Kongra Star a Firatê: Divê Civaka Navnetewî ji bo Rawestandina Cezayên Darvekirinê Gavên Şênber Bavêje
Kongra Star a Herema Firatê têkildarî cezayên darvekirinê ku rejîma Îranê li çalakvanên siyasî yên Kurd Pexşan Ezîzî, Werîşe Mûradî û Şerîfe Mihemedî biriye, daxuyaniyek da û bang li Mafê Mirovan kir ku ji bo rawestandina cezayê darvekirinê, gavên Şênber bavêje.

Daxiyanî li Qada Jinan Azad, ji alîyê Endama Kongra Star Meyson Kawar ve hat xwendin.
“Beriya çend rojan biryarek ji aliyê Dadgeha bilind a Îranê ve derket an go biryara darvekirinê di derheqê her du çalakvanên Kurd, Pexşan Ezîzî û Werîşê Muradî de derket, ev yek jî piştî biryara Dadgeha Bilind a li Tehranê di derheqê her du çalakvanên kurd de bi sûcdariya serhildana çekdarî li dijî dewlet û girêdayîna bi komên dijber ve hate dayîn .
Daxuyniyê Diyarkir ku rejîma Îranê bi van cezayan hewl dide dengê rastiyê bibire û kesên ku daxwaza azadî û dadmeniyê dikin bitirsîne û Wiha got: “Her wiha her du çalakvanên Kurd rastî îşkenceya fîzîkî û derûnî, hatin, di heman demê de jî ew xistin girtîgeha tenayî û xwestin ew di bin zext û îşkenceyê de jî gelek tiştan li xwe mukir bînin lê Jinên Pêşeng bi berxwedaniya xwe ve serî li ber wan netewand û hewldanên wan vala derist.ji bo vê serdanên malbata wan jî qedexe kirin û destûr nedan ku ji wan re parêzerekî bigirin da ku wan biparêzîn.
Daxiyaniyê Keda Çalakvanên Pêşeng bi bîr xist û wiha pêde çû: “Wekî ku tê zanîn rêheval Pexşan weke çalakvaneke civakî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kar dikir û piştgiriya Jinên ku ji Daişê hatin rizgarkirin dikir. Werîşê jî weke çalakvanekê di berxwedaniya Kobanê de cihê xwe girti bû û li hemberî terora Daişê berxwedaniyekî bê hempa meşand. her wiha di dozên jinê de kar dikir. her du çalakvanan temsîla gelek jin û mêrên li Îranê ên ku li hemberî zilmê derdiketin kirin ku ji bo azadî û edaletê bidest bixin.
Daxiyaniyê Wiha Domkir: “Piraniya dewletên cîhanê cezayê darvekirinê betal kirine. ji ber ku ew tiştekî dijbere û dijberî mafê jiyanê ye, lê belê zêdetirî nîvê niştecihên cîhanê li welatiye jiyan dikin. di serî de Îran ku heta niha cezaya darvekirinê di derheqê mirovan de pêk tîne.”Komara Îslamî Ya Îranê” cezaya darvekirinê bi şêwazekî sîstematîk wekî alaveke tengkirina dijberan û hoskirina dengê rexnegir û dijberên ku siyaseta wê napeijirînin bikar tîne. Bi taybet jî cezaya darvekirinê di derheqê çalakvanên siyasî û kêmaniyên nijadî de pêk tîne, ev yek jî ji bo ku tirs û metirsiyan di derûnîya gelê xwe de biçîne.
Her wiha bêparkirina her du çalakvanan ji mafê parastinê, binpêkirina zagonên navdewletî û peymanên girêdayî mafên mirovan a ku dibêje mafê parastinê mafekî pîroz e û sûcdar jî heta ku tu tişt li ser neyê peyitandin ew bê sûc e.
Her wiha hemû lihevkirinên zagonên “Welatên Yekbûyî” rê didin ku kesê êsîr mafê xwe ê serlêdana malbata wî li zîndanê her wiha dihêlin ku mafê xwe di dadgeheke dadperwerîyê de û girtina parêzerekî jê re da ku parastina wî hilgirê li ser xwe, bidest bixe. Di heman demê jî bê parkirina her du çalakvanên jin ji mafên wan binpêkirina pîvanên mafê mirovan e her wiha tewanbariya her du çalakvanan jî nagihêje asta darvekirinê.
Daxiyaniyê cezayên darvekirinê li derheqê her du çalakvanên pêşeng de şermizar kir û wiha bi dawî kir: “Em weke Jinên Kongra Star û meclisa Edaleta jin Ya li Kantona Firatê daxuyaniya giran a cezaya darvekirina di derheqê her du çalakvanên jin Pexşan Ezîzî û Werîşê Muradî derketiye, şermezar dikin û em bang li hemû rêxistinên navnetewî, mifewadîya mafê mirovan, komeleya rêxistinên jinan û Welatên Yekbûyî dikin da ku mudaxeleya cezaya darvekirinê di derheqê wan de bisekinînin.
Daxuyanî bi durişmeyên ‘Berxwedan jiyane’ û ‘Jin jiyan azad’ bi dawî bû.



