Arşîv

Di Komxebata Kordînasyona Jinan de Destkeftiyên Jinan ê bi saya Rêber Apo Hat nîqaş kirin

Di rêzeçalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê de Koordînayona Jinan a Rêveberiya Xweser û jinên partiyên siyasî yên Kantona Firatê komxebatek bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî, ber bi Sûriyeya Demokratîk ve”li hola parka Ronîwar a bajarê Kobanê li darxist.

Komxebat Piştî deqeyekê rêz girtinê li ser cangorîyên Azadiyê, bi pîrozkirina 8’ê adarê ji tevahî Jinan re ji aliyê Hevserokatiya Desteya Ciwan û Werzîşê ve hat despê kirin.

Hevseroka Desteya Jîngehê ya Kantona Firatê Elmas Romî axivî û balkişande ser têkoşîna jin a ji dîrokê heya roja îro. Elmas Romî ev tişt bilêv kir: “Di nava dîroka dûr û dirêj de gelek komên jinan li dijî zihniyeta desthilatdariya mêr radibûn. Lê ew yek bi qirkirin ango bi tunebûnê re rû bi rû man, ji ber ku jinê xwe di yek alî de birêxistin kir.”

Elmaz Romî diyar kir ku di roja îro de jinê gavên gelekî girîng avêtine û wiha got: “Di roja me ya îro de bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocelan jinan gavên dîrokî avêtin, di nava civakê de û di hemû beşên wê de jinê pêşengtî kir. Jinê hemû netew di bin yek sîwanê de hembêz kir û di roja me ya îro de jî jin bûye fermandar û di nava çeperên pêş de berxwedaniyeke dîrokî raber dikin. Evane hemû bi saya Rêber Apo ne.”

Komxebat bi nîqaşên cur be cur berdewam kir.

Endama Komîteya Navendî ya Partiya Demokratî Kurd a Sûrî Gulistan Elî jî balkişande ser girîngiya rola jinên siyasetmedar û got, “Jin êdî ne wekî berê ye, piştî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê êdî jin di hemû warî de xwe bi rêxistin kiriye. Ew jina ku di nava malê de weke amûrekê bû, bû pêşenga şoreşê û xwe di hemû warî de birêxistin kir. Îro jî jina Kurd bûye pêşeng, şoreşger û aktîvîsta ku dikare ji bo mafê xwe li ber xwe bide û têbikoşe.”

Komxebat bi berzkirina dirûşmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.

Related Articles

Back to top button