
Însiyatîfa Jinan a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a girêdayî Kongra Star a Helebê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşek li dar xist. Meş bi dirûşma “Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn e” pêk hat. Bi sedan şênî, endamên partiyên siyasî, saziyên sivîl, meclis û komînan beşdarî meşê bûn.
Girseyê wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hildan û pankartên “Bi jiyana azad re rojek diyalog” û “Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn e” vekirin û ji pêşiya Hola 8’ê Adarê ya li rojavayê taxa Şêxmeqsûdê dest bi meşê kir. Meş li Qada Cebanat a rojhilatê taxê veguherî mîtîngê.
Piştî rêzgirtinê, endama Însiyatîfa Jinan a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Medya Miqdad axivî. Medya anî ziman ku Rêber Abdullah Ocalan bi ramanên xwe yên azad û banga aştî û civaka demokratîk dikare aştiyê pêk bîne.
Medyayê anî ziman ku Rêber Abdullah Ocalan piştgirî û bawerî da jinan û ev bang kir: “Divê em xwedî li fikir û felsefeya wî derbikevin ta armancên xwe pêk bînin û azadiya wî ya fîzîkî mîsoger bikin.”
Hevseroka Meclisa TEV-DEM’ê ya Helebê Mehla Mistefa jî bal kişand ser durûtiya siyasetên dewleta Tirk û got: “Li pêşiya raya giştî xwe îdia dike ku ew banga Rêbertî qebûl kiriye, lê li aliyekî din êrişên xwe li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê didomîne û Rêbertî azad nake.”




