
27’salên girtina bê qanûnî ku îro sînorê zagonî derbas dike ta niha li ser rêberê aşitî û mirovahiyê rêber Abdullah Ocalan dewam dike .
Tecrîda ku li ti devera cîhanê li dijî ti serok û rêberan nehatiye kirin li welatê Tirkiyê bi taybet li girava Îmraliyê tê meşandin.
Dewletên cihanê ji ber ku aşiqê desthilatdarî û zulmêne azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan a ku ji mafê her mirovî ye dûrî wî dixin .
Nexasim piştî ku bi temen mezin bûye pêwîste di nav gelê Kurd û cîranên wan de were dîtin lê belê dewleta Tirk a dagirker ev mijar qedexe kiriye .
Bi vê boneyê li Stadyoma Heyse Kiço ya bajarê Qamişlo Mêtîngek girseyî hat lidarxistin .
Bi sedan gelê bajarê Qamişl herikî Stadyoma Heysem Kiço û doza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kirin.
Di serî de bi deqeyeke rêzgirtin li ser giyanên şehîdan hate rawestandin .
Paşê hevseroka TEV_DEM Remziya Mihemed axivî û got bi durşmeya rêberê azad gelê azade gelê ku li azadiya rêber APO digere û îro li vir kom bûye silav ji bo we bi navê we teva ji vir heta Imraliyê silavên bi germahiya havîna ku em îro tê re derbas dibin û meha Temûzê ku bîranîna şehîdên me û nirxê me yê pîroz silavên germ ji bo rêber Apo.
Herwiha diyar kir ku di demekî ku cîhan tevahî ber bi şerekî mezin ve diçe rêber Abdullah Ocalan pêvajoya aşîtî û civaka demokratîk ragihand ku berê Kurdistanê û tevahî cîhanê ber bi aşîtiyê ve dide meşandin.
Ku sîstema desthilatdar ku tenê netewdewlet û yek al yek ziman dipejirîne sîstema wê da seknandin.
Pêvajoya ku ji bo tevahî gelê me û rojhilata navîn di nav aşitiyekê, demokrasiyekê û civatekî wekhev û hevbeş de bijîn .
Ji gava ku ev pêvajo destpêkir saleke ku şer neqewimiye qurbanî çênebûne û kuştin derneketiye ji bet rêber Abdullah Ocalan ji bo azadiya gelan wekhevî û edalet û demokrasiyê bang dike .
Remziya destnîşan kir ku raste rêber Abdullah Ocalan di nav zindan û tecrîdekê de ye lê karîbû rewşa Tirkyê bi tevahî bide guhertin û sîstema cîhanê bide guhartin û felsefekî ji bo civaka demokratîk reghîne bi vê felsefeyê êrîş li ser piroja rêber apo zêde dibin .
Herwiha Remziya di dawiyê de bibîrxist ku Rêber Abdullah Ocalan wiha dibêje, me nikarîbû netewa demokratîk ava bikin ji ber me civak demokratîk nekiriye bi xwedî derketina li felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bi serxistina pêvajoya civaka aşitî û civaka demokratîk e, ku emê karibin rêber Abdullah Ocalan di nav xwe de azad bikin û vê pêvajoyê biser bixin û tevahî sîstemên desthiladar komployê ku dihûnin ji bo ku gelan tune bikin tenê sîstema desthilatdar bi ser bixînin bi vê wê ev sîstem û komplo vala derkevin tenê vê gel azad bibin di nav rêberekî azad de jî wê jiyan bikin .
Azadiya civaka me û jinan bi azadiya Rêber APO re ye.
Herwiha bernameya mêtîngê wiha ber bi dawî ve çû.
Koma Yasna ya mûzîkê.
Helbestvanên navdar Ferhad Merdê.
Hunermend Baran Dilbuhar
Hunermend Nisrîn Botan
Hunermend Danîş Botan




