Li Silêmaniyê Jinên Kurd Jeopolîtîka Kurdistanê û Rewşa Jinan guftugo dikin
Ji bo nîqaşkirina siberoja jinên Kurd û bandora herêmî, li bajarê Silêmaniyê panelek piralî ya neteweyî dest pê dike. Ev civîn jinên pêşeng ên ji her çar parçeyên Kurdistanê tîne ba hev û banga piştgiriya gerdûnî dike.

Li bajarê Silêmaniyê, panela bi navê “Jeopolîtîka Kurdistanê û Rewşa Jinan” ji bo jinên her çar parçeyên Kurdistanê tê lidarxistin. Di heman demê de bangeşiyek ji bo tevlîbûna çalakvan, azadîxwaz û parêzvanên mafên jinan hat ragihandin.
Bernameya panelê
Îro saet di 15:00’an de, li Hola Sînema Salim a bajarê Silêmaniyê, panela bi navê “Jeopolîtîka Kurdistanê û Rewşa Jinan” bi însiyatîfa Rêxistina Têkiliyên Jinên Kurd (REPAK) û Rêxistina Azadî birêve diçe.
Kesayet û çalakvanên navdar ên ku beşdarî vê panelê dibin ev in:
- Nesrîn Sine – Endama Kongra Star
- Zeyneb Murad – Hevseroka KNK’ê
- Îlham Ehmed – Hevseroka Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser
- Ayla Akat Ata – Aktîvîsta TJA’ê û Parlamentera berê ya HDP’ê
- Geşe Dara Hefîd – Seroka Rêxistina Azadî
Em êdî jiyaneke bê nasname qebûl nakin
Di nav beşdarên sempozyumê de endama Kongra Star Nesrîn Sene, Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad, Hevseroka Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) û parlamentera berê ya HDP’ê Ayla Akat Ata û Seroka rêxistina Azadî Geşe Dara Hefîd cih girtin. Her wiha gelek aktîvîstên jin, parêzvanên azadiyê û nûnerên mafên jinan jî beşdar bûn.
Seroka rêxistina Azadî Geşe Dara Hefîd diyar kir ku yekemîn rêxistina jinên Kurd di girtîgeha Neqîb de hatiye avakirin û destnîşan kir ku vê yekê bi taybetî li Silêmaniyê di aktîvbûna jinan de roleke girîng lîstiye. Ev hewldan bi demê re bûye parçeyek ji çanda siyasî û civakî ya bajêr û ji bo bajarên din ên Kurdistanê jî bûye çavkaniya îlhamê. Hefîd anî ziman ku Silêmanî di warê siyaset, ramana jin û avakirina partiyan de pêşeng e û destnîşan kir ku bi taybetî partiyên komunîst hewl dane rol û berpirsiyariyê bidin jinan, ku vê yekê beşdariya jinan zêde kiriye.
Hefîd bal kişand ser ku di têkoşîna Kurd de jin bi giştî di qada rêxistinbûn û piştgiriyê de mane û her çend xwestibin beşdarî têkoşîna çekdarî bibin jî, piranî caran destûr nedane wan. Hefîd anî ziman ku piştî raperînê jî jin di têkoşîna li dijî rejîma Baasê û avakirina saziyên herêmî de cih girtine, lê belê di mekanîzmayên biryardanê de bi qasî tê xwestin nehatine temsîlkirin.
Piştre hevseroka Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Îlham Ehmed bi rêya dîmenekê ku ji bo Sempozyuma ‘Jeopolîtîka Kurdistanê û Rewşa Jinan’ a li Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê hatibû destpêkirin, peyamek da.
Îlham Ehmed anî ziman ku ji bo mafê Kurdan û jinan di destûrê de bê mîsogerkirin dest bi pêvajoyeke ya entegrasyonê hatiye kirin û got: “Niha pêvajo dewam dike. Niha nakokî li ser pirsa entegrasyona jinan û taybet hêza jinan heye. Rê ji bo jinan nayê dyaîn ku di nava anvendên biryardariyê hebin. Ev jî wê nîşan dide ku jin weke amûrekê tê bikaranîn, ne wek îrade û nûnertiya xwe bike ku tevlî biryarên startejîk bikin.”
Îlham Ehmed bal kişands ser nêzîkatiya Hikûmeta Demkî ya Sûriye û hişmendiya mêrsalarî û wiha domand: “Hemû hewldanên me ewe ku li herêmên xwe jin nûnartiya xwe bike, bi taybet di warê leşkerî de bikare xwe û civaka xwe biparêzin.”
Îlham Ehmed qala yekitî û yekbûna navxwe jî kir û wiha domand: “Tişta ku niha herî girîng yekitiya navxwe û rêxistinkirina civakê ye. Jin jî dikare ji aliyê xwe ve di vê çarçoveyê de xwe rêxistin bike. Kurd dînamîka demokratîkkirina Sûriyeyê ne. Jin dikare pêşengtiya vê rêxistinê bike û dikare yekitiya netewî jî pêk bîne.”
Herî dawî jî Îlham Ehmed ev peyam da: “Xeteriyên mezin hene, divê bi yekitiyê bê derbaskirin û mafê me di destûrê de bê mîsogerkirin.”
pştre Ayla Akat Ata jî anî ziman ku li Rojhilata Navîn sîstemek nû tê teşekirin û ev yek berdewamiya projeyên şerê aborî ye ku ji serdemê Sykes-Picot vir ve berdewam dike. Ata destnîşan kir ku divê jinên Kurd di vê pêvajoya guhertinê de xwe birêxistin bikin û got ku armanca vê ne tenê desthilatdarî ye, daxwaza gihîştina armancên xwe yên mafdar e.
Ata diyar kir ku TJA xwe dispêre têkoşîna jinên Kurd û tu hêz nikare li ber vê vînê bisekine. Ata anî ziman ku jin dê heta ku di navendên biryardanê yên wekî Wezareta Navxweyî û şaredariyan de cih bigirin, têkoşîna xwe bidomînin. Wê destnîşan kir ku li dijî polîtîkayên heyî yên li Tirkiyeyê, berxwedana jinê dikare siyaseta navxweyî biguhere û bibe destpêka jiyaneke nû.
Ata da zanîn ku şert û mercên têkoşînê guherîne lê armancên stratejîk wekî xwe mane û divê şaştiyên pêvajoyên borî neyên dubarekirin. Wekî ku Abdullah Ocalan jî aniye ziman, ji bo aşitiyê divê hişmendî biguhere.
Ata di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku çareseriya rastî li Tirkiye û Sûriyeyê ye, lê mifteya serkeftinê ew e ku Kurd pêşî di nav xwe de yekîtî û aşitiyê ava bikin. Wê destnîşan kir ku gelê Kurd êdî naxwaze bê nasname û bê statû bijî, ji ber vê yekê avêtina gaveke dîrokî êdî bûye neçarî.
Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad diyar kir ku ji ber şert û mercên giran ên li Herêma Kurdistanê, Enfal û êrîşên kîmyewî, gelek kesan neçar mane koç bikin. Lê belê li gel pêvajoya ku tê meşandin, vegera Kurdên li diyasporayê dê bibe destpêkek nû.
Murad bal kişand ser ku tevî hemû zehmetiyan jî Kurdan ziman, çand û nasnameya xwe parastiye. Murad da zanîn ku ezmûnên li Ewropayê ji bo avakirina civakeke demokratîk girîng in û anî ziman ku welat pêdivî bi azadî, demokrasî û civakeke nû heye.
Her wiha got ku beşdariya diyasporayê di vê pêvajoyê de dê van xebatan bihêz bike û Kurdan careke din bigihîne rûmet û rehên wan. Wê anî ziman ku çalakiyên çandî yên li Ewropayê ne tenê çandî ne, di heman demê de nîşaneya vîna zindîhiştina nasnameyê ne.
Endama Kongra Star Nesrîn Sene jî bal kişand ser rewşa jinên li Rojhilatê Kurdistanê û diyar kir ku guhertinên li Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên hêzên hegemonîk teşe digirin. Sene anî ziman ku peymanên di navbera DYE û Îranê de di warê azadî û demokrasiya Kurdan de bandoreke erênî nake.
Sene destnîşan kir ku hêza herî mezin a Kurdan yekîtî ye û got ku dabeşbûna erdnîgarî û aborî ya Kurdistanê, civakê her gav di bin zextê de dihêle.
Sene behsa tevgera “Jin Jiyan Azadî” jî kir û diyar kir ku jinan di vê pêvajoyê de roleke pêşeng lîstine û bandora wan gihîştiye asta gerdûnî. Wê destnîşan kir ku jin ne tenê li dijî rejîmên herêmî, di heman demê de li dijî hêzên hegemon ên gerdûnî jî têkoşînê dikin.
Sene anî ziman ku jinan tevî girtin û zextan jî dengê xwe gihandine cîhanê û di vejandina civakê de roleke pêşeng lîstine. Sene destnîşan kir ku ji bo derbasbûna vê rewşê, hişê stratejîk, yekîtiya Kurdan û pişgiriya jin û mêran pêwîst e.
Piştre sempozyûma “Jeopolîtîka Kurdistanê û Rewşa Jinan” bi danûstandina pirs û bersivan di navbera mêvan û panelîstan de bidawî bû



