‘Bendava Tişrîn’ê ne Tenê Cihê Av û Kehrebê ye Cihê Berxwedaniya Rumetê ye’
Jinên li bajarê Kobanê ku Rêveberiya rêxistina Sara Semira Ehmed û Rêveberiya Kongra Star a Kantona Firatê Wehîde Mistefa ku di berxwedaniya Bendava Tişrînê de cihê xwe girtin ji melpera me re axivîn û diyar kirin ku êdî bendava Tişrîn’ê ne tenê cihê av û kehrebê ye cihe berxwedaniya rumetê ye.

‘Ji Ber Êrîşên Hovane, Metirsiyên Ciddî li ser Bendavê Hene’
Semira Ehmed balkişande ser êrîşên li bendava Tişrînê û dîyarkir ku Ji ber bi awayekî hovane bendav tê hedefgirtin, metirsiyên cidî li ser bendavê hene û wiha got: “Weke dayikek ji Kobanê, di demek dirêje ku li bendava Tişrîn’ê Şer heye, lê gel bi berxwedanî û hersa xwe ve Li bendava Berxwedanê a Tişrînê de çalakiya Nobedê de li kêleka şerwanên xwe ne, piştgiriya av, ax û kehrebeya xwe dikin. Ji bo Bendava Tişrîn’ê nekeve destê Dewleta Tirk a dagirker berxwe didin. Her wiha bi êrîşên li ser bendavê de Tirsa hilweşîna bendavê jî heye. Ji bo vê gelê Bakur û Rojhilatê Surî tevahî pêkhateyên xwe ve li bendava Tişrînê li kêleka Şerwanê xwe YPJ, YPG û QSD’ê berxwe didin.”

Semîra Ehmed got ku bendava Tişrînê Cihê berxwedaniya Rumetê ye û wiha bi dawî kir: “Em ti carî na rawestin emê tîmî kêleka şerwanên xwe bin êdî bendava Tişrîn’ê ne tenê cihê av û kehrebê ye cihe berxwedaniya rumetê ye. bi dehan sîvîl, dayik di ancamê êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd ketin. Em tu carî Bendava berxwedanê a Tişrîn’ê li dest dijmin naxînin û emê bi yêk Mirovî mabe jî wê dijmin tu carî nekeve bendava Tişrîn’ê.”
‘Av û Kehrebeya Li Bendava Tişrîn’ê Dikeve Xizmeta Hemû Suriyê’

Wehîde Mistefa ku di qafileya yêkem ji bo Çalakiya Nobedê a li bendava Tişrîn’ê de cihê xwe girt dîyarkir ku tevî hemû êrîşên Dewleta Tirk gel bi îradeyeke mezin ber bi Bendavê ve di meşiya û wiha got: “Êrîşên li ser bendava Tişrîn’ê mehe kê derbas dike ku gel li wir dest bi çalakiya Nobedê kiriye ruxmê hemû êrîşan jî gel paş de gav ne avêtiye û na avêjê. Çalakiya Nobedê cara yêkem ji aliyê Şêniyên bajarê Kobanê bi hejmareke zêde ve hat despê kirin. Dema Şêniyên Kobanê ber bi Bendava Berxwedanê a Tişrînê ve diçûn Dewleta Tirk a dagirker li Sirînê bi balafirên bê mirov êrîşê gel kir û gel topbaran kir ku dixwest îrade û helwestê gel bişkîne û gel bitirsîne ku neçarê vegerê bike.”
Ruxmê Şehîd û birîndar jî hebûn Lê gel di berxwedaniya xwe de tavîz neda hîn îradeya wan xurtir bû ku li hemberî hemû êrîşan jî bi coşeke mezin û bi durişmeyan ber bi bendavê ve maşiyan. Heya niha jî ev çalakiya nobedê berdewame û ruxmê êrîşên hovane ê dewleta Tirk a dagirker jî ne rawestiya.”
Wehîdê da zanîn ku av û Kehrebeya Li bendava Tişrîn’ê dikeve xizmeta hemû Suriyê û wiha pêde çû: “Di gruba Duyemîn a Firatê bu ku car dîn êrîş pêk hat û li wir Şehîd û birîndar çêbûn lê gel car din li ser piyan ma û berxwe da. Kehrebe û av a li bendava Tişrîn’ê dikeve xizmeta Hemû kesên Bakur û Rojhilatê Suriyê û Suriyê bi xwe jî. Fikre hinek dewlet û kesan de dibêjin li bendava Tişrîn’ê qada şerê, çawa gel berê xwe dide bendavê dibêjin bi paran ango Tiştên maddî hatine înkar kirin, lê hemû kesayet bi hezkirin bi coşeke pir mezin û bi îradeya xwe di wê berxwedaniyê de cîh digre. Ji ber ku îro şerwanên di çeperên şer de hamû zarokên me nin.”
Wehidê Şerê Gelê Şoreşgerî destnîşan kir û got: “Dewleta Tirk a dagirker dixwaze bi riya şikandina û bê îrade kirina sîvîlan de Şerwanên YPJ û QSD gel qut bike. Lê gel xwedî helwest û îradeye ku ev xwesteka Dewleta Tirk a Dagirker pêk nayê. Ji ber ku gel û şerwan yêk’in ku îro bi fikir û felsefeya Rêber APO de şerê gelê şoreşgerî tê meşandin û gel jî dixwaze xwedî vê felsefeye derkeve. ji bo vê em dibêjin YPJ, YPG û QSD’e gelê, Gel jî YPJ, YPG û QSD ye.”
Wehîdê dîyarkir ku pêwîst bike wê bi mehan jî li Bendava Tişrîn’ê Nobed bigrin û teqez kir ku wê Bendava Berxwedanê bernedin û wiha bi dawî kir: “Ne tenê li bendava Tişrîn’ê YPJ û QSD li kur bin gelê me ê Bakur û Rojhilatê Surî tevî hemû pêkhateyên xwe ve di helwestên xwe de bi coş û morela xwe de jî diyar kirin wê li wir bin. Ev gel ne gelê berê ye ku êdî gel bi tang û topên dewleta Tirk a dagirker natirsin. Pêwîst bike emê bi mehan bi salan jî li bendava Tişrîn’ê çalakiya nobedê de bin û em tu carî Bendava Berxwedanê a Tişrîn’ê bernadin.”



