Civak û çand

Kongra Star a Qamişlo bi karwaneke erebeyan çalakiyek li dar xist

Endamên saziyên Rêveberiya Xweser ên bajarê Qamişloyê jî tev li çalakiyê bûn, erebeyên çalakiyê bi wêneyên rêber Abdulah Ocalan, şehîdên jin, alên Kongra Star , Partiya Karkerên Kurdistanê, Yekîneyên Parastina Jin hatin xemildandin

Çalakî ji pêşiya navenda Kongra Star a Qamişloyê dest pê kir û karwanê erebeyan li kolanên Qamişloyê geriya

Jinan destpêkê serdana Federasyona Gaziyên Şer ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, piştre serdana Hêzên Ewlekariya Hundirîn – Jin a herêma Cizîrê jî kir. Her wiha di dawiyê de serdana Goristana Şehîd Delîl Sarûxan kirin.

Li goristanê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Necah Gulo axivî û 8`ê Adarê li rêber Abdulah Ocalan, girtî,  şervanên ku di çeperên şer de tekoşînê dikin û hemû jinên cîhanê pîroz kir

Di dawiya çalakiyê de jinan gul danîn ser gorên şehîdan

Back to top button