
Meş bi diruşmeya ‘Jin Jiyan Azadî li hemberî hemû Komployan bi ser dikeve’ , ‘ Dem Dema Azadiya Rêber Apo ye’ , ‘ Bi Rêber Apo re Jiyanek Bedew’ , ‘netewa demokratîk bingeha azadiyê ye’ bi beşdar buyîna Hemû sazî û rexistinên Jinan Kantona Cizîrê, xendewanan bi hildana Wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û bi berzkirina Durîşmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ li ber çerxereya Sîwan despê kir, Heya ber Stadyuma Heysem Kiço berdewam kir.
Li vir meş veguhezî mitîngê û Jinan bi dengek bilind bi hezar silav Ji imraliyê re şandin
Piştî deqeyekê rêz girtinê li ser cangoriyên azadiyê, berdevka Kongra Star Rîhan Loqo axivî
Rîhan berxwedana Rêberê gean Abdullah Ocalan silavkir û wiha got: em berxwedana dîrokî a bi rumet ya Rêber APO silav dikin. Berxwedana ku kelî bi kêlî careke din di sedsala 21’an de jî xwestin careke din me bê dîrok, bê îrade û bê nasname bikin. lê bi pêşengtiya Rêberê me bi projeya netewa Demokratîk ve gelê azadîxwaz li hember deshilatdariyê, hişmendiya netewperest nîşan da ku wê sedsala 21’mîn bibe sedsala azadiya jinan û gelan ê ku ev yêk ji tevahî cîhanê re dîyarkir Rêber APO bû.
Rîhan Şehîdên ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ bi bîr anî û wiha pê de çû: “Di şexsê Rêheval Viyan Soran û Rojbîn Ereb de em tevahî şehîdên ku ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin. 15 Sibatê di sala 1999’an de bi destê welatên faşîst û komploger, komloyeke navnetewî li ser Rêberê me Rêber APO dan meşandin. Xwestin di riya vê Komployê de dawî li îradeya azad, tekoşîna gelan û Jinan bînin.
Her wiha xwestin civakeke bê deng, bê reng, bê rih û bê dîrok ava bikin. Lê bi vê komployê re gel li der dora Rêbertî bu xelekek ji agir. Ne tenê jinên Kurd Jinên Ereb, Suryan, Turkmen, Çerkez, Êzidî, Elewî û Sunnî tevahî Gel, Ol, Bawerî û Netew li derdora Rêber APO kom bûn. Bi vê Komployê ve Rêber APO Bi hezaran Bû bi Milyon, ji Kurdistanê Bû Rojhilata Navîn û ji Rojhilata navîn bû Gerdunî.
Rîhan diyarkir ku komplogeran nekarî wan ji Rêberê Gelan Abdullah Ocalan qut bikin û wiha lê zêde kir: “Em ji komplogeran re di bêjin ku wan nekarî îradeya gelê azad bişkîne me ji Rêber APO qut bike û wan nekarî roja me tarî bikin. Gelê ku bi felsefeya Jin Jiyan Azadî, bi projeya netewa demokratîk, hatiye perwerde kirin civaka ku aşiqê azadî û demokrasiyê ye kes nikare îradeya Gelê ku tama azadiyê girtiye bişkîne.
Komplogeran bi reya Komploya li ser rêber APO xwestin xwe li ser Rojhilata Navîn serwer bikin û îradeya gelê rojhilata navîn tune bikin. Li hemberî vê gel bi girtina Hêz û Berxwedaniya ji Imrali’yê bi pêşengtiya Jinan bi îradeyekî azad li Bakur û Rojhilatê Surî de bi heskirina çanda Şoreşa Jin û Bi feraseta Şerê Gelê Şoreşgerî projeya xwe ava kirin ku buye mînak ji bo hemû cîhanê. Bi cesareta ku me ji Rêber APO digirt me av proje bi ser xist.
Dewleta Tirk ji vê tekoşîn, zanebûn û heza jinan di tirse lewma jî ew pengava ku qaşo a aşitiyê despê dike êrîşên dijwar jî li ser jinan û li ser pêşengên şoreşê dide meşandin. Em xwedî feraseta Şerê Gelê Şoreşgerî ne ku em xwedî zanebûnê ne û em xwedî felsefeya Jin Jiyan Azadî ne. em xwedî wê rêberê ne ku 26 sain tekoşîn û berxwedanîyeke bê hempa dide meşandin.
Rihan komploya 15’ Sibatê a navneteweyî bi tundî şermizarkir û wiha bi dawî kir: “Em careke din komploya 15’ê Sibetê şermizar dikin û em dibêjin, hûn nikarin îradeya me bişkînin û hûne nikarîbin Roja me tarî bikin. Em bi dil, rih û bi mejiyê xwe em bi Serokê xwe re Rêber Apo re nin. Gotinên Rêber APO ji bo me esasin ku em li benda axaftina Rêber APO ne.”
Hevseroka Desteya Aborî Semer Ebdela di axaftina xwe de got: “Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê komployeke cîhanî ye ku welat û dezgehên îstîxbaratê tê de beşdar bûne, xwestin rêber Abdullah Ocalan tune bikin“.
Rêvebira Yêkitiya Jinên Ermen Anahît Qesebiyan jî axivî
Anahît diyarkir Komploya navneteweyî Şermizar kir û balkişande ser berxwedaniya 26 salan a Rêber Apo û wiha pêde çû: “Ev 26 salin ev Jin di hindirê Bakur û Rojhilatê Surî û Rojhilata navîn de li ser piyanin soz dane serokê xwe ku ew tu carî dev ji azadiya serokatî bernadin. Di 15 Sibatê de sala 1999’an de komployek pir qirêj a nawneteweyî li ser Rêber Apo pêk hat ku xwestin îradeya gel bişkînin. Lê Rêber Apo 26 salin bi tekoşîn û berxwedaniya xwe a bê hempa ev komplo vala darxist. Komploger ne karîn îradeya ku bi felsefeya Serokatî ku ketiye rihê Jinê û gel de ku îro di xûna Jinê de digere nikarin wê îradeyê tune bikin.”
Anahît balkişande ser aloziyên Rojhilata Navîn piştî Komploya I ser Rêber Abdullah Ocalan û wiha got: “Piştî Komployê Rojhilata Navîn gelek pirsgirîk jiyan kirin ku ber bi çawan bû. Ev 13 salin şoreşa Jin di hindirê Bakur û rojhilatê Surî de bi saya fikir û felsefeya Rêber APO bi jinên Kurdan despê kir heya hemû jin, pêkhate, û ol’an berdewam kir, îradeya jina azad bi fikir û felsefeya Serokatî re tu carî nayê şikandin. Îro ji bo azadiya Serokatî li ser Rojhilata navîn Jinên bakurê Afrîqayê jî di vê berxwedaniyê de nin silavê xwe yên gerim ji pêşengên Şoreşa Jinê re dişînin. Heya ku em Rêber Apo di nav xwe de azad ne bînin em dev ji tekoşîna xwe bernadin.”
Anahît komkujiya 1915’ li ser gelê ermen jî bi bîr anî û got: “Em weke Jinên Ermen komkujiya qirêj a di sala 1915’an de em tu car ji bîr nakin ku dîroka me a îro ve jî girêdayiye ku azadiya Bakur û Rojhilatê Surî azadiya me ye jî. Ji bo vê parastina ewlehiya azadiya me ye em ji bo azadiya Rêber APO kar û xebat didin meşandin ew 26 salin berxwedaniya li hemberî Komployê berdewame. Îro di qadên berxwedaniyê de YPJ, YPG û QSD ‘ê li hemberî hemû sîlahên giran berxwe didin em weke jinên Ermen dibê jin em dev ji Şerwanên xwe bernadin.
Dayîka Şehid Enes Hisên, Sîham Suleyman jî Berxwedaniya Rêberê Gelan Abdullah silav kir û got: “bi hestê dayîk û jinan hizar silav ji tere Serokê min”
Siham Silêman gotinê xwe bi helbestekê bi dawî kir
Mitîng bi durişmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ , ‘ Bijî Serok APO’ bi dawî bû.




