ArşîvNûçe

civîna 1em a Meclisa Kongra Star piştî civata xweyî 9 emîn li darxist

Meclisa Kongra Star piştî civata xweyî 9 emîn duh 1,ê çile ya 2023 civîna yekem a meclisa xwe li darxistin

Meclisa Kongra Star piştî civata xweyî 9 emîn

duh 1,ê çile ya 2023 civîna yekem a meclisa xwe li darxistin

Kongra Star ku ew demek bû amadekariya kongireya xwe dikir ,di 15ê çileya 2023an de di roja salvegera damezrandina tevgera xw de civata xweyî 9 emîn li darxist .

Yek ji rojevên civîna meclisê a sereke ewbû ,pilansaziya demildest a ku di piştî kongrê de hat guftugokirin,ku pêdiviya  di her gund,navçe,bajar û kantonan de civîn li ser encamên kongrê derketibû ku ji beşên ku tevlî kongrê nebibûn werin parvekirin  hatin vegotin û nirxandin,ku bi taybet em wek tevgera kongra Star weke jin di heman demê de bi giştî civak ji bo piştgirî bi serhildana rojhilatê kurdistanê re bê kirin, ku ev kongre bi duruşmeya (( Bi rihê têkoşîna şoreşa jin emê serhildana jin jiyan azadî bi ser bixin))ku di van civînan de Perspektîfên Rêbertî ,Rapora Xebata 2 salan a Kongra Star ,herwiha encam û biryarên di kongrê de hatine girtin bi tevahiya civakê re hatiye parvekirin û nirxandin.

Beriya ku bêhnvedana yekem ji civînê re were dayîn bi giştî rexne û rexnedayîna kêm û kurtiyên ku di kongrê de derketin holê li ser hat rawestandin

Di bêhvedana duyem ji civîna meclisa Kongra Star li ser hat rawestandin û hatin guftugo kirin ,ewbû pîlansaziya 6 mehan  hat destgirtin herwiha kanton bi kanton hat guftugokirin ku di nav de pîlansaziya  hemû komîteyên ku di meclisa kongra star de cih digrin hat nirxandin.

 

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27