leyist. Di hemû çeperên şer yê pêş û herî dijwar ji şerê Kobanê heya şerê Serêkaniyê bi kamera xwe bi dengê xwe bi pênûsa xwe bû dengê Rojavayê Kurdistanê.”
Daxuyanî sersaxî ji Malbat û hevreyên Azîz Koyluoglu xwest û soza Şopandina riya wan da û wiha bi dawî kir: “Di dawî de em weke ragihandina Kongra Star û hevalên hevrêyê xwe Azîz vê êrîşa hovane ticar û ticar nikarin daqurtînin, napejirînin û sersaxî ji malbat û hevreyên wî re dixwazin û em dibêjin bila serê we û gelê ku li pêy şopa heqîqetê ne sax be, bila dewleta qirker baş bizanibe ku îro ew Berxwedana li bendava Tişrîn tê kirin bi xwîna şervan û Gel ve hatiye xemlandin em soz didin emê nehêlin Dengê Azadiyê vemire. Çawa kû îro li Pira Berxwedanê pênûs, kamereya Nazim û Cîhan li erdê nema wê Pênûs û kamêreya Hevrê Azîz jî li erdê nemîne. Wê ew xeyalên kû Welatek û Gelek Azad wê tekez misoger bibe.”





