Gotar û hevpeyvîn

ꞌDEWLETA TIRK SÛCÊN XWE YÊ LI DIJÎ JINAN DIDOMÎNE’

Berdevaka fermî ya Kongreya Star Remziya Mihemed destnîşan kir ku çalakiyên li dar ketin bi awayekî baş hatin birêxistinkirin, hemû rêxistinên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdar bûn û wiha gotina xwe berdewam kir:”Em ê pêngava xwe berdewam bikin, ji ber ku dewleta Tirk di pêkanîna sûcên li dijî jinan de berdewam e, çi bi piştgiriya rêxistinên destpotîzim be û çi jî rejîma Baasê be ku wekî temaşevanekî li van sûcan dinêre.”

Remziya Mihemed da zanîn ku tê payîn qonaxa duyemîn a pêngavê di 17`ê Çileyê(ango sibê) de were destpêkirin û heta 17`ê Nîsanê berdewam bike.

Remziya diyar kir  ku dê pêngav ji gelek çalakiyan pêk were ji wan; çalakiyên 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, belgekirina sûcên li dijî jinan, hewldana xwegihaştina hemû jinan û daxwaza mafên jinan ên di hemû qadan de da ku roleke pêşeng bilîze.

Berdevka Fermî ya Kongreya Star Remziya Mihemed di dawiyê de bang li hemû jinan kir  ku tev li vê pêngavê bibin, li dijî sûcên li dijî jinan têne kirin bisekinin û asta têkoşîna xwe bilind bikin da ku parastina destkeftiyên ku di encama Şoreşa 19`ê Tîrmehê de hatine bisetxistin biparêzin.

Back to top button