ÇalakîNûçeSlide

Jinan bi Durişmeya ‘ Destura ku Mafê Jinan û Pêkhateyan Neparêze Em Qebûl Nakin’ Meşiyan

Kongra Star Derxistina Destûra demkî ya Sûriyeyê beyî ku mafên gelan û jinan biparêze û komkujiyên li perava Sûriyeyê yên li dijî elewiyan şermizarkir û ji bo banga garantiya mafên jinan li Sûriyeyê, li bajarê Qamişlo bi durişmaya ' Destura ku Mafê Jinan û Pêkhateyan, Naparêze Em Qebul Nakin' meşeke girseyî li darxist.

Meş li ber çerxereya Osman Sebrî bi beşdariya hemû sazî û rêxistinên Jinan ê Kantona Cizîrê, bi hildana   alên Kongra Star û Filexsên ‘Kujerên Jinan Ji Suriyê re, Demokrasiyê  Naînin’ , ‘Bi Jin Jiyan Azadî ber bi Suriya Demokratîk ve’ û ‘Paşguhkirina Jinan û pêkhateyan Qebul Nakin’ bi qerîna Jin Jiyan Azadî ve heta li ber Çerxerêya Şehîd Rûbar meşiyan.

Meş li ber Çerxerêya Şehîd Rûbar veguhezî mitîngê

Li vir piştî deqeyekê rêz girtinê li ser cangoriyên azadiyê, berdevka Kongra Star Rîhan Loqo axivî

Rîhan qetlîama li ser pêkhateya Elewî şermizarkir û sersaxî ji tevahî gelên Elewî re xwest û wiha got: “Em di serî de li ser navê tevahî Jinên Bakur û Rojhilatê Surî Sersaxiyê ji gelên xwe ê Elewî re dixwazin ku Êşa wan êşa me ye êşa Jina li Sahil Êşa Jina Rojavaye ku em jî bi dil û ruhê xwe bi wana re nin û emê tu carî kiryarên li ser Jin û gelan qebûl nekin û emê li hemberî wan dev tekoşîna xwe bilintir bikin. 6’ê adarê ve êrîşên qirkirinê bi awayekî hovane li ser Elewî’yan Jinan û zarokan didin meşandin, em bi tundî şermizar dikin û ev yêk bi tu avayî nayê qebul kirin.

Tevahî mirovahiyê çavê xwe û guhê xwe li hemberî vê qetlîamê girtiye, lê ev tûndiya Li ser gelê Elewî taybet Jin û Zarokan, rewandin, destavêtin, kuştin û lêdan nayê qebul kirin. Di heman demê de em bêdengiya Hêzên navneteweyî jî qebul nakin. Em weke jinên bakur û Rojhilatê Surî bi cesarete ke xurt bi helwesteke mezin em piştgiriya bidin Jinên Elewî ku îro rastî destdirêjî, revandin, kuştin û qirkirinê tên. em dengê xwe bighînin wan ku ew ne tenê ne Jinên Bakur û Rojhilatê Surî li kêleka wane. emê tekoşîna xwe berdewam bikin.

Rîhan balkişande ser Reşnivîsa Desture û diyarkir ku ew destûra ku Maf, Nasname û Hebuna Jinan nasnake, qebul nakin û wiha pêde çû: “Ev pergala ku serme ferz dikin û îrade, mafê Jinan tune dihesibîne, ku dixwazin pergala Olperewstî û Netewperestî ava bikin. Me dît îmzekirina Reşnivîsa Destur hete kirin. Em weke Bakur û Rojhilatê Surî Destûra ku maf, îrade û nasnameya Jinan, di nav xwe de nehewîne, qebul nakin.  Ew destûra Jinê tune dihesibîne em jî wê desturê qebul nakin ku ew destur me temsîl nake. Pergala ku destkeftî, Hêz û Îdeolojiya Jinan di nava xwe de ne hewîne ew ne pergaleke Azad û Demokratîke.

Gelê Bakur û Rojhilatê Surî ev 13 salin li hemberî neheqî, newekhevî, Olperest û netewperestiyê ku di nava xwe de navê azadiyê ne di hewand, bi pêşengtiya Jin û Ciwanan li tevahî bajarên Suriyê bi sloganên Maf, Nasname û Îradeya Jinan li Surî were naskirin serî hildan û tevahî qad kirin qadên tekoşînê. Suriye bi muzaîka xwe a pirrengî, Perçandî, pirzimanî û pirolî tê naskirin ku hebûna Surî bi pirçandî, pirzimanî û dewlemendiya Pêkhate û gelên di Suriyê de ye. Ew destra ku mafê Jinan nasneke me berê jî qebul nekiriye em îro jî qebul nakin.

Rîhan wiha Domand: “Piştî hilweşandina Rejîma Baas di 8’ê Kanuna 2024’an Heviyên hemû pêkhate Jin û Ciwanan ew bu ku bi hewre weke pergala Rêveberiya Xweser pirrengî, pirçandî bi pêşengtiya Jinan di tevahî Suriyê de pergaleke Demokratîk ava bikin. Lê pergala Desthilatdar, nîjadperest û olperest ku niha li şamê li ser desthilatdariyê ye bi rojane bîryarên nû li ser gelên Suriyê, pêkhate û Jinan ferz bike. Gelê Surî li hemberî pergala nîjadperest a rejîma Baas ve serî rakir û bi berdelên giran dan. Ji bo vê emê kiryarên ku niha dixwazin li ser me ferz dikin, qebul nakin.  Emê bi hev re Suriye ke Demokratîk Nenavendî û Pirçandî bi muzaîka Bakur û Rojhilatê Surî bi îradeya Jinan ve ava bikin. Ji bo vê jî emê tekoşîna xwe berdewam bikin heta em serkeftinê misoger bikin.

Rîhan bag li tevahî Jinan kir ku li hemberî nenasîna hebûn û nasnameya Jinan hevgirtî bin û wiha got: “Bangawziya me ji bo Jinên Sahil, Hims, Deraa, Şam, Heleb tevahî herêmên Suriyê ye ku em bi hevre bi yêkitî hevgirtin û pêwendiyên Jinan ve li hemberî wan qetlîaman ve bisekinin û kiryarên Hişmenediya paşverû vala derxînin ku em Suriye ke nû Demokratîk bi mohra Jinan ava bikin. Gel û Jinên Suriyê layiqê azadiya bedewin.”

Rîhan wiha bi dawî kir: “Em çavên xwe ew pergala ku dixwaze me tune bike re nagirin, ku ew vê pergalê nikarin li ser me ferz bikin. Me peyamê xwe weke rêxistina Jin daye diyarkirin ku hebuna Suriyê bi Jinan e. ji bo vê em dibêjin Na ji Destura ku Jin û Pêkhate tê de cîh nagirin.”

Mitîng bi durişmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.

Related Articles

Back to top button