
Zîhniyet, avabûna zîhniyetê, pêşketina zîhniyetê û bandora civakîbûnê ya li ser zîhniyetê gelek caran dikeve rojeva mirovan. Gelo mirov hebûnek, hişmendiyek çawa ye? Zîhniyet çi ye? Hiş, bîr, zanabûn têne çi wateyê? Taybetmendiyên zîhniyetê yên esasî çi ne? Fêmkirina zîhniyetê ji bo çi girîng e? Bêguman rast bersivdana van pirsan pir girîng e. Ji ber bêyî zîhniyet em nikarin civakîbûna mirov rast pênase bikin.
Eger di bingeh de rast fêmkirinek di milê zîhniyetê de bê çêkirin, em ê karibin pêşketin û civakîbûna mirov jî fêm bikin. Ji bo mirovahî şoreşa zîhnî hewce ye. Ji bo vê jî pêwîstî bi hişmendiya hizrên Rêber Apo heye. Em şagirtên Rêbertî di jiyana xwe de bi hişmendiya azadiyê û hestên şoreşgerî xwedî îdea ne. Li ser vî bingehî em bi dilnizm, disîplîn, paqij, kedkar, coş û moral dijîn. Yên heqîqetê bikin beden, ruh bigihînin bedenê û zîhniyetê bi sazî bikin kî ne? Di encamê de mirov in. Zîhnê me li ser esasê zîhniyet û îdeolojiyeke rast hatiye hûnandin. Belê şoreşa me ramaneke ku her dem tiştên nû rave dike. Şoreşa zîhnî çi qasî kûr û xwedî ast be, teşegirtina kesayetan jî ewqasî balkêş dibe.
Pêvajoyên şoreşê pêvajoyên zelaliyê ne. Pêvajoyên şoreşê bi qasî ku rûxandina têkiliyên kevin in, ewqasî pêvajoyên gengazkirina têkiliyên nû ne. Şoreşa zîhnî weke di her mijarê de qîmetekî mezin dide fikir yan jî xwe disipêre hizirandina saxlem û pêk tê. Di vê wateyê de em di zanebûna bingehê hizir a şoreşa zîhnî de ne. Em bi rêya ramanên Rêbertiya xwe dibin xwedî hêz û diçin serkeftinê. Debara avakirina xwe, ango zîhniyeta em ê xwe pê ava bikin parêzname ne. Rêber Apo hem di parêznamêyên xwe de hem jî di gelek dahûrandinên xwe de girîngiya zîhniyetê ji bo mirovahiyê tîne ziman.
Niha em binêrin bingehê her tiştî, pêşketin, avabûn hemû tişt çavkaniya xwe ji zîhniyetê digire. Tiştekî ku were çêkirin an jî were xuliqandin pêwîste destpêke di zîhniyetê de weke teorî were avakirin. Ji bo wê jî pêşketina mirovahiyê ji destpêkê heya roja me îro eger hebûna xwe di gelek milî de pêş xistibe, sedema wê jî zîhniyet e. Zîhniyeta behsa wê tê kirin a civakî ye. Hişê civakî ye. Bi wî hişî re mirov evqas pêşketin çekiriye. Niha ev zîhniyeta civakê çawa çêbûye? Ev girîng e. Beriya wî zîhniyeta heyî çi ye? Çawa çebûye? Pewîst e baş were pênasekirin.
Zîhniyet û hişê mirovan bi civakîbûnê re pêş ketiye. Bi rengekî kolektîf û jiyaneke hevpar a pêşxistinê re mirov formê xwe yê jiyana nû diyar bike. Ev li ser pêşketina hiş bandor dike. Ji ber hişê civakan ne yê yek kesî ye. Hişê gelek mirovan e. Civak çawa ye? Hebûneke daîmî ye. Em li dîroka mirovahiyê binêrin, îro mirov civakbûneke mezin ava kiriye. Lê mîlyonek sal dîroka civakê heye. Ji berê heya îro dîrokekê bi vê rengî heye. Ji bo vê jî hişê civakê ne yê yek kesî ye. Yê gelek kesan e. Tişta di nav xwezayê de û zanebûna hatiye pêşxistin bi giştî têne komkirin. Çawa dibe? Her tişta di nav xwezayê de hatiye ferqkirin, zanebûnek e. Çawa mirov dikare bîne ziman? Ew li ser bingehê çavdêriya mirov pêş ketiye.
Em binêrin dema ewr kom dibin mirov dizane wê baran bibare. Li ser bingehê çavdêriyan zanebûnek pêş ketiye. Ew di mejî de qenaet, bawerî û zanebûnekê pêş dixe. Her wiha em binêrin; dema baran dibare mirov dizane, wê lehî rabe. An jî demsal diguherin. Bi vî rengî tişta di nav xwezayê de dema tê çavdêrkirin dibe wesîleya zanabûnek pêş bikeve. Ewqas şoreşên li cîhanê pêş ketine, li gorî Rêber Apo tîne ziman, şoreşa herî rast a ku mirov niha dikare pêre bimeşe ji bo tevahî şoreşan bingehek ava kiriye. Ev jî şoreşa zîhnî ye. Zîhniyeta mirov li ser mirov û pêşketina civakê gelek bi bandor e.
Her wiha civakîbûn jî li ser pêşketina zîhniyeta mirov bi bandor e. Şoreşa me şoreşa hezkirinê ye, şoreşa hezkirina welat û gel e. Lê belê şoreşa me bi qasî ya welat û gel e di heman demê de jî şoreşa zihnî pêk tîne. Pêwîst e her mirovek şoreşa zîhnî di xwe de bineqişîne. Şoreşa zîhnî şoreşa herî pîroz e. Ji ber wê şoreşa me ya hezkirinê ye û afirandina hişmendiyeke bedew û azad e. Şoreşa Rêber Apo di heman demê de şoreşeke evînê ye. Em jî Şoreşgerên Apoyî em dibin sazûmankarê şoreşeke wiha û ji ber vê yekê em nirxdar dibînin. Jiyana me bi xwe weke, guhertina hişmendiya mirovahiyê bi berhemekê dimeşe. Kesên Apoyî dikarin azadiya mirovahiyê bi dest bixin.
Têkoşîna me bala mirovan dikişîne. Dema şoreşa me balkêş dibe asta şoreşa zîhnî hîn pêşketîtir dibe. Li ser vî bingehî ber bi avakirina civakê ve çûyîn dibe ku şoreşa me bibe cihekî ji şoreşên berê çêbûne hîn wêdetir bibe. Ev hêsanî pêk nayê. Lê belê her şoreş hinekî jî wiha ye. Mezinbûna hêviyan û kûrbûna hewldanan, çawaniya vê şoreşê, hêza wê û cihê wê yê di dîroka mirovahiyê de diyar dike. Yanî şoreşa me şoreşeke rêzgirtina cewherê mirov û girêdayîmayîna bi xwezayiya mirov e. Kesayeta mirovan bi qasî di pîvanên alternatîf de pêş ket ewqasî dikare hêza nêzîkbûna saxlem ji vê têkiliyê re nîşan bide. Di roja me ya îro de di cewher de du zîhniyet, du tarzê jiyanê û bi vê ve girêdayî du paradîgma û sîstem bi hevdu re di nava têkoşînekî de ne. Ew têkoşîna di navbera hêzên sîstema şaristaniya navendî û hêzên sîstema şaristaniya demokratîk tê vê wateyê. Ev heft hezar sal e ev têkoşîn dimeşe. Hemû sîstem berhema hêza zîhniyetê ne. Her sîstem û her kes bi qasî zîhniyeta xwe ye.
Mînak, asta azadiyê ya kesekî xwe di têkiliyên xwe yên bi jinê re û di xebatên jinê de diyar dike. Şoreşa me di asteke mezin de li derdora şoreşa jinê pêş dikeve. Divê her kes vê yekê qebûl bike. Yanî zîhnê me ji pirsa çawa bijîn re bersiv e. Ji bo vê şoreşa zîhnî û şoreşa wîjdanî ji bo kadroyên Apoyî esas e. Şoreşa wijdanî ji mirovan hesab dixwaze. Ji derdor hesab dixwaze. Divê mirov her roj di hişmendiya xwe de şoreşê çêbike. Divê mirov gavan ber bi azadiyê biavêje. Weke milîtanên Rêber Apo di xeta bawerî û hişmendiya xwe de me gelek tişt ji cîhanê re daye diyarkirin. Ferd û civaka mirov, civaka zîhniyet û baweriyê ye. Ti carî civakeke mirov a bê zîhniyet û bawerî nebûye. Eger wisa ye, hingî mijara li pêşiya her tiştî zîhniyet û bawerî ye.
Heke em zîhniyetê bi xwe rast fêm bikin, derketin û pêşketina wê di cih de şîrove bikin, em dikarin zîhniyeta îro tê jiyîn û xwe li ser civakan ferz dike jî fêm bikin. Rêbertî dema zîhniyetê dinirxîne dibêje ku ‘Zîhniyet bi civak û civakîbûnê digihe wateya xwe ya rast.’ Her wiha Rêbertî diyar dike ku mirov nikare civakîbûn û zîhniyetê ji hev qut bigire dest, her du di nav hev de bi hev re pêş dikevin. Têkiliya zîhniyetê bi jiyanê re heye û pêşketin li ser vî bingehî çêdibe. Kombûna şiklê ramanan… Kombûna feraseta analîtîk û hestî ye. Pêşketina zîhniyetê bi civakîbûnê re têkildar e. Ji bo hebûna civakê pêwîstî bi dem û cih heye. Ango hem paşeroj hem jî erdnîgariya ku civak tê de çêdibe heye. Zîhniyet bêyî civakê nabe ku bibe, pêşketinek zîhnî ya ji cih jî nabe. Dema herî zêde ya zîhniyetê û civakên pêşketî, pêvajoya dema şoreşa neolîtîkê ye.



