
Di nav şert û mercên dijwar، şer û birîndariyê de، hin çîrok ne tenê çîrokên kesane ne، lê dibin dengê iradeyê û berxwedanê. Zêlan Mûş yek ji wan kesan e ku ji temeneke biçûk ve xewna tevlîbûna tevgerê di dilê xwe de hilgirt، û piştî ku ew xewn bû rastî، li gorî baweriya xwe rêya xwe hilbijart. Ji Kobanê heta demên niha، wê bi tecrûbeya şerê، birîndariyê û baweriya bi hêza gelê yekgirtî peyamek dide ku li gorî wê serketin ne tenê bi çekê، lê bi irade، yekbûn û berxwedanê tê bidestxistin.
Zîlan Kobanê distirê û ji dengê wê hestên serketinê û aramiyê derdikevin. Dengê wê bi hest û wateyek kûr tê bihîstin، wek dengê jinê ku tevî hemû dijwariyan hêza iradeyê di hundirê xwe de diparêze.
Ji temeneke biçûk ve daxwaza tevlîbûna tevgerê
Zîlan di axaftina xwe de got ku ew di sala 2001’an de tevlî tevgerê bû. Wê diyar kir ku ew keçek delalî ya tenê ji bo malbata xwe bû .Bi vî rengî di nava malbateke welatparêze mezi bû .Ew ji temeneke biçûk ve bi tevgerê re nas bûye û her dem dixwest ku tevlî bibe، lê daxwaza wê ji ber biçûkbûna temenê hate redkirin.
Zîlan got: “Her dem ji min re dihate gotin ku dema ku mezin bibim، ew ê heval werin û ez ê tevlî tevgerê bibim. Dema ku ez mezin bûm، wan soza xwe pêk anîn û ez tevlî tevgerê bûm.”
Tevlîbûna tevgerê û nasîna jinê ya azad
Zîlan diyar kir ku tevlîbûna wê di tevgerê de bû sedema ku rastiya jinê û iradeya jinê ya azad baştir nas bike.
Wê got ku jin her dem dikare di hemû qadên jiyanê de roleke pêşeng û rêber bilîze، lê desthilat her tim bi nerîna koletiyê li jinan dinêre û wiha anî ziman : “Azadkirina jinê gaveke dîrokî ye ji bo rizgarkirina tevahiya civakê. Ev nerîna koletiyê bûye sedem ku jin bê irade û bê kesayet bimîne.”
Herwiha got ku jin di Tevgera Azadiya Kurdistanê de xwedî roleke pêşeng û rêber e û bi vê têgihiştinê dixwaze zihniyeta desthilatdar biguherîne. Li gorî wê، jina şoreşger desthilat qebûl nekiriye û rêya azadiyê li hember hemû jinan vekiriye.
Beşdarbûna li berxwedana Kobanê
Zîlan got ku di sala 2014’an de، dema ku erk ji wê hate xwestin، ew çû Kobanê û di şerê li dijî DAIŞ’ê de beşdar bû.Wê got: “Ji ber birîndarbûnê niha ez astengdar im، lê astengiya laşî nikarî iradeya min bişkîne.”
Wê diyar kir ku dema ku bihîst Kobanê serketiye û DAIŞ têk çûye، wê fam kir ku irade dikare serketin biafirîne.
Yekgirtina gelê Kurd serketina herî mezin e
Zîlan got ku tişta ku herî zêde wê kêfxweş kir ew bû ku di wê demê de gelê Kurd ji bo rizgarkirina Kobanê yek bû.Wê got ku ji hemû parçeyên Kurdistanê gel ber bi Kobanê ve çû û ev yekgirtin ji bo wê serketineke mezintir bû.
Banga yekbûn û berxwedanê
Wê diyar kir ku di qonaxa ku li Sûriyeyê derbas bû، dema ku Kurd yek bûn، wê bawer kir ku serketin dê bibe hevalê wan û wiha got:”“Dijmin li ber yekgirtina gelê Kurd sernekeve. Gel divê bêdeng nemîne، desthilat qebûl neke û ji tirsê xwe rizgar bibe، ji ber ku bi tirsê serkeftin nayê bidestxistin. Bêdengî û nebûna piştgiriyê dibe sedema windakirina mezin.”




