Şandeya jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pirsgirêkên mirovî û yên jinan nîqaş kirin
Şandeya jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi nûnerên partiyên siyasî yên Almanyayê re civînên cuda li dar xistin. Di civînan de hat diyarkirin ku divê pirsgirêkên jinan di cewhera her çareseriyeke siyasî de bin. Her wiha metirsiya vegera DAIŞ'ê û girîngiya vegerandina welatiyên biyanî yên malbatên DAIŞ'ê hat nîqaşkirin.

Şandeya jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevdîtinên xwe yên li paytexta Almanyayê Berlînê didomînin.
Şande bi nûnerên partiyên çep, kesk û Partiya Yekitiya Demokratîk a Mesîhî re civiya û di civînan de geşedanên li Sûriyeyê û binpêkirinên li dijî pêkhateyan hatin nîqaşkirin.
Her wiha rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û peymana 10’ê Adarê û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî deverên dagirkirî û êrişên li dijî bendava Tişrînê û qutkirina ava Firatê hatin şîrovekirin.
Di civînan de bal li ser şewatên bi zanabûn li beravê û Himsê hat kişandin û girîngî bi hesabxwestina ji sûcdatan hat dayîn.
Di hevdîtina Partiya Demokratîk a Mesîhî de jî şandeyê li ser têkiliyên Rêveberiya Xweser û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê, pirsgirêkên jinan û hilbijartinên parlamentoya Sûriyeyê axivî. Her wiha rewşa kampa Holê û pêwistiya piştgiriya navneteweyî ji bo wê hat vegotin.
Şandeyê teqezî bi girîngiya pêkanîna peymana 10’ê Adarê û avakirina sîstemeke nenavendî û xurtkirina rola jinan da.
Ev hevdîtin di çarçoveya gera şandeya jinan a dîplomasî ya li Ewropayê de hatine lidarxistin.
Şande ji rêvebera Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Omer, berdevka Meclisa Jinan a Sûriyê Muna El Yûsif, berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya Şehrezad El Casim, endama Koordînasyona Kongra Star Jiyan Hisên û seroka Yekitiya Jinan a Suryanî Corcêt Bersûm pêk tê.




