ÇalakîNûçeSlide

Li Hesekê xwepêşandanek ji bo naskirina zimanê Suryanî û pejirandina saziya «Olf Taw»

Pêkhateyên Suryan tekez kirin ku nasandina fermî ya zimanê Suryanî û pejirandina saziya «Olf Taw» gavek  ji bo parastina ziman, nasname û mîrata çandî ya pêkhateyên resen ên Sûriyeyê ye.

Li bajarê Hesekê, welatiyên Suryanî xwepêşandanek li dar xistin û daxwaza nasandina fermî ya zimanê Suryanî û pejirandina saziya «Olf Taw» kirin. Xwepêşanderan gotin ku ev gav ji bo parastina ziman, nasname û mîrata çandî ya pêkhateyên resen ên Sûriyeyê ye.

Di xwepêşandanê de endam û Partiya Yekîtiya Suryanî, ciwanan û Navenda çanda Suryanî, herwiha Partiya Yekîtiya Jinên Suryanî beşdar bûn.Xwepêşandan li pêşiya avahiya parêzgehê li Hesekê hate lidarxistin.Di pankartan de jî ev peyam hatibûn nivîsandin: «Zimanê Suryanî zimanê dîrokî û şaristaniya Sûriyeyê ye»، «Em daxwaza pejirandina saziya Olf Taw dikin» û «Zimanê dayikê çand û nasname ye».

Di xwepêşandanê de şandeyek ji partiya yekîtiya Suryan derbasî gel parêzgehê Hesekê Nûrdîn Ehmed bûn û ameyek pêşkêşî wî kirin .

Bangewaz ji bo nasandina zimanê Suryanî

Mamosteya Zimanê Suryanî di Saziya Olf Taw Semîra Hena di axaftina xwe de got ku zimanê Suryanî zimanekî resen û xwedî mîrata dîrokî ya Sûriyeyê ye û bang li hikûmeta Sûriyeyê kir ku vê zimanê bi awayekî fermî nas bike û wiha dewam kir :”zimanê Suryanî di dîrok û şaristaniya Sûriyeyê de cihê girîng  digre û divê di destûra Sûriyeya pêşerojê de cihê xwe yê fermî bistîne.”

«Mafên hemû pêkhateyan divê di destûrê de bêne parastin»

Piştî ku şande ji gel parêzgehê Hesekê derket ,Endamê Desteya Rêveberiya Partiya Yekîtiya Suryanî li Hesekê, Kebrayel Şemûn,  got ku ev rawestan ji bo parastin û piştgirîkirina mafên hemû pêkhateyên ku li Sûriyeyê dijîn hatiye lidarxistin û wiha anî ziman:”Me nameyek pêşkêşkir da ku  bighîne  hikûmeta demkî. di namey de me daxwaz kir  ku zimanê Suryanî were nasandin، ji ber ku ev yek mafek ji mafên me ye. Piştî gihîştina vê qonaxê divê mafên hemû pêkhateyan di destûra Sûriyeyê de bêne garantîkirin.»

Şemûn zêde kir ku bi vê pejirandinê, Sûriye dikare destpêkek nû ava bike û wêneyê xwe yê şaristanî û dîrokî yê ku li ser bingeha pêkhate, cihêcudayî û pirrengiya civakî ava bûye, xurtir bike.

 

Related Articles

Back to top button