DaxuyanîNûçeSlide

Kongra Star li dijî Qetlîamên li ser Elewiyan Bang li Hêzên Pêwendîdar Kir

Kongra Star bi daxuyaniyeke nivîskî komkujiya ku ji aliyê HTŞ’ê ê cîhadîs ve li dijî Elewiyan hatiye kirin, bi tundî şermezar kir û bang li hêzên pêwendîdar kir ku bi awayekî lezgîn destwerdanê bike û van sûcên li dijî Sîvîlan rawestîne.

Daxiyanî bi beşdariya dehan Jinan ve li ber navenda Çand û Hunerê a Mihemed Şêxo Bi zimanê Kurdî ji aliyê Endama Rêvebira Kongra Star a Kantona Qamişlo Îptîsam El Huseyîn ve bi Zimanê Erebî jî ji aliyê Berdevka Komiteya Desteya Perwerdê Safa Sultan ve Hat xwendin.

Daxiyaniya Kongra Star wiha ye:

Ev çend roj in ji aliyê endamên HTŞ’ê û di bin çavderiya Komên Tundrew de li bajarên Sûriyê ên wek latiqiyê, Humûs, Tartûs ên ku piranî Elewî lê jiyan dikin, li ser jin, zarok û gelên bindest qetliyaman pêktînin û nêzikatî û zordariyeke hovane yên ji derveyê insaniyetê têne firotin û Revandin. taybet di meha rojiyê de û li ser civaka bê parastin qetliyam û îşkenceyên pêkanîn ji aliyê exlaqî ve nayê qebul kirin û ev pêkanîn ji derveyî mirovatiyê ye.

Daxiyaniyê got: “Van qetlîyam û pêkanînên ku li ser welatiyên Suriyê têne meşandin, Temsîla Kiryarên  cihadîstan bi xwe ye. Gelek zarok, jin û malbatên feqîr têne qetilkirin. Her çiqas sedemê wê wek aligirên rejima suriyê bidin nîşandan jî lê belê di bin vî navî de zihniyet û sîstema xwe ya cihadîst û îslama radikal didin meşandin.

Daxiyaniyê Destnîşankir ku Êrîşên li ser sivîlan, sûcên li dijî nirxên mirovahî û exlaqê ne û Wiha domkir: “Li hemberî vê sûcê mirovatiyê bêdengiya qadên nav netewî û Miletên Yekbûyî qet nayê qebûl kirin û ev nêzikatî di zihnên însanan de fikaran dide avakirin. Divê yekser li hemberî van qetliyam û kuştinên zarok, Jin’an bawerî û netewên cûda helwestên pêwîst bê raber kirin û pêşiya van qetliyamên dij-mirovî bên girtin. Van kuştin, talankirin û qetliyaman taybet li hemberî gelên Elewî û mezhebên cûda tên meşandin û ev pratîk û nêzikatî niyet, armanc û rastiya sîstema Rêveberiya Şamê radixe li ber çavan.

Bi van nêzikatiyan ve dixwazin welatê Sûriyê carekedin bixin nav alozî, şer û pevçûnan û bi van pêkanînan ve dixwazin îktîdara xwe xurt bikin û hewil didin çavên civaka Suriyê bitirsînin da ku aşitî, azadî û wekheviyê nexwazin û serî ranekin. Jiber ku zihniyeta wan li dijî azadî, wekhevî û biratiyê ye. di heman demê de li dijî jiyana jinan xuya dike. Lê belê, rastiya civakbûyînê jî bi hêza xwe ya cewherî ve her dayîm li hemberî zilm û zordariyê berxwe didin û mafên însanetiyê bidest dixin.

Daxiyaniyê destnîşankir ku ev hişmendiya dijminê Jin û baweriyan, ji bo aramî û ewlekariya Suriyeyê, astengî ye û wiha got: “Ji bo vê jî pêwîste hemû hêzên demokratîk, hêzên nav netewî, Neteweyên Yek-bûyî û saziyên pêywen-dîdar li hemberî van pêkanînan bê deng nemînin û bibin xwedî helwestên pêwîst. Rêveberiya Şamê ya ku dijminê baweriyên cûda, jin û zarokan bin, wê nikaribin ji civaka Suriyê re pêşerojên bi ewle û sîstemekî wekhev û azad ava bikin.

Daxiyaniyê komkujiya ku ji aliyê HTŞ’ê ve li dijî Elewiyan hatiye kirin, şermezar kir û got: “Di destpêka pîrozbahiyên bihara jinan de û bi banga projeya ‘Aşitî û Demokrasi’yê ve em wek meclîsa tevgera Kongra Star a Bakur Rojhilatê Sûriyê van pêkanînên li ser miletên Elewî û taybet li ser jin û zarokan bi tu awayî qebûl nakin û nêzikatiya vê hişmendiyê şermezar dikin.

Daxiyaniyê Bang li tevahî Jinan kir ku bi hêz û zanebûna xwe ve tekoşîna xwe mezintir bikin, yêkgirtî bin û wiha bi dawî kir: “bibin Em bang hemû jinên cihanê dikin da ku em dengê xwe û têkoşîna xwe li hemberî van qetliyaman bilind-tir bikin û raya giştî agahdar bikin. Bi hêz, aqil û hestên jinê ve li hemberî şerê îktîdar û zihniyeta cihadîstan banga berxwedan û têkoşînê bikin. Dîsa em bang hemû jinên Suriyê dikin ku li dijî qetliyam û kuştinên dij-mirovî deng û rengê xwe bikin yek.

Dem dema dengê xwe bilindkirin û xwe rêxistinkirin, bangkirina jiyana azad, wekhev, demokratîk û aşitiyê ye.”

Related Articles

Back to top button