Xelkê Li Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi Daxwaza Azadiya Fîzîkî a Rêber Abdullah Ocalan Daketin Qadan.
Bi durişmeya 'Jin Jiyan Azadî li hemberî hemû Komployan ser dikeve' şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û daxwaza pêkanîna azadiya fîzîkî, meşeke girseyî li dar xistin.

Di meşa ku ji ber navenda ciwanên şoreşger a taxa Eşrefiyê destpê kir de beşdaran wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankarta “Jin, Jiyan, Azadî, Serkeftin Li Dijî Hemû Komployan” bilind kirin, li kolanên sereke yên taxê geriyan û dirûşmên, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Serok APO” berz kirin.
Meş li nêzî nuqteya kontrolê ya Eşrefiyê, veguhezî mitîngê.
Piştî bi deqeyekê rêz girtinê li ser cangoiyên azadiyê, Kordînasyona Kongra Star Rîhan Elo axivî û bal kişand ser berxwedana dîrokî ya ku zêdetirî çaryek sedsal e li Girava Îmraliyê ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye nîşandan.
Rîhan Elo balkişand ser ji aliyê Rêberê gelan Abdullah Ocalan ve pûç kirina komploya navneteweyî û wiha got: “Rêber Abdullah Ocalan Girtîgeha Îmraliyê veguherand navenda pirtukxane û zanistê ku fikra wî ji bo gelên ku bi demokrasî, azadiya civakê û jinan bawer dikin bû ronahiyek.
Hevseroka Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Hêvîn Silêman jî diyar kir ku kê komploya navneteweyî pêk aniye û tê de beşdar bûye, bi revandina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hewldana derxistina wî ji nava gel, bi ferzkirina komploya li ser gelê Azadîxwaze. Lê ev komplo vala derket ku ev 26 salin gelê azadîxwaz tu car ji Rêber Apo qut nebû û ji bo bidestxistina azadiya fîzîkî a Rêber APO tekoşîn û berxwedaniyê dide meşandin.




