
Cîgira Hevseroka Encûmena Cibcîkar a Kobanê Mizgîn Xelîl di heman demê de keça yadê Emîne ya ku di komkujiya Helincê de jiyana xwe ji dest dayî û gihişt asta şehadetê behas hedefgirtina dayika xwe û rêhevalên wê dike
Mizgîn wiha da zanîn ku’ di kesayeta hersê şehîdên komkujiya Helincê de em tevahî şehîdê şoreşa azadiyê bi taybet şehîdên jin bibîrtînin û bejna xwe li beramberî wan ditewînin û soza bilindkirina asta têkoşînê careke din nû dikin.
Mizgîn bibîrxist’ ku 6 sal li ser komkujiya Helincê re derbas bû ku di asta rojava de komkujiyeke herî hov û reşî û bêbextiyeke mezin ,careke din wek xelekeke zincîrên ji xelekên komplo hate pêkanîn di kesayeta hersê jinan de xwestin şoreşa jinan a ku li vê derê zindî bibû û li herderê belav bibû xwestin ku têk bibin.
Mirov dikare kesayeta wan jinan yek bi yek biaxive û şîrove bike ku kesayet û jiyana wan bi çi rengî bû û bêje çima komkujiyek bi vî rengî û bi taybet di vê demê de pêk hat .
Komkujiya ku hat pêkanîn di serî de di kesayeta hevalên ku di xebatê Kongra Star de kar dikirin wek rêveberiya Kongra Star di serî de şehîd Zehra Berken ,ew jî yek ji jinên ku aktîf,çalak û pêşeng ku di nava gelek xebatan de ji destpêka şoreşa 19’ê Tîrmehê û heta roja ku şehîd ketî kêliyeke xwe vala nedihişt di nava kar de bû û xebatê rêxistinkirina jinan rol û misyoneke gelekî aktîf di nava vê xebatê de lîst di gelek xebatan de cihê xwe girtibû .
Herwiha anî ziman ku dema ku hazirtî ji bo lidarxistina konferansa jinan dikirin ku bikaribin kar û xebatê xwe di ber çavan re derbas bikin û pilanzaiyeke xweyî nû ji bo xebatên jinan deynin di nava kar û xebatê de bûn gund bi gund jin ziyaret dikirin ji bo sererastkirin û ji nû ve zindîkirina vê xebatê careke din di ber çavan re deras bikin mirov dikare bêje ku jineke her demê xwe dabû kar û xebatê.
Zehra di şerê Kobanê de wek jineke pêşeng cihê xwe di nava qadên rizgarkirinê de girtibû cih bi cih di Kobanê de xwedî kedeke mezin bû.
Mizgîn got’ ku dayika min kesek mêvan perwer bû mêvanê xwe pêşwazî kiribû mêvanên ku hatibû suhbeta min û wê li gel me rûniştî bûn di nava suhbetê de bûn,bûn hedefa dijmin bi taybet dagirkertiya dewleta Tirk a ku di wê rojê de ew kirin armanca xwe û bi vî rengî gihiştin asta şehadetê .
Dayika min ji destpêka damezrandina tevgera azadî û heta şehadeta wê kêlî bi kêlî mala me cihekî ku gelek jinên pêşeng ên ku ji bo xeta azadiya jin û rêxistinkirina tevahî jinan xebat dikirin , yek carê jî dayika min gav paş de venegerand hem hezkirin,xwedîderketin û mala xwe vekirin di vê xetê de dimeşiya .
Piştî şehadeta wan gelek jinên pêşeng hatin hedefgirtin mîna şehîd Rîhan û Yûsra ku di nava şoreşa rojava de roleke sereke û bi bandor lîstibûn .
Herwiha tekez kir ku ev komkujiyên ku bi giştî têne kirin di kesayeta komkujiya Helincê ku yekemîn komkujî bû bi balafirên bê mirov êrîş kirin ku ya yekê bû bi vî rengî berdewam kirin armanc jê vemirandin û temisandina şoreşa jinan bû .
Di vê komkujiyê de di esas de xwestin ku tevgera kongra Star ,tevgera azadiya jin têk bibin û îdyolojiya rizgariya jin ji holê rakin .
Her ku hevalek jin şehîd diket mîna ku li şûna dayika min bi hezaran jinên welatparêz û welatperwer derketin holê û riya şehîdan dewam kirin .
Di dawiyê de da zanîn ku’ pêwîste jin di aliyê zagonî de û mafê jin di nava destûr nû ya Sûriyê de û bi rengekî nivîskî werin tesbîtkirin li ser vî esasî wê têkoşîneke mezintir were kirin ku jin karibe di hemû meydanan de bi rengekî fermî,zagonî di nava destûrê de cihê xwe bigre .
Wê têkoşîn dewam bike ta ku destkeftinên şoreşa jin tev werin parastin û misogerkirin .



