Arşîv

​​​​​​​Heyfa Erebo: Heger em parastina xwe nekin, ti kes parastina me nake

Li herêmên Bakur û Rojhilatê SûriyêYekîneyên Parastina Jinan di qada parastina azadiya jinan û parastina destkeftiyên xwe de roleke serke lîstin, ji ber vê yekê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û cîhanê pêk ve jin ji hemû jinan re bûne sembol.

Endama Koodînsyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Heyfa Erebo derbarê girîngiya Yekîneyên Parastina Jinan di parastina xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê û parastina mafên jinên herêmê de axivî.

Heyfa Erebo wiha parve kir, di vê pêngava hestiyar de ya ku Rojhilata Navîn nexasim herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ku bi êrişên artêşa Tirk re rû bi rû dimîn derbas dibe, YPJ`ê roleke serke di parsatina civakê û parastina mafên jinan de lîst, lewma ji hemû jinên cîhanê re bû sembol.

‘YPJ, NE NE TENÊ HÊZEKE LEŞKERÎ YE, HÊZA PARATINA JINAN E JÎ’

Heyfa Erebo diyar kir ku ji destpêka Şoreşa Bakurê Sûriyê jinan dest bi rêxistina xwe kirin û beşdarî nava pêngavên rizgarkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn, ji ber vê yekê ji hemû cîhanê re isbat kirin ku hêza parastina jinan û civakê pêk ve.

‘YPJ`Ê HIŞMENDIYA KEVEŞOPIYÊ GUHERÎ’

Heyfa Erebo diyar kir ku YPJ`ê ji destpêka avakirina YPJ`ê ji bo paratina jinan û azadiya wan gav avêtin û karîbûn hişmendiya mêrdestî ya li ser jinan hatibû sepandin biguherin, her wiha têgeha parastina xweser di nava civakê de belav kirin.

‘YPJ BÛ SEMEDA BI XWEBAWERBÛNA JINAN’

Heyfa Erebo got: “YPJ`ê bi îradeya xwe ya azad dikarîn bi hezaran jinên Rojava, Şengalê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rizgar bikin, li gel ku ji hemû cîhanê re isbata xwe kirin û bal kişandin. Yekîtneyên Parastina Jinan tekane hêza ku aşîtî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bike.”

BI TÊKOŞÎNA WAN CÎHANÊ BERXWEDANA WAN NAS KIR

Heyfa Erebo diyar kir ku cîhanê bi rêya têkoşîna jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di berxwedanê de dan meşandin, nas kirin û bi vê yekê asta Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kirin.

Di sedsala 21`mîn avakirina YPJ`ê ne ji şer e, lê belê ji bo parastina azadiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û destkeftiyên jinan e, ji ber vê yekê jin tevlî nava YPJ`ê bûn.

Li gel vê yekê Heyfa Erebo amaje bi êrişên dewleta Tirk ên kir û got: “Di 9’ê Cotmehê de dewleta Tirk êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û bi vê yekê xwestin vîna jinan a azad têk bibin. Lewma şervana YPJ`ê Barîn Efrîn, Emara Rênas, yadê Emîna û sekretêra giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê kirin armanc.

‘JI HIŞMENDIYA AZAD DIVÊ EM XWE TEVLÎ TÊKOŞÎNÊ BIKIN’

Endama Koodînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Heyfa Erebo diyar kir, ku dewleta Tirk piştgiriya çeteyên ji Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê kir, da ku Rojava dagir bikin lê bi bin ket. Heyfa got: “Ji ber vê yekê êrişî seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, lê dîsa jî nekarîn îradeya ku xwe dispêre rêgeza jiyana hevbeş têk bibin.”

Heyfa wiha axaftina berdewam kir, dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi rêya çeteyan hişmendiya mêrdestî vegerîne, ji ber vê yekê divê em têkoşîna YPJ`ê xurt bikin û beşdarî nava refên berxwedanê bibin.

‘BEŞDARÎBÛN ERKA ME YE’

Endama Koodînsyonê bal kişand ser girîngiya tevlîbûna nava YPJ`ê û wiha pê de çû, pêvajoya em têre derbas dibin hesas e. Heyfa got: “Ji ber dewleta Tirk hewl dide şêniyên Bakur û Rojihilatê Sûriyê qir bike, di vir de erka ku dikeve ser milê me ew ku em bi rêya îradeya azad asta têkoşîna xwe xurt bikin û parastina rewa bidin meşandin.”

Di dawiyê de endama Koodînsyona Kongreya Star Heyfa Erebo got, kesên parastina xwe nekin û bi erka xwe ya welatparêziyê ranebin, ti kes paratina wan nake.

Back to top button