
Meş ji aliyê Însiyatifa gel ve Hat Organîze kirin ku bi Beşdariya endam û rêveberên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser û xwedekaran, Gundewarên Qamişlo, Tirbespiyê û Amûdê ve sedan Jin û Mêran, ve bi hildana Wêneyên welatiyan ku Hatini qetil kirin ve li ber çerxereya Sunî despê kir heya ber Çerxereya Şehîdan.
Meş li ber çerxereya Şehîdan veguhezî mitîngê.
Piştî deqeyekê rêz girtinê li ser cangoriyên azadiyê, li ser navê Meclîsa bajarê Qamişlo Hêvî Ehmed daxiyaniya bi zimanê Kurdî xwend
Di daxiyaniyê de hate gotin: “Ji 27 mijdara 2024 û piştî hilweşandina rêj îma Baasî û hatina hikûmeta nû tu guhertin di Sûriyê de çênebûye. gelê Sûriyê bi mirinê rû bi rû maye tu rêzgirtin ji taybetmendî û xweseriya gelê Sûriyê ya çandî,olî û civakî nehatiye girtin . Diyare ku hikûmeta nû nikare gelê Sûriyê bi rê bibe û pêşeroja we ava bike incex bi mekînezmeya netewa demukrat tenê kare xwe bide qebûlkirin ji ber kilîta çareseriya Sûriyê bi netewa Demokratîke .
Daxiyaniyê balkişande ser qetilkirina Elewiyan û wiha bi dawî kir: “Ji xwe di van rojê dawî de li beramberî çavên hemû cîhanê gelê Elewî li Baniyas , Tertûs , Ceblê , Hema û Humsê di qetil aman re derbas dibe hiceta go girêdayî rêcîma behsîne lê rastî ne wiha ye jin zarok kal hemû tên kuştin ev qetil ame li ser pêkhateyan ji bo we em bang hemû raya giştî û dewletên nav netewî dikin ku bi erkê xwe yên wijdanî rabin û netewan biparêzin û hesab ji hemû kesên ku destê wî di kuştina gelê Sûrî de heye hessb bê xwestin û komîteyek lazgîn were avakirin ji bo ew kesê ku sûcê bi mirovahî kirine û hesab ji ws bê xwestin.”
Piştre ji pêkhateya Elewî Ehmed Ebûsê Helbestek ji bo bîranîna sivîlên ku hatini qetilkirin xwend.
Mitîng Bi Qerîna durişmeyan Bi dawî bû.





