
Şahî li qada Hîmo di saet 11,an de bi beşdariya Hezaran kes ve dest pê kir. Qada pîrozbahiyê bi Wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û ala Kongra Star hatibû xemilandin. Her wiha beşdarwanan jî bi cilen xwe yên gelerî ê pirrengî, bi hildana wêneyên Rêber Apo û bi durişmeya Jin Jiyan Azadî qada pîrozbahiyê xemilandin.
Piştî deqeyekî rêz girtinê li ser cangoriyên azadiyê, bi dahurandina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ”Hûn Çi qas bixwazin, fêm bikin, hebin, ew qasî yê we me’ ve ji aliyê endama Çand û Hunerê Nesme Ilyas we hat despê kirin.
Piştre Kordînasyona Kongra Star Elîf Hemo axivî
Elîf cejna Jinan Ji Rêber Abdullah Ocalan pîrozkir û wiha got: “8’ê adarê Roja Jinên kedkar ê Cîhanê em tavahî qadên ku Jin dilê wan ji bo Azadiyê lê dide pîroz dikin. Bi ruhê 8’ê Adarê ji qadê şoreşa Jinê em li mîmarê azadiyê li Rêber Apo pîroz dikin ku jiyana azad afirandiye û jiyanek nû ji bo tevahî civakê di serî de jinan avakiriye. Ruhê 8’ê adarê coş û heyecana Jinan em tekoşîn û berxwedaniya serê çiya, Girtîgehê û hemû dayikên şehîdan pîroz dikin. Bê vê kelecan û heyecana Jinan em berxwedaniya Tişrîn, Qaraqozaxê slav dikin û 8’ê Adarê li wan pîroz dikin ku tekoşîneke dîrokî li wê derê rû dide û nirxê şoreşê diparêze. Di bendava Berxwedanê a Tişrînê Şerê gelê Şoreşgerî tê meşandin ku bî vî şerî re nirxên şoreşê tên parastina.
Elîfê 8’ê Adarê tevahî Jinan jî pîrozkir û got: “Dilê her Jinekê li ser azadiyê lê dide ku hemû Jinên di nava zehmetî û berxwedaniyê de di nava şert û mercên pir zehmet de Jinên Fîlîstîn, Yemen, Sudan, Ukrayna û di hemû cîhanê de em 8’ê Adarê li wan pîroz dikin. Em 8’ê Adarê li Miletê me en qada dagirkirî de weke Efrîn, Serikanî, Girêspî her wiha Jinên Suriyê, Latqiyê, Şamê, Hims, Hema yê jî pîroz dikin. Ev ruha ku îro li wir destkeftiyên tekoşînê diparêze û pîroz dike, ruhê ku hişmendiya Mêr zilm û dagirkeriyê qebul nake ye.
Elîf Diyarkir ku Rêber Abdullah Ocalan projeya xwe a ‘Aşitî û Civaka Demokatîk’ diyariyê Jinan kiriye û wiha pêde çû: “xwe a Rêber Apo di 27’ê Sibatê de manîfestoya ‘Aşitî û Civaka Demokatîk’ diyariyê Jinan, Mirovahiyê û tevahî civakan kir em weke tevgera Jin Kongra Star bi hemû hêz û Îradeya xwe xwedî li vê Manîfestoyê derdikevin û emê pêşengtiya vê bikin. Projeya Rêber Apo a ‘Aşitî û Civaka Demokatîk’ wê jin bi ruhê 8’ê Adarê tacîdar bike û wê bigihîne serkeftinê. Bendewariyê serokatî ji Jinê hene ku Jin wê pêşengtiya ji Manîfestoya Jiyana azad re bike. Ji bo vê di hemû demê zêdetir dive em hemû rojên xwe bikin, roja 8’ê Adarê ku li hemberî hişmendiya Mêr, Dewlet û dagirkeriyê, dengê Jinan hemû bibe yek. Ger em azadiya Fîzîkî a Rêber Apo bi dest nexin wê Jin jî civak jî tu carî Azad nebe. Ji ber ku azadiya fîzîkî a Rêber Apo azadiya Jinê ye.
Elîf wiha domkir: “Bi hembêz kirina pengava ku Rêber Apo despêkiriye ji bo Rojhilata Navîn û hemû Jinan emê bigihînin Serkeftinê. Di Bakur û Rojhilatê Surî de Şoreşa Jin her kêliyê zîndî dibe ev tekoşîn û Berxwedaniya Jinên heremê de buye mînaka herî mezin ji bo tevahî cîhanê. Ji bo vê jî Şoreşa Jinê destkeftiyên pir mezin bi bedelên pir giran bi dest xistin. Di şexsê Kerem, Arjîn Kobanê, Menîce, Zelal, Sozdar û herî dawî Hîva Erebo ku di pêşengên şoreşê bûn hatin hedef girtin. Di şexsê wan şehîdên de em tevahî şehîdên xwe bi bîr tînin.
Elîf bertek nîşanê Êrîşên Komên Cîhadîst ê li ser Pêkhateya Elewî da û wiha lê zêde kir: “ Erîşên desthilatdarê HTŞ’ê li ser pêkhateya Elewî, Durzî, Suryanî, Ereb û Kurd wê Jin tu carî qebûl nekê û wê heya dawî yê Tekoşîn bike ev Çend rojin li ser gelê Elewî qetlîaman pêk tîne. Jin û Zarokan qetil dike em wek jin vê bi tu awayî qebul nakin. Ê ku mafê Jinan û Gelan nasnake em wê qebul nakin. Em weke Kongra Star I Bakur û Rojhilatê Surî dibêjin wê pêşeroja Suriyê Jin ava bikin. Em şirîkê vî welatîne emê pêşengtî bikin.
Elîf wiha bi dawî kir: “8’ê Adara îsal ji bo me pir cuda ye, projeya Rêber Apo pêş xistiye em bi vî ruhî 8’ê Adarê pêşwazî dikin û em dixwazin bibe bahareke nû a gelan. Çawa Rêber Apo baweriyek mezin dide jinan û bendewariyeke mezin ji Jinan heye Jin jî wê heta dawiyê xwedî li vê bendewariyê derkevin.
Piştre berdevka Kongra Star a bajarê Qamişloy Îbtîsam El Huseyîn peyama piştgiriyê ya şandeya Almanî ya ji bo Jinên Rojava’ê Kurdistanê xwend.
Peyama Rêber Abdullah Ocalan ku ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê peyam şand, ji aliyê Îptîsam El Huseyîn ve hat xwendin.
Piştre koma Yasna, Koma Elefterya, Koma Şehîd Delîla, Koma Şehîd Hêva a Efrîn û Hunermend Geşbûn Nebo, Hunermend Sumeye Mihemed Stranên Şoreşgerî gotin. Her wiha Koma Şehîd’ên Qereçox dîlanên koçerî pêşkeş kirin.
Şahî bi gerandina govendê û stranên Şoreşgerî bi dawî bû.





