ÇalakîNûçeSlide
Bi Hezaran Şêniyên Kantona Firatê ji bo Azadîya Fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan Meşiyan
Bi hezaran Şêniyên Kantona Firatê ji bo Azadîya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan Meşiyan Bi pêşengtiya Kongra Star Bi hezaran xelkê kantona Firatê Li bajarê Kobanê bi armanca Azadiya fîzîkî a Rêber Abdullah Ocalan meşiyan.

Meş Bi şiara “demdema Azadîya fizîkî a Rêber Apo” li qada Jina Azad destpê kir. Di meşa girseyî de wêneyên Rêber Apo, Alên Kongra Star hatin hildan û bênavber dirûşmên “Bêjî Serok Apo”,”Bê Serok jiyan nabe,” , “jin jîyan azadî” û “Berxwedan jiyane” hatin berzkirin.
Meş heta qada Şehîd Egîd dewam kir û li vir veguhezî mitîngê.
Piştî deqeyek rêz girtinê li ser cangoriyên azadiyê, Endama koordînasyona Kongra Star Macîde hesun axivî.
Macîde Rêber Abdullah Ocalan silavkir û wiha got: “berxwedaniya rêber apo ku 26 salin berdewam diki ,ji bo tevahî civaka di bib fikir ú felsefa rêber apo hatiye perweede kirin .ji kobanîya berxwadêr silav ú hezar silav ji zindana îmraliyê
Meş bi dirûşma “Bê Serok Jiyan nabe” , “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.




