
Saziya Star a Pêşveçûnê bi alîkariya Darat Selam li paytexta Sûriyeyê Şamê semînerek organîze kir. Çalakvan, siyasetmedar, rewşenbîr û parêzer tev li panêlê bûn.
Panêl bi dirûşma `Ji mafê me ye em xwe îfade bikin û berpirsyariya me ye em cîhana xwe ya dijîtal biparêzin` dest pê kir.
Di panêlê de hiqûqnas û gerînendeyê Darat Selam Rena Şêx Elî li ser rola medyaya dijîtal a di xurtkirina aştiya civakî de axivî.
Her wiha parêzer Mustefa Gilêb li ser mijara xwe îfadekirine axivî û panêl ji aliyê nûnera Saziya Star a Pêşveçûnê Sewsen Xelef ve hate birêvebirin.
Di dawiya panêlê de hate gotin ku mafê her kesî heye medyaya dîjîtal bi kar bînê lê divê berpirsyar nêz bibin û ziyanê nedin civaka xwe.




