ArşîvDaxuyanî

Kongra star bernameya kampaniya çalakiyên 15’ê sibatê eşkere kir

Bi hatina roja 15'ê sibatê, roja komploya navnetewî ya li ser Rêber Abdullah Ocelan pêk hat meclisa kongra star bernameya kampaniya xwe bi daxuyaniyekê eşkere kir.

Îro  şemî 4/2/2023’an li stadyoma 12’ê adarê, daxuyanî hat xwendin, endamên kordînasyona ongra star, endamên komîteyên kongra star, endamê sazî û Rêxistin û Tevgerên jinan ya Bakur Rojhilatî Suriyê tê de amadebûn.

Daxuyanî ji aliyê berdevka komîta Ekolojî ya kongra star R3ıhan Temo ve hat xwendin, di daxuyaniyê de weha hat gotin:

’24 sal di ser komploya navneteweyî ya ku di sala 1999’an de bû sedema girtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derbasbû.

Ev komployê ne tenê li dijî Rêbertî pêkhat, lê belê di şexsê Rêber Ocalan de xwestin tevgera azadiyê, gelê Kurd û vîna azad a ku li Rojhilata Navîn derketiye holê û li pêşiya berjewendiyên sîstema desthilatdar û hêzên hegemon bûye asteng, ji holê rakin, da ku Rojhilata Navîn sedsaleke din di taritiyê de bihêlin û li Rojhilata Navîn projeyên xwe pêk bînin.

Hêzên emperyalîst dizanin ku di vê sedsala bê de li pêşiya projeya wan a Rojhilata Navîn a Mezin tenê felsefeya Rêber Abdullah Ocalan dibe astenga. Dilgirtina Rêberî pêngava yekemîn a komployê bû û piştre radestî Tirkiyeyê hate kirin. Tirkiye di vê komployê de rola begcî lîst, ji ber ku Tirkiye bi xwe begçîtiya van hêzên hegemonîk dike.

Sîstema kapîtalîst a ku li dijî fikir û ramanên Rêber APO yê ku banga wekhevî, azadiya gelan û azadiya jinê dike, bi pergala Îmraliyê re tecrîdeke tund û bêhiqûq dimeşîne. Bi hemû rêbazên qirêj hewl didin vê felsefeya ku îro li hemû cîhanê belav dibe ji holê rakin. Qirkirina siyasî ya ku bi taybetî li Îmraliyê tê meşandin, li derveyî hemû hiqûqa navneteweyî ye û li dijî hemû pîvanên mirovahiyê ye.

Dixwazin mifteya çareseriyê ya azadiya gelan a ku di azadiya fîzîkî ya Rêber APO de ye tune bikin. Ji bo vê jî ev komplo pêk anîn û heta îro, ango 24 sal in komplo bi awayên cuda berdewam dike. Bi astengkirina hevdîtinên Rêbertî yên bi malbat û parêzeran re û kontrolkirina CPT dixwazin planên xwe bi cih bînin û bi her cure rêbazên qirêj rê nedin ku ti agahî der barê rewşa Rêbertî derkeve holê. Girêdayî wê ev zêdetirî 22 mehane hevdîtin bi Rêbertî re çênebûne û derbarê wî de ti agahî nehatine dayîn, lewma jî tirsa wê yekê heye ku jiyana Rêbertî metirsiyê de ye.

Ji ber vê yekê em weke Kogra Star, gelê Kurd û hemû gelên herêmê van lîstikên navneteweyî yên ku bi me re tên lîstin, ku rêberê me weke girtiyekî siyasî digirin û nahêlin agahî der barê wî de bigihêje raya giştî, em red dikin. Her wiha em binpêkirina mafên mirovan di şexsê Rêbertî de û vê rêbaza li derveyî mirovahiyê ya ku tê meşandin bi tundî şermezar dikin.

Çiqas em bi êş û azaran re rû bi rû bin jî em ê tu carî rêberê xwe tenê nehêlin, hemberî her cureyê komployê bi ruhê Apogerî em nahêlin agirê li dora Rêbertî vemire, em ê ji her demê zêdetir bi dirûşma “Kes nikare roja me tarî bike” têbikoşin li ber xwe bidin û komplo vala derxînin.

Di dawiyê de em bang li CPT dikin ku erk û berpirsyariya xwe bi cih bîne û der barê rewşa Rêbertî de agahî ragihîne û zextê bika da ku malbat û parêzeran destur bigirin ku lezgîn bi Rêbertî re hevdîtinê pêk bînin. ‘

Li ser vî esasî çalakıyê kampaniya me ya ji bo azadiya R.APO ya fêzîkî wehana:

1-  Di 4 meha şıbatê de dest pêdıke bı daxwıyanıek fermî u bı tevlîbûna 100 endamî jı

tevahî komîte u partî u sazıyên jın têde cıhê xwe dıgrın.

2-  Dı 3 şıbatê de panêlek lı ser /çıma jıyan bê serok nabe/ jı mılê Hîlala Zêrînve tê

rêxıstın kırın.

3-  Dı 5 şıbatê heta 10 şıbatê , jı gund,komîn,navçe u sazıyan  destpêkırına dayîna

semîneran lı ser armanc u wateya kombloê.

4-  Dı 4 şıbatê de bı pêşengtıya m. Malbatê Şehêdan , rêxıstınkırına panêlekê lı ser

Azdıya R.APO.

5-  Dı 10 şıbatê de jı mılê mekteba jın dı pyd ê de, formek jın tê rêxıstın kırın

6-  Bı tensîqa lı gel m.malbatê.Şehîdan’

A*erdkırına soretê Rêbertî lı ser jenerîkê tevahıya navçeyan.

B*  rêxıstınkırına pêşengehekê jı soretê Rêbertî.

C* rêxstınkırına pêşengehekê jı soretê Rêbertî  jı berhemê zarokan bı tensîqa bı komîteya Zarokan re.

7-  Jı mılê komîteya ragıhandınê ve roportac bı Dayîk u jınên ku R.APO dîtıne werê

çêkırın.

8-  Dı bin silogana /Azadiya R.APO Azadiya Mirovahiyê ye , Azadiya R.APO Azadiya

Jinê/ lıdarxıstına meşan lı tevahıya navçeyan, herwıha dı bın eynî sloganê de rêxstın kırına meşên merkezî dı 15 şıbatê de lı kantona /Qamışlo, Hesekê, herêma fıratê , şehba u heleb/.

9-  Dı 14 şıbatê de ragıhandına kampanıya Haştag lı ser tewrên cıvakî jı mılê m.Mîdıya

Dîcîtal ve.

10- Şandına nameyan derbarê komplode jı CPT re dı rêya êmêl de.

11- Destpêkırına kampanıya dar çandınê jı mılê komîteya ekolojî de.

 

Back to top button