ÇalakîNûçeSlide

Kongra Star bi Jinên Ewrupî re Bi durîşma Jin Jiyan Azadî 8’ê Adarê pîroz kir

Şahî bi beşdariya dehan Jinan ve li Cizîra Yoland û Cizîra Şîland ê bi kelecaneke mezin hat hat pîroz kirin. Beriya despêkirina Şahiyê Semîner hat dayîn û axaftin ji aliyê Nûnerê Kongra Star Rojîn Remo ve hat kirin.

Rojîn Hemo 8’ê Adarê roja jinên cîhanê ji tevahî Jinan û mîmarê Azadiyê Rêber Abdullah Ocalan Pîrozkir û peyama Rêber Apo a 27’ê Sibatê destnîşankir û got: “em 8’ê Adarê ji tevahî Jinan û Di serî de jî Mîmarê Azadiyê Rêberê Rêberan Rêber Apo pîroz dikin. peyama Rêber Apo a 27’ê Sibatê bi ser nava ‘Aşitî û Civaka Demokratîk’ banga wî a ji bo aştiyê, ne tenê ji bo herêma Rojhilata Navîn’ne ku ev herêm di aliyê jeopolîtîk de ji bo hemû dinyayê gelek girîng e. di heman demê de ji bo mafên mirovan û têkoşîna aştiyê jî gelek girîng e.

şahî bi gerandina Govêndê û bi durişmeyan bi dawî bû.

 

Almanya

Kongra Star Li Welatê Almanya a Bajerê Gelsinkeşin Jî şahiyek li darxist di şahiyê de jî Peyama Rêber Abdullah Ocalan Hat xwendin û Jinan bi hezkirineke bê dawî durişma ‘bê Serok Jiyan Nabe’ qeriyan.

Piştî deqeyekê rêz girtinê li ser cangoriyên azadiyê Kongra Star bi Boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ê Cîhanê Li Danîmarkayê, li cezîra Yoland  ê Şahiyek bi durişmeya Jin Jiyan Azadî Li darxist ku Şahî de peyama Rêberê Gelan Abdullah Ocalan a Ji bo Jinan bi Heyecan û Dilsoziyek mezin hat xwendin.

, endama rêveberiya Kongra Star Çîçek Qamişlo axivî.

Çîçek Qamişlo 8’ê Adarê li tevahî Jinan pîrozkir û balkişande ser berxwedaniya Jinên Rojavayê Kurdistanê û got Jinên Rojavayê Kurdistanê li hemberî Tang û opan li Bendava berxwedanê a Tişrînê li tekoşîneke dîrokî didin meşandin. Jinên Almanî û tevahî welatan berê xwe didin Rojava ku gava pergala Şoreşê dibînin û çanda wir nas dikin, tên mînaka Şoreşa Jin a Rojavayê Kurdistanê didin wê demê em xwedî Şoreşa Rojava derkevin û destkeftiyên Şoreşa xwe bi parêzin.”

Şahî bi gerandina govendê û Bi durişmeya ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ , ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.

 

Related Articles

Back to top button