HevpeyvînNûçeSlide

Şervîn Nûdem: Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo klîta serxistina pêvajoyê ye’

Endama Akademiya Jineolojiyê Şervîn NûdemTêkildarî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27’ê Sibat û 8’ê Adarê ji malpera me re axivî û got “Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo Klîda serxistina pêvajoyê ye”

‘Hêviya gelan xeta Rêber Apo ye’

Şervîn Nudem got ku peyama Rêber Apo di demeke Şer pevçun û qirkirinê li ser gelan di asta herî jor de bûn, hêz û nefes da civakê û wiha axivî: “Ev Bûn 18 Roj ku Rêber Apo bi raya giştî re Banga ‘Aşitî û Civaka Demokratîk’ parvekir. Di vê pêvajoya Şerê cîhanê ê 3’mîn de ku civak di rewşekê jiyan dike ku Şer pevçun û qirkirinê li ser gelan taybet Jinan û xwezayê asta herî jor de tê meşandin. rewşek wisa bû ku mirov nema dikarî pêşeroja xwe bi fikire ne dikarî xeyalên siberojê bike. her kes tenê bi parastina hebûna xwe ve mijûl dibe bi gumanên mezin û Tirs jiyan dikirin, ku wê çawa xwe ji şerê heyî û qirkirinê xilas bikin. Di nava rewşeke wisa da bangawaziya Rêber Apo heviyeke nû da ava kirin û ev pir girînge.”

‘Peyama Rêber Apo nexşerêya jiyana azad e’ 

Şervîn balkişande ser peyama Rêber Abdullah Ocalan û da zanîn ku bi peyama afrînerê azadiyê ve heviyên cîhanê nû de zîndî bûn û wiha got: “Ew pêvajoya ku pergala Moderniteya kapîtalîst ji bo berjiwendiyên xwe hemû cureyê qirkirinê bi kar tîne huquqên navneteweyî û saziyê mafê mirovan bi sedan salan encama tekoşîna azadiya gelan de hatin bi dest xistin ku di roja îro de jî qiymeta wê nemaye. Di rewşeke wisa de bangawaziya Rêber Apo mudaxaleya vê girika kor a ku li ser hilweşandina civak û exlaq’a mirovahiyê tê ferzkirin, li hemberî van êrîşan  mûdaxaleya ji aliyê Rêber Apo ve hatiyi kirin, hişt ku carekedin heviya jiyanê, wateya jiyanê ji nû ve zindî bibe. Bi taybet jî ji bo gelê Kurd, Gelê Rojhilata Navîn li hemberî erîşên zêde, di encama siyaseta metingeriyê ku li ser Rojhilata navîn de tê meşandin, li beramberî êşa wan ji siyasetên şer, ji qirkirinan, ji bo gel û Jinên herêmê bu heviyek nû.

Referansa bingehîn a siyaseta demokratîk

Her wiha Şervîn îşaret bi şerê cîhanê ê 1 û 2 mîn kir û diyarkir ku Hêzên Emperyalîst bi xîz kirina sînoran ve civak parçekirin û dixwazin di şerê cîhanê ê 3’mîn de jî xerîteya li gorî berjiwendiyên xwe bi qir kirin û talan kirina gelan ve xîz bikin û wiha domkir: “Hêzên desthilatdar ê hegemon, di şerê cîhanê yê 1’mîn û 2’mîn de li Rojhilata Navîn li ser esasê netew dewletan, xîzkirina sînoran ve parçekirin û bi vî rengî Nîjadperestî, Olperestî û Zayinperestî  li ser cavakan ferz kirin. Di şerê cîhanê ê 3’mîn de jî dixwazin careke din li gorî berjiwendiyên xwe xerîteyê nû çêbikin. Di aliyekê de hilweşandina pergala netew dewlet de dixwazin heta astekê hêz bidin ku bi karîbin kedxwariyê ve xwe li ser vê axê bimeşînin. Lê ê ku herî zêde zilm, koçberî, kuştin û rastî hemû cûreyên bi binpêkirana mafê dibîn gelê li ser vê axê jiyan dikin e.”

Şervîn diyar kir ku aştî ne vebijêrkek e, pêwîstiyek e lezgîniye û got: ”Ji bo vê jî bangawaziya Rêber Apo tê wê wateyê ku êdî çareseriyek him di aliyê rêbazê pêşxistina çareseriya aştiyane, bi rêya dîalog, Demokrasî û li hev hatinê ku vîna gel, Jin û hemû pêkhateyên ol’î û çandî di nava xwe de di hewîne, dikare ber bi çareseriyeke mayinde ve biçe. Di aliyê din de jî civak li ser esasê nirxên Demokratîk dikare jiyana xwe bi xwe tayîn bike bi meşe û nirxên xwe ê civakîbuyinê biparêze û jiyan bike.

‘Polîtîkayên desthilatdariyê nabin çareserî’

Her wiha Şervîn balkişande ser Reel Sosyalîzmê û wiha pêde çû: “Di banga xwe de Rêber Apo diyarkir ku PKK di sedsala 20’mîn de di bin bandora şerê cîhanê ê 1’mîn û 2’mîn de Reel Sosyalîzm ê de avabuye. di nava wan şert û mercan de bi bandora Fikrê, mînak sosyalizm bi rêya dewletê tê avakirin an jî Sosyalîzm bi çarenûsa gelan û bi avakirina dewletek nû wê pêk were, Ev hişmendî di encama şerê cîhanê ê 1-2’mîn de derket.

Di serdema Reel Sosyalîzm de ku çi qasî îdda dikir ku ji bo mafê mirovan, mafê karkeran û ji bo azadiya civakê, dixwaze modeleke alternatif ava bike jî lê di rastîya xwe de derket holê ku ew tevgerên ku bi armanca rizgariya gelan û Çînên bindest rabûn jî nikarî bun pirsgirîkên azadiyê di bingeh de çareser bikin. Ji bo vê jî hîn di sala 93’an de hewldanên Rêber Apo ji bo li hev hatineke Demokratîk bi dewleta Tirk re ji bo avakirina komaleke Demokratîk pir zêde bûn. Di pêvajoya îmraliyê de ku Rêbertî weke zayina 3’mîn bi nav kir, hewldan û tekoşîna wî ji bo avakirina civakek azad. Şûna rê û rêbazên şer ku li ser esasê hevdu tunekirinê, hilweşandina dewletê her wiha avakirina dewlete ke nû, paradîgmaya li ser esasê civaka Demokratîk, Ekolojîk li ser bingeha azadiya Jinê ve dixwest rêyen çareseriyê werin ava kirin.”

‘Stûnên esasî dîaloq û rêxistin kirin’

Şervîn diyarkir ku PKK ji bo nasîn û hebûna Kurd roleke mezin lîst û got: “Ji bo pêkanîna wê jî dîalog him bi dewletê re him jî xwe rêxistinkirina civakê re wek 2 situnên en esasî girt. Ji bo vê jî PKK bi taybet di aliyê vejîna gelê Kurd naskirina Çanda wê derketina siyasî a civaka Kurd di sedsala 20’an de heya roja me a îro jî roleke pir girîng liyîst. Lê di roja îro de Rêber Apo pênase dike û dibêje ‘Dubarebûnek Heye’ di esas de jî çareserî li wê derê derdikeve. dema ku li şûna modeleke desthilatdar modelek Demokratîk ava bibe, jiyanek were ava kirin, ku tê de azadiya fikir û raman, azadiya ziman û Çand, xwe rêvebirineke komînal, bi aboriyeke komînal ve dikare were pêşxistin.”

Parastina Gelekê

Şervîn li hemderî Hêzên ku bi tundiyê re dixwazin xwe ferz bikin, îşaret bi paraznameyên Rêber Abdullah Ocalan kir û wiha lê zêde kir: “Rêbertî paraznameyên xwe ê despêka di pêvajoya Îmraliyê de dabû diyar kirin, dema çek ji bo mabesta parastinê neyê bi karanîn, dibin amureke desthilatdariyê. Pêvajoya niha de herî zêde bi tûndiya çek re her kes dixwaze xwe ferz bike. Li hemberî vê paradigmaya Rêber Apo û nirxandinên wî ku di paraznameya xwe a Parastina Gelekê de jî bi pêşxisti ku wiha fam dikin li şuna PKK ku li ser esasê şerê çekdarî wek partiyeke şoreşger siyaset dimeşîne,  civak gîhand astê ku êdî xwe li hemberî êrîşên dewletê bi parêze, derfetan bi kar bîne û demokratîk kirina pergala dewletê de jî rol bilîze.”

Şervîn wiha dom kir: “Ji bo vê guhartinên Demokratîk di nava dewletê de pêk werin nema dibe asteng li pêşiya azadiya fikir û raman, li pêşiya xwe rêxistinkirina civakê li hemberî çand û baweriyên cur be cur ku di nava civakê de jiyan dikin. dema dewlet li hemberî wê civakê tu nebû asteng, çek jî di vê derê de wek amûre ke nema pêwîst dibe. Lê divê ev şert hebe ku dewlet nebe asteng li pêşiya siyaseta Demokratîk û çareseriyên huquqî. gerek maf û rêz li hemberî siyaseta civakê bê dayîn. Di bin van şert û mercan de jî civak û taybet Jin dikare bi renge cur be cur xwe rêxistin bike û jiyana xwe bi rê ve bibe.”

‘Ronesansa Jin’ê ‘Aşitî û Civaka Demokratîk’

Şervîn da diyarkirin ku 8’ê Adara 2025’an bi hevdîtin û nirxandinên Abdullah Ocalan re derbasî qonaxeke nû bû û wiha got: “Di peyama Rêber Apo a 8’ê Adarê ji bo jinan de jî Rêbertî banga ‘Aşitî û Civaka Demokratîk’ weke Ronesansa Jinê bi nav kir. Ronesans tê wateya ji nû ve zayîn, û hebûna xwe avakirinê. Çawa ku civaka komînal a despêkê civaka ku bê desthilatdarî derdora Jinê hatibû ava kirin, çanda dayika xudawend jî ku Jin di avakirina civakek ku tê de wekhevî û piştgiriya hev li ser esasê kedek hevbeş û parvekirin avakiribûn ku Di despêka avabuyîna civakê de jin roleke bi vî rengî listiye, Di vê pêvajoyê de jî Jin dikare Rola xwe bilîze ku li hemberî êrîşên çanda Tecavûz, êrîşên qirkirinê ê li ser Jin xwezayê û Gelan tê meşandin, dikare xwe biparêze û Çand, Tenduristî û Aborî de, bi îrade û zanebûna xwe ve xwe îfade bike.”

‘Peyama 8’ê Adarê a Rêber APO Banga 27’ê Sibatê temam dike’

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di peyama xwe a 8’ê Adarê de tîne ziman ku ‘Heya ku azadiya jinê pêk neyê hûn nikarin bibin sosyalîst. Sosyalîzm pêk nayê. Heya ku demokrasî nebe sosyalîzm jî nabe’ Şervîn ev xal jî wiha şîrove kir: “Jin dikare bi zimanê xwe ê aşitî, lihev hatin û pê hesandin taybetmendiyên xwe ê di nava dîroka xwe de di kesayeta wê de avakiriye û parastiye, dikare Roleke pêşeng ji bo serkeftina vê pêvajoyê bilîze. Rêber Apo di peyama 8’ê Adarê ku banga 27’ê Sibatê tamam dike de got ‘Rêya sosyalîzmê ji azadiya jinê derbas dibe. Heya ku azadiya jinê pêk neyê hûn nikarin bibin sosyalîst. Sosyalîzm pêk nayê. Heya ku demokrasî nebe sosyalîzm jî nabe’ bi gotinên Rêber Apo de jî em dibînin ku azadiya Jin û Demokrasî nirx û şartên bingehîn ji bo jiyanek hevbeş û azad a civakê giştiye.”

‘Jın dikare ji bo serkeftina vê pêvajoyê, roleke pêşeng bilîze’

Şervîn balkişande ser baweriya Rêberê gelan Abdullah Ocalan a li hemberî Jinan û teqezkir ku jin bi hemû hêza xwe ve dikare vê pêvajoyê bi serkeftin û azadiyê ve tacîdar bike û wiha bi dawî kir: “li hemberî çanda tecavüz û êrîşên qirkirinê ku ji aliyê pergala mêrdewlet ve li ser civakan tê ferz kirin, em dikarin bi felsefeya Jin Jiyan Azadî zîndî bikin, alternatîfên xwe pêş bêxin, bi zanebûn li ser dîroka xwe bi vîna xwe ve bi şêwazên nû ê siyasetê ê ku ne li ser esasê hevdû tunekirinê, berjiwendiyên yêk alî, ji bo hemû pêkhate, hemû zîndiyan dikarin jiyaneke bi parastina vîna xwe ve ava bikin. Li ser vê bingehê jî em ji vê bangê fêm bikin ku Serokatî him bawerî dide Jinê him Erk dide Jinê ku Tevgera Jinan di aliyê pêk anîn û serkeftina vê pêvajoyê de dikare roleke pêşeng bilîze.”

Related Articles

Back to top button